Selah: Êrîşên Tirkiyeyê Kerkûkê dixe xetereyê

Felah Selah ê ku çavdêrê siyasî ye, diyar kir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê, Mûsûl û Kerkûkê ye.

Çavdêrê siyasî Felah Selah êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li qada Bradostê nirxand. Selah diyar kir ku ev êrîşên dewleta Tirk ne nû ye û ji sala 1991’an ve tê kirin. Selah diyar kir ku yek ji armanca van êrîşan ev e ku pêşiya çalakiyên gerîlayan were girtin û bandora modela şoreşa Rojava were şikandin.

‘RÊVEBERIYA BAŞÛR ZEMÎNÊ AVA DIKE’

Selah got ku “Beşeke rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên wan ên bi Tirkan re zemînê dide van êrîşan. Qaşo ev êrîş li dijî gerîlayên PKK’ê ye lê ev êrîş li ser qadên sivîlan tê kirin. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe li Başûrê Kurdistanê terorîzmê dikin. Dewleta Tirk ji ber pêşiya çalakiyên gerîlayan bigire û bandora şoreşa Roajva bişikîne, hewl dide tola xwe ji gelê Başûr bistîne. Serokwezîr û serokkomarê Iraqê îro li hemberî van êrîşan bêdeng dimîne lê di dahatûyê de wê nikaribin bêdeng bimînin. Ji ber ku ew daxuyaniyê bidin wê hiqûqa navneteweyî têkeve dewrê.”

Selah diyar kir ku divê Kurdên li Başûr di têkiliyên xwe de yên bi Erdogan re divê bihistyar bin û got ku “Ji bo peyman û têkiliyên bazirganiyê destûr dan ku leşkerên dewleta Tirk têkevin Başûr. Bi taybetî PDK di vî warî de gelekî bi pêş ve çû. Heta niha roleke gelekî xerab bi cih anîne. Nêçîrvan Barzanî piştî referandûmê bû yekemîn rayedarê Kurd ku çû Tirkiyeyê. Lê Erdogan ne wekî serokê herêma Kurdistanê wekî serokê eşîr û şîrketekê ew pêşwazî kir. Tirkiye tu carî mafê Kurdan nas nake. Ji bo ku Kurd mafên xwe bi dest nexin, li her derê dijminatiya Kurdan dikin.”

‘PARTIYÊN BAŞÛR DIVÊ BERJEWENDIYÊN KURDISTANÊ BIPARÊZIN’

Selah diyar kir ku armanca Erdogan tunekirina destkeftiyên Kurdan e û got ku “AKP ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan her tiştî dike. Divê rêveberî û hikumeta herêma Kurdistanê stratejiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re biguherînin. Tirkiye di warê qada navneteweyî de meşrûiyeta herêma Kurdistanê qebûl nake. Di heman demê de di merasîma sondxwarinê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de, ji ber ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê li wê derê ye, Ey Reqîb nehate xwendin. Divê hikumeta Herêma Kurdistanê pişta xwe bispêre stratejiya ku berjewendiyên Kurdistanê diparêze. Ev jî bi yekîtiya neteweyî pêk tê.”

‘DIXWAZIN KERKÛKÊ DAGIR BIKIN’

Selah diyar kir ku polîtîkaya Erdogan ev e ku Kerkûkê dagir bike û got ku “Erdogan li Kerkûkê MÎT xurt kiriye û ji çeteyan rêxistinek ava kiriye. Tirkiye ji ser Tirkmenên li Kerkûkê planên qirêj amade dike. Li Kerkûkê hemû gel bi hev re di nav aştiyê de dijîn û cihekî xweser e. Hin Tirkmen jî ji polîtîkaya AKP’ê re dibin amûr. Armanca êrîşan ne bi tenê Bradost û Xakurkê ye. Mûsûl û Kerkûk jî parçeyekî girîng ên vê dagirkeriyê ne. Heke pêşiya vê dagirkeriyê neyê girtin wê dagirkerî zêdetir bibe. Ji ber vê jî divê hemû hêzên Kurdan bibin yek û bi hev re tevbigerin.”