Sembola sekna bibiryar: Armanc Kurdo
Helwest wêrek a Kurdekî ku belkî qet jî di dîroka Kerkûkê de wê neyê jibîkirin. Armanc Kurdo navê çîroka wê têkoşînê ye ku bi fedekarî û helwesta xwe ya biryardar nivisiye.
Helwest wêrek a Kurdekî ku belkî qet jî di dîroka Kerkûkê de wê neyê jibîkirin. Armanc Kurdo navê çîroka wê têkoşînê ye ku bi fedekarî û helwesta xwe ya biryardar nivisiye.
Kurdistan navê wê cografyayê ye ku ji mirovahiyê re bûye dergûş, çîroka berxwedeneke dijwar a gelê wê yê qedîm e ku ji dîrokê ve tim lê hatiye nivîsîn. Li her bihosta vê xakê şopgerên vê kevneşopiyê hene. Bê awayekî bê nav ketine bi hezaran lehengan qedera wan e yan ji ber gunehên dîrokê ye. Jixwe yek ji wan ne bi wê kulê bûn ku navê xwe bidin nivîsandin. Tekan xem û kula wan ew bû ku cihê ku di dîrokê de ew heq dikin bi rûmetî bijîn.
DIKET PÊ HEQÎQETÊ; DIGÊHE QENDÎLÊ...
Armanc Kurdo (Talip Mehmûdî) sala 1991'an li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Zarokê malbatekî welatparêz e û di coxrafya ku lê ji dayik dibe û lê dijî di temenê biçûk de Tevgera Azadiyê nas dike. Cografyaya ku bi hezaran sal in berxwedanên dîrokî lê tê jiyîn dibîne û hay ji vê heye. Li aliyê din rista rejîma Îranê jî bandora xwe heye. Di dîrokê de ji hêzên dagirkeran re ku êrîş û zext li ser gelên bindest dikir bûye mijar. Ev rewşa heyî di nava civakê de rê li ber hinek lêgerinan vekiriye. Çîroka Armanc Kurdo jî wiha destpê dike. Her dem ketiye pey heqîqetê. Piştre jî bi hemû hêza xwe ber bi rêya azadiyê ve bi rê dikeve. Ev rê wî dibe çiyayên Qendîlê. Armanc di jiyana xwe ya nû de ku dixwaze carek din xwe nas bike û tekoşîna jiyana xwe nû dide.
Kurdistana ku di bin bayê dagirkeriyê de bû êdî bi bayê şoreşê yê ciwanên bi têkoşîna rizgariyê hêrs bûyî li ba dibû. Û Armanc bi ber pêla şoreşê dikeve, hewl dide ku jiyana xwe ya nû ya di nav refên PKK’ê de watedar bike.
GIRÊDAYÎBÛNA XWE YA BI OCALAN RE DIDOMÎNE
Piştî ku tevlî nav refên gerîla dibe, guherîn û veguherîna xwe bi awayekî ku mirov jê bawar neke xwe bi pêş dixîne û hê di sala xwe ya 2. de dibe fermandar.
Piştî ku tevlê nav refên gerila dibe û piştre guherîn û ve gûherin di demek lez de çêdike û hêj di sala xwe ya 2. de wezifeya komutantiyê digre. Ciwanên ku nû tevlî refên gêrila dibe perwerdekirina wan digre ser milê xwe. Di dewreyên perwerdeyê de ku çawe xwe perwerde kiriye, plan û stratejiya ku tecrûbe girtî nîşanî şervan nû dide. Ciwanên ku nû tevlî Tekoşîna Azadiya Kurd dibûn, morelek mezin dida wan û bingehê PKK'ê ji wan re digot. Bidiiyar kirina sekna xwe ya bi biryar û girêdanbûna xwe ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta dawiya jiyana xwe sekna militanbûyînê didomand.
