Sefera Kurdistanê ya Ocalan

Kaytan: Li Çewlik, Dep, Dersim, Xarpêt, Amed, Riha û Dîlokê civîn hatin kirin. Sefer pêk hatibû.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan di beşa dawî ya hevpeyvînê de qala 'Sefera Kurdistanê' ya Ocalan, civîna Fîsê ya damezrandina PKK'ê û girîngiya PKK'ê ji bo gelê Kurd kir.

BIRYARA LI SER 'SEFERA KURDISTANÊ' DI CIVÎNA LI DÎKÎMEVÎ DE HAT DAYIN

Kaytan da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo nirxandina karê salekê yê li Kurdistanê hatiye kirin, biryar da ku civînekê li dar bixe û got, "Ji her qada xebatê nûner tevlî vê civînê bûn. Şeveke sersalê bû, em li maleke li taxa Dîkîmevî ya Enqereyê li hev rûniştin. Hewa cemidîbû û me jî sobe dadabû. Rêber Apo nêrînên xwe nivîsandibû. Cara yekê bû ku ji bo civînekê belgeya nivîskî dihate pêşkêşkirin. Eger polîsan biavêta ser xanî, me yê ew belge biavêtina nava sobê û bi vî rengî bişewitanda. Ji bo tedbîrê, me şeva sersalê ji bo lidarxistina civînê hilbijartibû."

ZELALIYA ÎDEOLOJÎK, NÊZÎKATIYA BI PÎVAN Û JIYANA LI GORÎ FIKRÊ XWE, ŞERTÊ HEBÛNÊ YÊ APOGERÎ BÛ

Kaytan destnîşan kir ku biryara li ser 'Sefera Kurdistanê' ya Rêberê Gelê Kurd di vê civînê de hat dayin û wiha dewam kir: "Rêber Apo wê biçûya hemû herêmên ku weke kom em lê dixebitîn, li van cihan bi hemû endamên komê re civîn li dar bixista. Gelekî girîng bû ku her namzetekî milîtaniya tevgerê, nêrînên tevgerê yekser ji Rêber Apo guhdarî bikira. Me yê yekîtiya xwe ya îdeolojîk bi vî rengî pêk bianiya û qewîn bikira. Ji ber ku zelalî û yekîtiya di îdeolojiyê de beriya her tiştî bû. Zelaliya îdeolojîk, nêzîkatiya pîvanî û jiyana li gorî fikrên xwe, mîna şertê hebûnê yê Apogeriyê bû. Civakê jî di vî warî de cudahiya Apoyiyan didît."

RAWESTGEHA DESTPÊKÊ BAJARÊN SERHEDÊ BÛN

Kaytan anî ziman, rawestgeha destpêkê ya 'Sefera Kurdistanê' ku meha Nîsanê dest pê kir bajarên Serhedê bûn û got, "Civînên destpêkê li Qers û Agiriyê hatibûn kirin. Piştre li Çewlik, Dep, Dersim, Xarpêt, Amed, Riha û Dîlokê civîn hatin kirin. Sefer pêk hatibû. Ev yek fetha îdeolojîk bû; fetihkirina dil û mejî bû, bicihkirina eşqa jiyana azad li dil û mejiyên hatin fetihkirin bû. Ev çalakî û hewldana ku tenê bi çend mirovan dest pê kir, wê gel bi temamî hembêz bikira û di dawiya dawî de rastiya gelekî ku di jiyana azad de bi biryar e biafiranda."

CIVÎNA LI XARPÊTÊ, AMADEKARIYA JI BO KONGREYÊ BÛ

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan di dewama axaftina xwe de ragihand ku hin civînên mezin hebûn ku di dema komê de hatin kirin û gelekî girîng bûn. Kaytan destnîşan kir ku yek ji van civînan jî sala 1978'an beriya Kongreya Damezrandinê li Xarpêtê hate kirin û got, "Hejmara hevalên tevlî vê civînê bûn, ji hejmara delegeyên kongreyê zêdetir bû. Hevalê Kemal Pîr jî tevlî heman civînê bûbû. Wê wextê bernameyeke me ya rêxistinê hebû ku hatibû erêkirin, lê belê nediyar bû ku ev yek wê bi rêxistinbûneke çawa bikeve meriyetê. Civîna li Xarpêtê ji bo dawî li vê rewşa nediyar bîne hate kirin. Lewma amadekarî ji bo kongreyê bû. Me hemûyan ji dil bawer dikirin ku pêwîstî bi rêxistineke pêşeng heye. Dema ku qala rêxistina pêşeng dihate kirin, ya ku dihat hişê her kesî bêguman partiyeke şoreşger bû. Lê belê dema dor dihat biryardayinê, gelek heval bi îhtiyatî tevdigeriyan. Kesê ku ji dil û bi xurtî dixwest ev rêxistin bibe partî hevalê Mazlûm Dogan bû. Di civînê de biryar hat dayin ku rêxistina xwedî li bernameyê derkeve 'Yekîtiya têkoşîna ji bo rizgariya Kurdistanê' be. Kongre wê bi vê biryarê pêk bihata.

