Şêniyên Tebqayê xwe li herêmên ewle yên QSD'ê digirin
Ji şêniyên Tebqayê yên ji hovîtiya DAIŞ'ê reviyan û xwe li herêmên ewle yên QSD'ê girtin, diyar kirin ku DAIŞ welatiyan birçî dihêle, nahêle kes ji bajêr derkevin û bi vî rengî wan bi kar tînin.
Ji şêniyên Tebqayê yên ji hovîtiya DAIŞ'ê reviyan û xwe li herêmên ewle yên QSD'ê girtin, diyar kirin ku DAIŞ welatiyan birçî dihêle, nahêle kes ji bajêr derkevin û bi vî rengî wan bi kar tînin.
Di çarçoveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de, şervanên Odeya Çalakiyan heta niha gelek gundên li dora bajarên Reqayê û Tebqayê ji çeteyan paqij kirin. Herî dawî balafirgeha leşkerî ya Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.
Şêniyên Tebqayê, ku firsendê dibînin ji hovîtiya DAIŞ'ê direvin û xwe li hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) digirin.
Şervanên QSD'ê jî şêniyên herêmê li bajarokê Mehmûdlê pêşwazî dikin û piştre wan derbasî herêmên ewle kirin.
Ji şêniyên Tebqayê yên ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar bûne, ji ANF'ê re qala hovîtiya DAIŞ'e kirin.
Jina bi navê Meriyem Xalid got, "Heta ku me xwe ji Tebqayê ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kir, em 5 saetan meşiyan. Kufletê mala me 11 kes in. Çeteyên DAIŞ'e nahêle kesek karekî bike û ji mala xwe derkeve. Dixwazin bi vê yekê re xelkê birçî bikin, ku tevlî wan bibin. Lê kesek tevlî wan nabe. Lewma me bi zorê xwe ji wan rizgar kir."
Jineke din a ku du zarok di hembêza wê de ye û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike got, "Ez tevî hevjîn û zarokên xwe ji çeteyan reviyan. Niha xwişka min û birayên min li Tebqayê ne, di nava lepên DAIŞ'ê de ne. Ji ber vê yekê naxwazim rûyê xwe vekim. Çeteyen DAIŞ'ê bajarê Tebqayê di havîna 2014'an de dagir kir. Wê demê bi sedan sivîl û leşkerên Sûriyeyê kuştin. Heta niha jî DAIŞ rojane mirovên ji xelkê Tebqayê dikuje."
Ji fermandarên hêzên QSD'ê yên li herêmê ku Mihemed Ebû Xelîl ku bi xwe ji Tebqayê ye, der barê rewşa koçberan de agahî da ANF'ê.
Xelîl destnîşan kir, ku heta niha 500 sivîl ji bajarê Tebqayê gihîştine wan û ew jî li gorî derfetên xwe li bajarokê Cirniyê bi cih dikin.
Xelîl ragihand, ne tenê ji şêniyên Tebqayê, her wiha ji Dêra Zor, Iraq û Meskeneyê jî koçber xwe li wan digirin.
Xelîl diyar kir, piştî ku ew rewşa li gundên rizgarkirî aram dikin, sivîlan vedigerînin cih û warên wan û anî ziman, heta niha ti pirsgirêk derneketiye.