Serbilindiya civakekê: Mehmet Hayrî Durmuş

Li Qoserê 33 mirov hatine xwîniyên hev 33 kes ji hev kuştine. Em çûn me ew mesele çareser kir û wê demê min li wir dît ku hemû Kurd hewceyî vê ne. Heke bibim doktor ez ê tenê nexweşên xwe tedawî bikim lê dixwazim ji her kesî re bibim derman, ku karibim.

Dema ku em li dîroka xwe ya nêz dinerin em li rast gelek rûdanên girîng tên. Yek ji van jî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ye. 

14'ê Tîrmeha 1789'an gelê Parîsê çawa ku bi ser girtîgeha Girtîgeha Bastîlle de girtibû, ku ev girtîgeh bûbû navena zext û zordariya kraltiyê, 14'ê Tîrmeha 1982'an li Zindana Amedê jî şoreşgerên ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya mezin dane destpêkirin, nîşan dan ku bêyî nasname, çand û baweriyê nikarin bijîn, pêşengiya berxwedanê kirin û mîrateyeke mezin ji gelê Kurd re hiştin.

Di salvegera 39'an a vê berxwedanê de ku şopeke mezin li ser dîrokê hişt, Ayten Durmuş, xwîşka Mehmet Hayrî Durmuş behsa malbata xwe, beriya berxwedanê, piştî wê kir û got bê ka li Çewlikê çi tê jiyîn.

Hayrî dibistana seretayî li gel birayê xwe yê mezin li gundê cîran Kizilpinarê dixwîne. Hingî wiha biaqil e, piştî ku dest bi dibistanê dike bi demeke kurt wî dikin pola duyan û piştre dikin pola pêncan Ev rewş bi gotina, ''Ma Hayrî jî dibistan xwendiye? Şeş mehan jî nehat dibistanê'' û di nav hevalan de bûbû mijara henekê.

Ayten, dema zarok bû her sibeh radibû û li ser nivînên birayê xwe digeriya. Ayten dibêje, ''Li nivîna her xwîşk û birayên xwe 5 deqeyan radiketim. Herî dawî diçûme nivînên Hayrî, herî pir bi wî re dimam. Li Rihayê dema ku hate girtin bave min çûbû serdana wî. Ji bavê min re gotibû,''Yabo, qurban, careke dî ku tu hatî Ayten jî bîne''. Dema ku derketî çûbû Enqerê, ji wir jî vengeriyabû malê. Bi pereyên ku bavê min dabûnê pitikeke bi pîlan dixebitî ji min re anîbû. Dema ku min dest bi dibistana seretayî kiribû, wî ez biribûm dibistanê. Ji bo ku dema meşê newestim ez dabûm kolîka xwe.''

LI DIBISTANÊ XWENDEKARÊ MÎNAK BÛ

Her şemî û yekşemê xwendekarên ku ji gundên derdorê dihatin û li Çewlikê dixwendin diani malê. Li qada jor a mala du qatî bi dildarî dersa matamatîk û kimyayê di wan. Beriya ku zanîngehê bi ser bixe li Lîseya Çewlikê du caran ji bo wî merasîma xwendekarê mînak hate çêkirin.

Ayten keseke kûr dikişîne û wiha didomîne: ''Bavê min ji diya min re digot, ''Bi zarokan re bi Kurdî neaxive. Bila Tirkiya wan xira nebe''. Diya min jî digot, ''Ez qet bi Tirkî naaxivim. Ez xwe naxim wî halî. Heke zarokên min dixwazin bi Kurdî biaxivin wê bi Kurdî biaxivin''. Birayê min ê mezin Hayrî jî wê demê ji diya min re digot, ''Anê, tu qet meraq neke, ez ji boy te timKurmancî qezî dikim'.''

Hayrî pir ji pirtûkan hez dikir. Mirovekî bêdeng bû. Tim dixwend û difikirî. Tim awirên wî li tiştinan dialiqîn. Bavê wî bi xwendina zaroyên xwe şanaz bû.

