Saziyên civakî çûn serdana gundê Mişrifê

Nûnerên saziyên sivîl û demokratîk çûn serdana gundê Mişrifê yê Licê a ku Helîkopterê welatî gulebaran kiribû û 3 welatî birîndar bûbû. Heyetê piştî serdanê rapor amade kir û wê di rojên pêş de eşkere bikin.

Nûnerên saziyên sivîl ên ji Rêveberiya Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD), Veqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Înîsiyatifa Mafan pêk dihat, heyet ava kirin û çûn serdana gundê Mişrifê yê ku helîkopterê welatî gulebaran kiribû. Heyet çû serdana xizmên birîndaran. Heyet piştre jî bi Serdozgerê Komarê yê Licê re civiya û xwest daxuyaniyê bide. Lê polîsan heyet asteng kir û destûr neda daxuyaniyê. Heyet li ser astengiya polîsan derketin derveyî bajêr û daxuyanî dan.

‘WÊ DI ROJÊN PÊŞ DE RAPORÊ EŞKERE BIKIN'

Li ser navê heyetê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku wan lêkolîn kir û piştî lêkolîna xwe bikin rapor, wê di rojên pêş de raporê bi raya giştî re par ve bikin. Ozmen anî ziman ku ew bi xizmên birîndaran û Serdozgerê Komarê yê Licê re civiyane û wiha  got: “Me ji dozger xwest ku bûyerê bi her awayî lêkolîn bike û destûr nede ku kitekit û delîl bên windakirin.” Ozmen, destnîşan kir ku dozger bi hinceta derbarê bûyerê de biryara nepeniya dosyayê heye agahî nedaye wan.

Endamê Konseya Yekîtiya Tabîbên Tirk Şeyhmus Gokalp jî anî ziman ku wan piştî lêkolîn kir gelek binpêkirinên mafan tespît kirine û wiha got: "Pêkanînên li ser gundiyan ferz dikin dixwazin bi hinceta rêveberiya Rewşa Awarte  asayî û rewa bikin. Lê ev yek nayê qebûlkirin."

Heyetê piştî daxuyanî dan ji navçeyê vegeriyan. Wê di rojên pêş de raporê bi raya giştî re par ve bikin.