Dİ NAVA KOMA DESTPÊKÊ YÊN KU HATİBÛN MEXMÛR Û KERKÛKÊ DE CİH GİRT
Piştî ku dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê êrîşeke giran û komkujiyan bi ser gelên Kurdistanê de anîn, ji Tevgera Azadiyê bersiva ,’’îşev wê mudaxele li DAIŞ’ê were kirin’’ hatibû dayin. Di nav koma pêşî de ya ku hatibû xeta Kerkûk- Mexmûrê Armanc Kurdo hebû. Kurdo dema ku nû hatî Kerkûkê ji kamereyan re wiha dibêje: ‘’Em weke gerîlayên HPG’ê hemû hêza xwe em ê bi kar bînin û DAIŞ’ê biqedînin.’’
Li hemberî êrişên DAIŞ'ê hêzên navendî yên Iraqê cih û cebilxaneyên xwe li paş xwe hêlan û vegeriyan. Hêzên ku mabûn hêzên Kurdî û gerîlayên HPG’ê bûn ku xwe gihandibûn hawara wan.
Li eniya Kerkûkê her roja ku diçû êrişên çeteyên DAIŞ'ê zêde dibûn. Li Celewla,Wehde, Sehde û Tilwerdê rihê ku fedayî yên gerîlayên HGP'ê DAIŞ sekinandin. Bi vê rewşê re DAIŞ li hemberî wan bê çare mabûn. Şehîdê destpêkê li KerkûKê yê HPG'ê Merwan Gezgor û Armanc Kurdo ku di operasyona Celewla da mil bi milê hev bi sekja xwe ya dayîn nîşandan re bi hemû plan û stratejiyên şer ve Celewla bi saya wan hat azadkirin.
PLANÊN DAÎŞ’Ê XIRAB DIKIN
Şervanên Tekoşîna Azadiyê yên ku her carê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê vala pûç dikin, vê carê jî ji bo êrîşê xwe amade dikin. Heval Armanc jî bi berpisiyartiya jiyanê ve rêhavelên xwe re taqtîkê şer yên nû dixwaze nîşan bide. Di Heman demê de çeteyên DAÎŞ’ê jî li herema Tilwer ya başûrê Kerkûkê plansaziya êrîşek mezin dikin. Dîrok hefteya dûyemîn a meha Çîlê nîşan dikir. Çeteyên DAÎŞ’ê bi bi avayekî ber fireh êrîşê Kerkûkê kir. Herema Tilwer a başûrê Kerkûkê çeteyên DAÎŞ’ê ji gelek aliyen va êrîşê çeperên peşmergayan kirin.
Dîrok heftiya duyê ya Çile nîşan dide. DAIŞ di ser Kerkûkê re bi êrîşeke berfireh eniya Başûr ji xwe re dike hedef. Ji herêma Tilwerde ku dikeve eniya başûr a bajêr de, heta berê sibehê bi ser eniya pêşmergeyan de êrîşeke giran pêk tînin. Enî li pêş vê êrîşê zêdetir nema dikare xwe ragire û dişike. Bi vê şikestinê re plana DAIŞ’ê bi giştî pêk tê. Tenê dibîne ku bi teqwîyekirina cebilxaneya bigihînin milîsên çete yên nav bajêr. Her wiha piştî agahiyên şikestina eniyê, ji çar gerîlayên HPG’ê yên ji bo teqwiyeyê hatibûn yek jê bû. Ev kome ku pêşmergeyên hatin dorpêçkirin xilas bikin, dorpêçê dişkînin û li eniya pêş mewziyên xwe datînin. Piştî çend saetan ji bo ku hevrêyên ku xwe ketine xeleka DAIŞ’ê de rizgar bike Êrîşê dibe, ew û hevalê wî yê li rex 30’ê Çile ya 2015’an bi giranî birîndar dibin. Armanc Kurdo piştî bi şeş rojan (6 Sibat 2015) li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide. Armanc Kurdo ku bû navê zarokên nûza yên Kerkûkê bi wêrekî û fedekariya xwe ya mezin navê xwe bi tîpên zêrîn li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nivîsî.