NEDIHIŞT DIYA MIN BIWESTE

Hayrî jî, Huseyîn jî hingî wiha ji diya xwe hez dikin, Ayten wiha behs dike: ''Diyar min nexweş bû. Birayê min Huseyîn tim ji diya min re digot, ''Yadê, tu nemire. Ez bibim doktro''. Nedihişt ku diya min biweste, hemû xanî wî paqij dikir. Piştî ku karê xwe diqedand, bi zorê fêkî pê dida xwarin. Dema ku diya min dibin nexweşanê, hejariya mirovan ji helwesta doktoran dibîne û ji ber vê dixwaze bibe doktor.''

'LI DIBISTANÊ ME, STAJÊ DIKIM'

Hayrî li lîseyê dibe kesê pêşî. Li dibistanê ji bo wî merasîmeke mezin tê kirin. Dema ku li zanîngehê pola çaran dixwend hevalekî wî yê ji Rihayê li Enqerê tê kuştin. Dema ku cenazeyê wî tînin tê girtin û mehekê li Girtîgeha Rihayê dimîne. Ber bi dawiya pola çaran ve êdî zêde naçe malê. Ji malbata xwe re digot, ''Li dibsitanê me, stajê dikim''. Piştî demekê ji dibistanê nameyek ji malbatê re diçe. 118 kes ji zanîngehê hatine avêtin .Di rêza pêşî de jî Hayrî heye. Got, ''Ew lîste min xwendibû. Bavê min pir pê êşiyabû.'' Got, ''Erê kurê min'', ''Çima te tiştekî wiha kir? Bi berdewamî dibêje, ''Bavê min di nav şepirzetiyê de ew dabûn xwendin.''

'DIXWAZIM JI HER KESÎ RE BIDIM DERMAN'

Piştre Hayrî tê malê. Ji malbatê re dibêje ku dev ji dibistanê qeriyaye û tevlî rêxistinê bûye. Dibêje, ''Ne ku tenê diya min nexweş e, her kes nexweş e'' û didomîne, ''Li Qoserê 33 mirov hatine xwîniyên hev 33 kes ji hev kuştine. Em çûn me ew mesele çareser kir û wê demê min li wir dît ku hemû Kurd hewceyî vê ne. Heke bibim doktor ez ê tenê nexweşên xwe tedawî bikim lê dixwazim ji her kesî re bibim derman, ku karibim.

Ayten ji bo wê rojê dibêje: ''Dema ku bavê min got, ''Pir pê êşiyam'', jê re got, ''Bi min bawer be. Hê jî wiha xurt û wiha zîrek im. Belkî hûn ê vê piştre bibînin. Ez vê jî bibêjim; dibe ku werim girtin, kuştin jî lê êzî ez ne yê we me'', dema ku wiha gotî diyar min rih lê nema. Bavê êdî çû. Li malê xemgîniyê xwe danî'' û dema ku van dibêje, dengê wê dilerize.

SIHA WÎ JÎ PIR GIRANE BÛ

Min pirsî bê ka jê re bûne asteng an na. Got, ''Birayê min, siha wî jî girane bû.  Diya min, dema ku birayê min Huseyîn çûbû xwe avêtBû ber wî. Qet lê guhdar nekir. Jê re got, ''Yadê, pir ji te hez dikim lê kesek nikare bibe asteng ku biçim. Dinya tev were jî nikare min rawestîen, dijmin jî. Min birara xwe daye. ''Dema ku birayê min Hayrî got ew ê biçe diya min li cihê xwe sar bûbû. Ti tişt negot. Bavê min jî dengê xwe nekir.''

HEVAL Û HOGIRÊN HEV BÛN

''1'ê Cotmeha 1978'an daweya birayê min çêbûbû. Hemû hevalên wî hatibûn. Zekî (Yildiz) û Delîl (Dogan) stran digotin. Delîl pir bi heybet bû, Zekî jî pir henekoyî bû. Birayê min Hayrî pir bi henekên wan dikeniya. Birayê min jibira min Yildiz, Osman digot, ''Hayrî, ka tu jî tiştinan bibêje, em jî hinekî bikeni''. Birayê min Hayrî jî digot, ''Ez qet nizanim.'' Min qet nedît ku henek kirî. Pir bêdeng û girane bû.'' 

