Sarisaç: Li dijî faşîzmê em li hev bicivin

Namzetê parlamenteriyê yê Wanê yê HDP'ê Mûrat Sarisaç, ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê bang li her kesî kir ku li dora HDP'ê li hev bicivin.

Li Wanê rêjeya dengên HDP'ê gelekî li pêş xuya dikin. Tevî vê yekê jî HDP'yî bê navber dixebitin. Yek ji namzetên HDP'ê yên Wanê Mûrat Sarisaç got, "Gelê me zane ku tenê bi HDP'ê dikare tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê hilweşe."

Mûrat Sarisaç slaa 1983'an li navçeya Payîzavayê ji dayik bû. Piştî ku xwendiya xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Wanê qedand, ji Rêveberiya Gelemperiyê û Zanistiya Siyasetê ya Zanîngeh Aksarayê mezûn bû. Sala 2010'an hate girtin û 5 mehan li girtîgehê ma. Dema ku endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û Hevserokê wê yê bajarê Wanê bû ji nû ve hate girtin û 16 mehan li girtîgehê ma. Sibata 2018'an di kongreyê de ji bo endametiya Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hate hilbijartin.

GELÊ ME JI HER TIŞTÎ RE AMADE YE

Sarisaç ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku ti hilbijartin li Kurdistanê di nava şert û mercên asayî de nehatine kirin û got, "Gelê me di nava zexteke mezin de tevlî hilbijartinê dibe. Di 16 salên serdema AKP'ê de em ti carî di nava şert û mercên wekhev de tevlî hilbijartinê nebûn. Di nava vê newekheviyê de gelê me di her hilbijartinê de da pêş siyasetmedaran. HDP partiyeke ku gel pêşengiyê jê re dike. Gelê me timî ji her tiştî re amade ye."

Sarisaç destnîşan kir ku her kes 24'ê Hezîranê weke roja hesabpirsînê dibîne û wiha dewam kir: "Gel xwe amade dike ku hesabê êşa giran a 3,5 salên dawî bipirse. Kurdan, hêzên mûxalîf ên il Tirkiyeyê zext û zilmeke mezin a dewletê dîtin. Bi hezaran mirov mirin, bajar hatin xerakirin û êrîş li nirx û destketiyên Kurdan bû."

Sarisaç da xuyakirin ku bi hezaran kesên ji bo hilbijartinê dixebitin, seferber bûne û ji bo serketinê gel li benda sibeha 24'ê Hezîranê ye.

'FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê TENÊ BI HDP'Ê DIKARE BÊ HILWEŞANDIN'

Namzet Mûrat Sarisaç diyar kir ku daxwaza bingehîn a gel ew e ku HDP bi rêjeyeke bilind bi ser bendê bikeve û wiha dewam kir: "Ji ber ku gelê me zane ku tenê bi HDP'ê dikare tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bê hilweşandin. Bêguman pirsgirêkên aboriyê yên gelê me hene, lê belê zane ku bingeha wan pirsgirêkên siyasî ne. Li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan, operasyonên leşkerî û siyasî, girtina siyasetmedaran, desteserkirina şaredariyan, êrîşên li ser destketiyên Kurdan, aborî û daxwazên din, gel siyaseta xurt a HDP'ê weke rêya çareseriyê dibîne."

GELÊ WANÊ WÊ HESAB JI AKP'Ê BIPIRSE

Di dewama axaftina xwe de Sarisaç diyar kir ku gelê Wanê mîna her carê bi mîsyona xwe ya dîrokî radibe û got, "Li ber me hilbijartinek heye ku wê Tayyîp Erdogan gelekî pê biêşe. Ez bawerim wê gelê Wanê hesabê êşên ku hikumeta AKP'ê bi gel daye kişandin bipirse. Ji dil û can bi vê bawer im. Armanca me ew e ku em dengekî ji encama 7'ê Hezîranê zêdetir bi dest bixin. Em ê vê yekê bi gelê xwe re bikin. Em ê teqez bi ser bikevin."