‘Şengal rûmeta me ye, bimre îxanet’

Li Kobanê û Serêkaniyê, êrîşa koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ ku girêdayî PDK’ê ne ya li ser Şengalê hate protestokirin.

Rêxistina TEV-DEM a Kantona Efrînê, bi dûrişmeya“Îxanetê parçe bike” meşek organîze kir. Bi sedan welatiyê Kantona Kobanê tevlî meşê bûn û êrîşa çeteyên dewleta Tirk û PDK`ê dijî Şengalê şermezar kirin.

Di meşê de, Serokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Mislim, endamên rêveber ên TEV-DEM`ê, saziyên civaka sivîl û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn.

Meşvanan dûrişmeyên şermezarkirina îxanetê beriz kirin û pankêrta“Şengal rûmeta me ye”,“Bimre îxanet” û “Bijî berxwedana gelê Şengalê” vekirin.

Meşa ku li Qada Jina Azad hate destpêkirin li Qada Aştî veghûrî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Paştre jî Enwer Mislim axivî û got:“Kobanê û Şengal bi berxwedana xwe ya li dijî êrîşên hov tên naskirin. Êrîşa li ser Şengalê, êrîşa li ser Kobanê ye.”

Mîtîng bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Şengalî bi dawî bû.

SERÊKANİYÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Serêkaniyê êrîşê KDP’ê yên li ser Şengalê şermezarkir.

Li ber saziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê êrîşê KDP’ê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku armanca vê êrîşê dagirkirina Şengalê ye. Em wek saziya Malbatê Şehîdan radigihînin ku KDP û dewleta Tirkiye nikare vîna civaka Şengalê û YBŞ’ê bişkîne. Ji vê siyaseta qirêj re dibêjin êdî bese.