Ayten wiha didomîne: ''Straneke birayê min Delîl û Zekî hebû: ''Min Qersê dikan vekir/ xezalê hêli can/ bazarê qirasê te kir/ delalê ez heyran.''. Strana wan a navdar bû. Birayê min Hayrî herî dawî hatibû dawetea Husyîn. Her kes li wir bû. Mazlûm jî rengekî dî yê birayê min Hayrî bû. Ew û Delîl qet nedişibiyan hev. Delîl yekî zirz bû lê Mazlûm pir nerm bû. Ew çendî wiha girane bin Huseyîn jî ew çend devliken bû...''

HEVALÊN WÎ KETIBÛN BIN ÇENGÊN WÎ

''Her sê birayên min jî eynî pêvajoyê tevlê bûn. Piştî ku Sakîne Cansiz hatibû Çewlikê, mala me bûbû mala rêxistinê'', Ayten Durmuş wiha didomîne: ''Me nizanîbû ku birayê min Hayrî hatiye girtin. Ber bi dawiya Sibatê ve bû. Pir berf bariyabû wê salê. Kaxezek ji me re hat. Hatibû gotin,''Kurê we hatiye girtin. Piştî ku 3 mehan li ber çavan hatiya hiştin, birin girtîgehê. Hûn dikarin wî bibînin.'' Pêşî diyar min çûbû hevdîtinê. 90 rojî rapirsîna wî kiribûn, pir êşkence lê hatibû kirin. Nediakariya bimeşiya, hevalên wî ketibûn bin çengên wî...''

Di wan rojên tarî de ku tê xwestin civakeke wre tinekirin malbat li girtiyan xwedî dertên. Komeke jin ku dayik û xwîşkên girtiyan pêk tê, bi rengekî lêrawestiyayî diçin hevdîtinê. Bi giştî derî li jinan nayê vekirin. Dema ku tê vekirin jî Esat Oktay Yildiran, bi kûçikê xwe yê bi navê Co ku li ber deriyê girtîgehê wan pêşwazî dike lê nikare wan jinan çavtirsandî bike. Dawiyê mafê hevdîtinê distînin.

Malbat periyodîk diçin hevdîtinê. Dema di Nimro 1'ê de bûn hmeû girtî tên hevdîtinê. Piştî ku serdançiyê xwe didît Hayrî her tim pêşî ev digot: ''We lêzimiyên hevalên jin anîne an na?''

KEVÇIYÊ DI DESTÊ DAYÎKA MIN DE KET

Salek piştî tevlêbûna wî Huseyîn Dûrmûş ê ku li malê jê re digotin Şah Huseyîn li gundê Lîçikê yê Kanîreşê şehîd bû. nasnameya Hasan Hayri Guler pê re bû. Ayten dema qal dike, wekî ku wan rojan dijî: “Bi şev saet heft. Em şîvê dixwin. Radyo vekiriye. Em ji aliyekî ve jî li nûçeyan guhdarî dikin. Xwedê zarokek daye Yildiza jina Huseyîn. Salih çar mehî ye. Dayika min qet ranazê. Dibêje ‘Wê Huseyîn were kurê xwe bibîne. Divê ez hişyar bim’. Li cem xwe dibêje ‘Heke li derî bikeve, bila kes nebîne’. Di nûçeyan de hate gotin ‘Li gundê Lîçikê yê Kanîreşa Çewligê di şer de Hasan Hayri Guler mir, Hasan Tekîn jî birîndar hate girtin’ Dema ku ev tişt bihîst, kevçiye di destê dayîka min de ket xwarê.  Qîriya ‘Bila dûman bigire dilê dayika te. Agir bi mala kê ket’ Bavê min got ‘Derew e’. Dêya min jê bawer nekir, serobin bû. Bavê min diçe kar û tê. Her carê dipirse ‘Ew cenaze çi bû’. Çar roj şûnde roja sersalê bavê min hat mal. Rahişt qapûtê xwe. ‘Erê! Lawê te kuştin…”

Ayten bi darê zorê gotina xwe diqedîne. Jixwe hestên wê tevlîhev bûne. Em navberê didin. Li hemberî min jineke gelekî xurt heye. Piştî wextekê xwe dide hev û em dîsa axaftinê didomînin.