KONGREYA DAMEZRANDINA PKK'Ê YA LI GUNDÊ FÎS'Ê

Kaytan qala civîna damezrandina PKK'ê ya li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê roja 27'ê Mijdara 1978'an de pêk hat, kir:

"Ji me re hatibû gotin ku wê ji Dersimê du delege tevlî kongreyê bibin û divê em wan diyar bikin. Yek ji van du delegeyan ez bûm. Dema ku bang li me hate kirin, tevî bi yê duyemîn em çûn Amedê. Em li navenda bajêr pêşwazî kirin û birin gundê Fîsê. Ez berê qet neçûbûm vê derê. Lê belê min yek ji zarokên xwediyê mala ku me civîn li dar xist, berê nas dikir. Ev heval Seyfettîn Zogûrlû bû. Dema ku li Dibistana Mamosteyan a Dersimê dixwend min têkilî pê re danîbû. Sala 1976'an tevlî nava Tevgera Apoyî bûbû. Yek ji du hevalên ku ji amadekariyên kongreyê berpirsyar bû. Ez bawerim ê din jî hevalê Dûran Kalkan bû. Her du jî li Amedê dixebitîn. Van her du hevalan malovanî ji civînê re kirin.

Cara yekê bû ku me bi rojeveke ewçend berfireh civînek pêk dianîn. Heta wê wextê, hemû civînên me ji aliyê Rêber Apo ve hatibû birêvebirin. Vê carê got ku ew ê gelek caran mafê axaftinê bigire û nirxandinan bike, lewma divê civîn ji aliyê hevalekî din ve bê birêvebirin. Civîna ku ji dîwana yek kesî pêk hat, ji aliyê hevalê Mehmet Hayrî Dûrmûş ve hat birêvebirin.

Tê bîra min, Rêber Apo di civînê de bi giranî li ser rastiya kadro sekinî: Heta ku kadroyên şoreşger ên profesyonel nebin, heta ku her heval xwe veneguherîne kadroyekî bi vî rengî, qîmetê wê nîne ku mirov xwe weke rêxistineke şoreşger bi nav bikin. Piştî ku me navê partiyê hilanî û berpirsyariyên wê bi cih neanî, em ê bikevin rewşa palyaçoyên ku her kesî dikenînin. Li vê derê me gaveke dîrokî ya ku çarenûsa gelekî diyar bike diavêt. Ji bo kêlî û gavên bi vî rengî yên dîrokî, pêwîstî bi kesayetên dîrokî heye. Ji bo vê jî divê mirov bi dildarî bi doza azadî û serxwebûnê ve girêdayî bin, xwe bikin îrade, qelsiyên xwe veguherînin hêzê û di pêşvebirina xwe de sînoran nas neke. Mîna ku pratîka me heta niha piştrast kiriye, serketin jî binketin jî wê ji aliyê kadroyan ve bê diyarkirin. Ya ku pêwîstî pê heye, rastiya kadro ye ku berê xwe daye serketinê. Nirxandinên Rêber Apo dikarim bi kurtasî bi vî rengî bînim ziman.

RÊBER APO PÊKHATE BI SÊ KATEGORIYAN DESTNÎŞAN KIR

Ne şaş bim em 23 delege bûn. Di nava wan de hin hebûn ku heta wê çaxê min nedîtibû. Rêber Apo wê piştre ev pêkhate bi şêweyê sê kategoriyan binirxanda. Kategoriya yekemîn; hevalên ku ji bo li gorî rêbaz û tempoya Rêber Apo tevbigerin gelekî hewl didan. Di vê kategoriyê de hevalên Mazlûm û Hayrî hebûn. Kategoriya duyemîn; ji tîpên kariyerîst û xwedî niyeteke nebaş pêk dihat. Serkêşiya wan jî Şahîn Donmez dikir. Kategoriya sêyemîn jî ji wan hevalan pêk dihat ku niyeta wan baş bû, lê belê xwe negihandibûn wê astê ku karibin bersivê bidin kêliyên dîrokî. Kategoriya destpêkê mîna zeviyê berhemdar bû. Dema ku cotkar tov lê direşand û wexta xwe dihat, bi sedan, bi hezaran berhem diafirand. Yên di navendê ma bûn, bi kêmasiyên xwe re mijûl dibûn. Yên xwedî niyeta xerab jî wê di demên cuda de ber bi xiyanetê ve biçûna. Ligel her tiştî jî yê bi ser diket Rêber Apo û koma ji pola ya li dora wî bû. PKK a ku di çaryeka dawî ya sedsala 20'an de ava bû, wê nîşanî tevahiya cîhanê bida ku ew yek ji partiyên herî şoreşger ên sedsala 21'ê ye."

