BI DÎMEN

Şêniyên kampa Newrozê serdana konê 'Mertalên Zindî' kirin

Konê "Mertalên Zindî" ku ji bo derketina çeteyên AKP-PDK ji Şengalê hat vedan, di roja 7. de ye. Ji bo piştgirîdayînê şêniyên kampa Newrozê serdana konê çalakiyê kir.

Ji bo çeteyên PDK-AKP ji Şengalê derkevin, di 20'ê Adarê de bi pêşengiya Jinên Êzidî û Însiyatîfa Gelê Şengalê, li Xanesorê konê 'Metalên Zindî' hat vedan.

Mêvanê çalakiya ku di roja 7'an de ye, şêniyên kampa Newrozê ya li Rojavayê Kurdistanê bûn.

Şêniyên Kampa Newroz û nûnerên saziyên Şengalê yên hatin serdana çalakiyê nerazîbûna xwe li dijî hebûna çeteyan nîşan dan.

Li ser navê şêniyên kampa Newrozê Qehtan Xelîl li vir axivî û got, "Ji bo parastina axa xwe bikin û piştgiriyê bidin gelê xwe em hatine vê derê. Kesên qaşo hatine ji bo parastina axa Êzidxanê bila biçin Sîba, Til Êzir û Koço rizgar bikin. Em wan li ser axa Şengalê naxwazin. Hetanî ciwanek, zarokek, dayikek Êzidî hebe, wê berxwedana me dewam bike û em ê nehêlin kesek axa me dagir bike."

Li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Qahtan Elî bi xêr hatina şêniyên kampa Newrozê kir û got, "Îro roja berxwedan û hevgirtinê ye. Bila civaka Êzidî destê xwe bide hev û yekîtiya xwe ava bike. Ku ti hêz nekeve axa me û fermaneke din li me raneke."