KEDA KÊ HEBE

Roja din tevî çend xizmên xwe diçin Kanîreşê. Li her derê cemse hene. Leşkeran her der girtine. Bavê wî di nav leşkeran de ji Kanîreşiyan re dibêje ‘Kê ked dabe kurê min bila lê helal bike…’

Bi israr ji jin û zarokên xwe dibêje ‘Divê hûn negirîn’. Dibêje ‘Zarokê min gelekî hez ji Çewligê dikirin. Li ser van rêyan meşiyan. Ez ê cara dawîn wan ji Çewligê derbas bikim’ û wesayîta cenaze li nava Çewligê digerîne û dibê pêşiya Lîseya Çewligê. Wesayîtê bi qasî deqîqeyekê li wir dide sekinandin. Di 1’ê Çileya 1981’an de Huseyîn li Goristana Duzagaç a Çewligê vedişêrin. Ligel ku ev qasî qedexe û zext heye, çil rojan li malê şînê digerînin. 

HEV(NE)DÎTINA DAWÎN…

Hayrî sal û nîvekê li Girtîgeha Nimreya 2’an ma. Di dawiya sala 1980’an de ew birin a Tîpa Eyê û piştî wê qiyamet rabû. Bi hatina Esat Oktay re Zindana Amedê dibe dojeh. ‘Hevdîtin’ di tariyê de tê kirin.

“Di tariyê de biqîre û hey biqîre. Mirov tiştekî nabîne. Dema min got ‘Keko ez hatim’ pirsî ‘Dayika min çawa ye?’ Gotina wî ya dawîn ev bû ku got ‘Baş li dayê binihêrin.’ Ayten dema ku birayê xwe nabîne û bi tenê dengê wî dibihîze dibêje ‘Ev hevdîtina me ya dawîn bû’. Bavê wî diçe ‘hevdîtin’a dûre. Hayri ji bo dadgehê qatek cil dixwaze. Bavê min cilan jê re dibe. Tevlî dadgehê jî dibe. Dema tê malê ji jina xwe re dibêje ‘Divê tu êdî qebûl bikî. Hayrî îro biryara xwe da. Wî biryara xwe ya mirinê da’ û jixwe careke din wî nabînin.

Ayten dibêje ‘Dayika min her sibeh tê li ser rê rûdine. Li bendê ye ku wê polîs kîngê jê re xeberekê bîne. Em tik û tenê ne. Bêdengiyeke wisa heye lê îradeya me nayê şikandin. Malbata me ewqasî xurt e, nayê gotin. Ligel her tiştî jî em li ser pêyan in. Em li ber xwe didin. Apê min ê li Elmanyayê kîngê pereyan bişîne, em diçin hevdîtinê.”

DEMA HEVALÊN MIN LI ERDÊ RADIZÊN…

Dema qala Elmanyayê tê kirin, ez qala çûna Huseyîn a Elmanyayê dikim. “Kekê min Huseyîn di betlaneyên havînê yên sala 1976’an û 1977’an  de tê Hambûrgê. Li vê derê li baxçeyê sêvan dixebite. Li gorî ku hevalên wî qal dikin, şef hingî jê hez dike, jê re dibêje ‘Castro’. Nivînek daye kekê min lê kekê min Huseyîn rojekê jî li ser wî nivînî ranezaye, daye hevalên xwe. Dema şef gotiye ‘Ew nivîn a te ye, wî gotiye dema hevalê min li erdê razên nabe ku ez li ser nivînan razêm.” Di wê dema kurt de hînî Elmanî bûye û alîkarî daye hevalên xwe. Piştî ku vegeriya tevlê bû û vê fedakariya xwe heta dawiyê domand.”

