Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Konferansa 11’an pêk tîne

Konferansa 11’an a Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi tevlîbûna bi 400 delegeyan destpê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi diruşmeya ‘Em bi ruhê fedayî ya Bazên Zagros û Cenga Xabûrê, pêngava Dem Dema Azadiyê ye bi serkeftinê tacîdar bikin’ bi tevlîbûna 400 delegeyan Konferansa 11’emîn a Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir.

Salona konferansê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên wargehê, şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê, alên PKK, KCK, PAJK û HPG’ê hate xemilandin.

Ji Şengalê jî endamên Saziya Malbatên Şehîdan tevlî konferansê bûn.

Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştre Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratik Pakistan Bîlen axivî. Bîlen Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, şervanên azadiyê, girtiyên zindanan û tevahî gelê Kurd pîroz kir.

‘XURTIR TEVLÎ ÇALAKIYÊN ‘DEM DEMA AZDIYÊ’ BIBIN’

Bîlen bal kişand li ser lidarxistina konferansê ya di pêvajoyeke wiha hestyar û demeke welê ku ji her alî ve êrîş li ser Kurdan tê kirin û got: “Di pêvajoyek bi vî awayî de lidarxistina konferansek bi vî awayî, li hemberî dijmin bersivekî herî xurte. Li Hemberî êrîşên dijmin ên li ser Rêber Apo, pêngava ‘Dem Dema Azadîyê ye’ salek pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd berxwedaniyek pir mezin meşand. Wek Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî em jî bûn parçeyek ya vê berxwedanê. Divê ji niha û şunde jî ji bo hemû çalakiyên pêngava ‘Dem Dema Azadiyê’ em tevîlbûna xwe çêbikîn.”

Konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, perspektifên Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê dewam kir.