PKK JI BO KURDAN TÊ WATEYA WELATEKÎ AZAD, CIVAKEKE DEMOKRATÎK, TÊ WATEYA JIYANÊ BI XWE

Di dewama axaftina xwe de endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan girîngiya PKK'ê ji bo gelê Kurd nirxand:

"PKK ji bo Kurdan ne tenê partiyek ji rêzê bû. PKK ji bo Kurdan dihat wateya jiyanê, welatekî azad û civakeke demokratîk. PKK nebûya li Kurdistanê pel jî nedihejiya. Heman tişt bêguman îro jî derbas dibe. PKK nebûya, gelê Kurd wê di şerê hebûnê de ti carî bi ser neketibûya.

Têkoşîna 'parastina hebûnê û pêkanîna azadiyê' ya gelê me ku bi saya PKK'ê ji nû ve bû xwedî hişmendiya xwe û hebûna xwe bi dest xist, hê jî dewam dike. Wezîfeya pêşengiya vê têkoşînê û biserxistina wê hê jî li ser milê PKK'ê ye. PKK a xwe ji nû ve ava kir, êdî ne partiyeke mîna serdema rizgariya neteweyî ya berê ji bo armanca dewletê û desthilatdariyê tevdigere, lê li ser bingeha paradîgmaya nû bûye partiya pêşeng a serdemeke cuda, serdema netewebûna demokratîk. Avabûna civaka demokratîk weke neteweya demokrartîk, wezîfeya bingehîn a serdema nû ya têkoşîna PKK'ê ye. Di navbera rastiya xeta îdeolojîk-polîtîk a PKK'ê û rastiya xeta pratîk a şênber a KCK'ê de ku di çarçoveya avakirina modernîteya demokratîk de derket holê, têkilî û girêdaneke diyalektîk a ji hev nayê qutkirin heye. Rêber Apo di avakirina neteweya demokratîk de hem rol û mîsyona PKK'ê hem jî wate û wezîfeyên KCK'ê bi rengekî zelal û berfireh raxistiye pêş çavan. Her du jî bi xurtî bi hev ve girêdayî ne, di zikhev de ne û hevdu temam dikin. Yek ji van ji ya din ne kêmtir e. Yek nebe nepêkan e ku ya din bibe xwedî wate. Ne bêyî PKK'ê em dikarin KCK'ê ava bikin, ne jî bêyî KCK'ê em karibin qala wateya PKK'ê bikin."

HEVRÊTIYA KOMA DESTPÊKÊ

Kaytan da xuyakirin ku tenê xezîne yan jî nêrînên mîna xezîneyan hêja ne dikarin veşartî bin û got, "Rast e, Rêber Apo ji bo hevalê Hakî gotibû 'Ew, ruhê min ê veşartî bû'. Nexwe hevalê Hakî jî mîna di Pirtûka Pîroz de tê gotin, sirek wî hebû. Dema ku xwe gihand Rêber Apo, derket holê ku ev sira bi hevalê Hakî re ye, mîna xezîneyeke gelekî mezin hêja ye. Rêber Apo bû mifet ku ew deriyên li pêşiya wê xezîneyê vedikir. Ji ber ku rastiya Rêbertî hem xezîne ye, hem jî agahiya pîroz e ku xezîneya veşartî ya bi mirovan re derdixîne holê. Têgîna 'Zana' ku di nava me de bi xwe der dibe û ji bo pênasekirina xwe tê bikaranîn, vê rastiyê tîne ziman ku haya gelekî ji me jê nîne. Yên ku agahiya rastiyê pê re ye, ji bo mirovên din dibe çavkaniya nesîhetan. Sira di vir de ew e, ku Zana bi hemsirê xwe dihese û hemsir jî bi çend gotinan nesîhatê digire. Rêbertî ji bo koma me ya destpêkê digot, 'Me li çavê hev dinêrî û bi vî rengî ji hev fêhm dikir'. Di bingeha vê gotinê de jî têkiliya navbera yê xwedî vê xezîneyê û yên amade ne ji bo bibin hemsir."

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA