Sefîrê Tirk xwendekar neçar kir ku pesnê Tirkiyê bidin

Sefîrê Tirk Hakan Karaca yê ji bo alîkarikirinê serdana dibistanên başûrê Kurdistanê kir, bi rêya çapemeniya xwe hewl da ku xwendekar pesnê dewleta Tirk a dagirker bidin.

Sefîr Tirki yê li herêma Kurdistanê bi pêşengtiya Wezîrê Pêkhateyên Ciyawaz yên Herêma Kurdistanê Aydin Merûf, li ser navê Alîkariya Heyva Sor ya Tirkiyê Rêxistina (TIKA) girêdayi saziya îstîxbarata Tikiyê MÎT’ê ye, li dibistanên herêma Kurdistanê digerin û ji xwedenvanan re civînan çêdike. Her wiha xwendekaran neçar dikin ku ji çapemeniyê re pesnê dewleta Tirk bidin.

Sefîrê Tirtk Hakan Karaca bi pêşengtiya Aydin Merûf ji bo alîkarikirina dibistanana serdana Dibistana Amadeyî ya Kecan Atebîk kir, li gel xwendekaran axivî.

Yek ji wan xwendekarên wê dibistanê ku ne xwest navê xwe eşkere bike ji ajansa ANF’ê re ragihand: “Piştî axaftinên Hakan Karaca çapemeniya girêdayi Tirkiyê jî li gel sefîr hatibû, xwendekaran neçar dikir ku pesnê dewleta Tirkiye bidin.”

Her wiha wê xwendekarê got: “Ez yek ji wan xwendekaranim ku zext li min kir ku ji bo biaxivim. Lê ez ne amedabûm ku baxivim ji ber wê tevî gelek zextan jî ez ne peyivî.”

Çavdêrê siyasî Mihemed Keyanî derbarê wan geşedanan de axivî û got: “Li herêma Kurdistanê şerme ku rê bê dayîna sefîr Tirk, bi keyfa xwe li dibistanên Kurdistanê bigerin ku ji bo xwendevanan baxivin û li dijî gelê Kurd wan perwerde bikin.”

Di heman demê de Keyanî di axaftinên xwe de bal kişandin li ser vê ku dewleta Tirk hemû hewldanên xwe daye tinekirina destkeftiyên gelê Kurd. Hemû caran Tirkiye ji bo Kurdan bi awayek eşkere li dijî herêma Federal e.

Gera li dibistanan û destwerdana Sefîrê Tirkiye ya li saziyên bajarê Hewlêrê dikin, li gorî destûra Iraqê ya sala 2005’ê ya xala 1. û 8., hatiye diyar kirin ku ‘Iraq dewletekî Federalî ya serbixwe ye û serweriya wê parastiye.” Ev jî tê wê wateyê ku ti welatek mafê wî nîne destwerdanê di karûbarên navxweyî ya Iraqê de bike.

Lê ev yek cihê bal kişandinê ye ku dewleta Tirk gelek caran bi awayek eşkere destwerdanê li Iraq û herêma Kurdistanê dike. Li aliyekê deverên herêma Kurdistanê bombebaran û dagir dike, li aliyê din jî Sefîrê Tirk bi serkêşiya wezîrek yê herêma Kurdistanê dest bi amedekariyên sala perwerdê dikin.