Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûr: Şehîd hebûna me ne

Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê nerazîbûn nîşanî kiryarên dewleta Tirk a li goristanên şehîdên Efrînê da û got: “Şehîdên Berxwedana Serdemê ji bo me mîrateyek bingehîn a avakirina xweseriya netewek demokratîk û Rêbertiyek azad e.”

Komîteya Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) têkildarî kiryarên li ser goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê daxuayiyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser van xisûsan:

‘ERKÊ HEMÛ WELATPARÊZAN EW E LI GORÎ XEYALA ŞEHÎD TEV BIGERIN’

“Eger mirov di rêya armanca xwe de, jiyana xwe hemû bide û di vê rêyê de biçe şahadetê ji vê re mirin nayê gotin. Ev jiyan bi xwe zindîkirine. Ji ber ku jiyîn ne tevgerkirine, jiyîn dayina jiyandine. Rêbertiya me û şehîdên me vêna bi gişti cîhanê da îspatkirin, netewekî ji darbestiya mirinê rizgar kir ji bo wê jî; erk û berpirsyariya herî mezin yê her hemwelatiyek Kurd û her mirovek welatparêz ew e ku şehidên Tevgera Azadiya Kurdistanê fam bike û bide famkirin, deynê şehîd di warê pêkanîna xeyalên wan de dayîn û li gorî amojgariyên şehîdan jiyankirine. Girêdayî şehîdên xwe û Rêbertiya xwe mayîn, pêwîstiyekî dev jê nayê berdane. Kesên  ku girêdayi biranina şehîdên xwe, di cih û wextê wê de tekoşinê bilind dikin, yên ku di cih de li bîranina wan xwedî derdikevin, yên xwedî dozek mezinin.

Şehidên me yên mîna XEYRÎ,  ELÎ, AKÎF, KEMAL û HELMET'an mîsyonên pir giranbiha ji bo me hêlane. Lewma jî wekî gelê Kurd jiyanîkirina welatek xweser û Rêbertiyek azad ji bo ne tercihek, naçariyeke.

‘ŞEHÎDÊN BERXWEDANA SERDEMÊ JI BO ME MÎRATEYÊ AVAKIRINA XWESERIYA DEMOKRATÎK Û RÊBERTIYA AZAD E’

Wekî tê  zanîn li dijî gelê Kurd û erdnîgarya Kurdistanê êrîşên dewleta  faşîst a Tirk konseptek ya  tinekirin û îmhakirinê tê meşandin. Di kesayetiya tevgera PKK'ê de dixwaze rêxistinek û netewek ji holê rake, bi hemû hêza xwe ya leşkerî, siyasî, teknîk û hwd ketiye nava hewldanên tunekirinê. Lê belê bi ser neket, bi ser nakeve! Ji ber ku gelê Kurd bi gêrîlayên xwe ve tevlî qada tekoşînê bûne. Wekî tê zanîn dewleta Tirk a faşîst li beranberî berxwedana destanî ya gêrîla têk çûye, ji bo wê ji wekî her carê  dema AKP-MHP tengav dibe  êrîşî goristanê şehidên me dike, ango êrîşî îspata hebûna gelê Kurd dike. Şehîdên Berxwedana Serdemê ji bo me mîrateyek bingehîn a avakirina xweseriya netewek demokratîk û Rêbertiyek azad e. Dewleta dagirker îro Şehîdên me yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bune dixwazin wekî gorên komî yên sivil bidin diyar kirin, ji bo vê yekê ji divê gelê me baş bizanibe, ev êrîş êrîşekî ji rêzê nine, êrîşekî li ser hafizaya Kurd e û pergala Netewa demokratîk e; ji dîrokê rakirine. Lewma ji destdirêjî, gunehbarî û bê exlaqiya ku çeteyên Erdogan li ser goristana Efrinê pêk anî, kiryarên derveyi mirovahî û dirindane ye. Qaşo sazî  yan jî kesayetên  ku xwe bi navê parastina mafê mirovan bi nav dikin şirikê vê rûreşiya dewleta Tirk û tenê dikarin xwe bixapinin.

‘HETA NEFESA DAWÎ LI PEY DOZA ŞEHÎDÊN  XWE BIN, BAŞ BIZANIN KU WÊ TOLA HESTIYÊN ZAROKÊN VÎ WELATÎ JI WE RE NEMÎNE’

Bangawaziya me ji bo dijiminê gelê Kurd, dostên dijminê Kurd û hêzên xiyanetkar ew e ku heya ku em wekî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdi a Mexmurê bikaribin nefesê bigrin, em ê li pey doza şehîdên xwe, tekoşînê bilind bikin, berxwedanê gur bikin û baş bizanibin wê tola hestiyên zarokên vî welatî ji were nemine. Di heman demê de bang li  mirovên xwedî wijdan, xwedi exlaq û xwedî pîvanên rêgezen jiyanî dikin ku li beranberî vê faşîzma dewleta Tirk bêdeng neminin û li beranberî nirxên pîroz ên gelê Kurd bi erka xwe ya demê rabin.”