Seferî Yilmaz: Yên Kurdan dikujin nayên cezakirin

Seferî Yilmaz nerazîbûn nîşan da, ku tê xwestin endamên dewletê yên ku pirtûkxaneya Ûmût bombe kirin werin beraatkirin û got, "Di encama lihevkirina AKP û Ergenekonê de gihîştin vê nuqteyê. Kî Kurdan bikuje wê neyê cezakirin."

Astsûbay Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtirafkar Veysel Ateş di 9'ê Mijdara 2005'an de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê êrişeke bombeyî biribûn ser Pirtûkxaneya Ûmûtê. Rûniştina 14'emîn a jinûve darizandina êrişkaran pêr li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat.

Hersê endamên dewletê jî tevlî rûniştinê nebûn. Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmûtê Seferî Yilmaz û parêzerên Baroya Wanê tevlî rûniştinê bûn.

Seferî Yilmaz destpêkê axivî, îfadeyên xwe yên berê dubare kir û anî ziman ku sûcdar li ser sûc hatine girtin û xwest bêne cezakirin. Piştre ji parêzerên dozê Alîkarê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî bi bîr xist ku yên bombe avêtin ji aliyê gel ve hatin girtin. Çîftçî got, "Eşkere ye ku bersûcan ev sûc kirine. Em dixwazin ku têkildarî bersûcan biryara girtinê bêne dayin. Nêzîkatiyeke bi xemsarî li dosyayê dibe. Niha ev şexs bi rehetî digerin ku ev yek jî ji aliyê wijdanê civakê ve nayê qebûlkirin."

Piştre jî dozgeriyê li ser esasê nêrîna xwe anî ziman. Dozgeriyê xwest, ji ber 'kêmaniya delîlan' her sê endamên dewletê beraat bikin. Heyeta dadgehê jî rûniştin ji bo 20'ê Kanûnê taloq kir.

ENCAMA LIHEVKIRINA AKP Û ERGENEKONÊ

Seferî Yilmaz piştî rûniştina dozê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku bersûc li ser sûc hatin girtin, her wiha belge û krokiyên ku di wesayita sûcdaran de hatin dîtin jî her tişt raxist pêş çavan. Yilmaz got, "Hesabê wan cuda bû, lê belê hesabê wan li hev nehat. Gelê me roja bûyerê Alî Kaya di wesayitê de zevt kir. Li ser mezinbûna bûyerê bi destwerdana Tîmên Tevgera Taybet xwestin ku delîlan ji holê rakin, di dema keşfê de gule li gel reşandin û kesekî jiyana xwe ji dest da. Piştî ku îdîaname ji aliyê Dozgerê Komarê yê Wanê Ferhat Sarikaya ve hate amadekirin, dadgehê 39 sal cezayê girtîgehê li bersûcan birî. Dadgeha Bilind jî ev ceza pejirand. Piştî ku dozger Ferhat Sarikaya bi îdîaya 'FETO'yî ye' hate destgîrkirin, di encama serlêdanê de ev dosya li Dadgeha Bilind jinûve hate xerakirin. Beyanên şahidan, axaftinên bi telefonê û delîlên ku li cihê bûyerê hatin dîtin tevî ku her tişt raxist pêş çavan jî dozgerê komarê niha dixwaze ku bersûc beraat bikin. Desthilatdariya AKP'ê ya wê demê bi gotina, 'em ê wesayita leşkerî bişikînin' xwedî li vê dozê derketibû. Serokwezîr Erdogan li pêşiya raya giştî soz dabû. Lê belê hat wê nuqteya 'Em şahidiya xelkê Şemzînanê qebûl nakin'. Di encama lihevkirina AKP û Ergenekonê de hatin vê nuqteyê. Em dibînin ku kuştina kurdan serbest e û yên Kurdan bikujin wê neyên cezakirin. Ev dadgerî dadgeriya AKP'ê ye û ne li benda edaleteke rasteqînim. Bila bala raya giştî li ser be û nerazîbûna ku beriya 16 salan hate nîşandan îro jî bê nîşandan."

Parêzer Kadîr Kûtevî jî got, "Em dixwazin hiqûq ji bo herkesî derbas bibe. Di hiqûqê de cotstandartî nabe. Lewma li gel ewqas beyanên şahidan û delîlan jî xwestina beraatê têkçûna hiqûqê ye. Em ê dest ji dozê bernedin."