HÊVÎ HER DEM HEYE

Ez gotinê tînim ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin. Ayten dibêje jixwe di her 14’ê Tîrmehê de ew çênî bi çênî dihele. Dibêje ‘Em jî bi wî re heliyan. 62 rojan em li Çewligê li ser rê rûniştin û li benda xeberekê bûn. Hemû têkiliya me ya bi jiyanê re qut bûye. Xwişka min du mehan li pêşiya girtîgehê ma. Wê kekê min Hayrî ya bi saxî yan jî cenazeyê wî bîne. Rojeke din bavê min û xwişka min çû. Kekê min Hayrî derneket hevdîtinê lê em li çareyekê digerin. Em naxwazin têk biçin. Hêvî her dem heye. Em dibêjin wê dewlet rojekê belkî derî veke. Dema Kemal Pîr şehîd bû, hemû hêviya me şikest. Em rojan dijmêrin. Mirin her roj piçekî din nêz dibe. Em hîs dikin.”

Qala stendina wê xebera xerab dike û dibêje ‘Bavê min dema dimeşe, polîs pêşiya wî dibirin’ Jê re dibêjin ‘Me xebereke ne xweş ji te re anîne’ Çokê bavê min nagire, dipirse ‘Hayrî?’ Dibêjin ‘Erê, mir.”

TU BI SERBILINDÎ ÇÛ BI SERBILINDÎ HATÎ

Bêdengiyek çêdibe. Ayten demeke dirêj li destê xwe dinihêre. Ji nişka ve vî tiştî dibêje ‘Dayika min rûniştibû. Dema bavê min  got, ji cihê xwe pengizî. Bavê min, xwişka min û xizmekî me cenaze ji Amedê anîn. Stûyê wî şikandibûn. Hestî û çerm mabû. Wê şevê li mal ma.

Roja dîtir bavê min çend teqsî kirê kir. Em yek du kes li wan teqsiyan siwar bûn, ji bo ku merasîma cenaze qelebalix xuya bike. Ew li hemû Çewligê gerand û anî ber Lîseya Çewligê. Li wir qîriya ‘Min tu anî. Tu bi serilindî ji vir çû, bi serbilindî jî hatî’. Em hatin malê, me şîna wî gerand. Gelekî li ser xwe bû, her tim li wan tê” û nikare gotina xwe biqedîne…

STRANA SAKÎNEYÊ…

Di 7’ê Cotmehê de Delîl, di 27’ê Kanûnê de Huseyîn û çend meh şûnde jî Zekî hate kuştin. Piştî demeke kurt Mazlûm û Hayrî ketin rûpelên dîrokê. Jiyan û kêfa li malê qediyaye û bûye qadeke polîtîk. Sakîne Cansiz beriya ku ji Çewligê derkeve, dema diçe serdana jinan, strana ‘Dil bi xemgînî’ digirî distrê, melodiya wê stranê maye. 

Di wan deman de dewlet digire ser malan. Li her derê digerin. Ji Yildiza jina Huseyîn re dibêjin bila tevî kurê xwe biçe û lê ew bi ya wan nake. Dev ji malbatê bernade. Heqaret û êşkence lê tê kirin. Ew stûyê xwe xwar nake û ji ya xwe danakevin xwarê. 

Bavê wan Îsa Dûrmûş dema Pêngava 15’ê Tebaxê dibihîse, ji kêfan dike bifire. Sibehê radibe diçe ser goristanê û dibêje ‘Armanca Xeyrî û Şaho dîsa geş bû’ û kêfa wî tê. 

DAYIKA MIN JI XWE RE KIR KEMBER

Ez li pirtûk û alavên wî dipirsim. Bi hestiyarî dibêje ‘Hinek jê li Çewligê malê ne û hinek jê jî li cem xwişka min e. Xwişka min her sal diçe li alavan dinihêre, derman dike. Cilê kekê min Huseyin û Hayrî çirandibûn. Dema Yildiz çûbû, atlêtê wî mabû. Dayika min ew ji xwe re kiribû kember. Bi salan li nava xwe pêça. Dema mir me kefenê wê bi wê kemberê girêda”

Tovên ku wan di wan rojan de çandibûn îro Rojava di serî de, li her dera welat zîl dide. Di şexsê şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de, rêz û hurmet ji hemû şehîdan re…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA