Sarisaç: AKP-MHP desthilatdariya şer û komkujiyan e

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 31’an de ye. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç axivî, diyar kir ku AKP-MHP desthilatdariya şer û komkujiyan e û HDP çareserî ye.

Li Wanê Nobeda Demoksasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 31’an de didome. Nobed li pêşiya avahiya rêxisitina HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê hate lidarxistin û hevşaredar, parlameter, Dayikên Aşitiyê, endamên TJA, HDP’yî û gelek kes beşdar bûn. Di nobedê de pankarta “Ne îradeya qeyûm îradeya gel” hate vekirin û Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç axivî.

‘AKP JI BILÎ ŞER Û KOMKUJIYAN TIŞTEKÎ DIN NADE’

Sarisaç got ku AKP ji bilî şer û komkujiyan tiştek din nade û wiha domand; “AKP daxwaza gel winda kiriye û bikaranîna zorê dixwaze temenê xwe dirêjtir bike. Serketin ya gelê li dijî dîktatoriyê li ber xwe dide ye. Eger îro dixwazin vêya bibînin bila li Augusto Pinochet’e, Nicolae Ceauşescu û  Adolf Hitler temaşe bikin.”

Sarisaç bi domdarî got; “Çareserî HDP ye. HDP ji bo dayikan û zarokên wan soza Tirkiyeyî azad dide wan. Em bang li hemû dayik û aligirên demokrasî û aştiyê dikin ku werin HDP’ê. Em parastina heqîqetê dikin. Em hêzê ji gel digirin.”

Piştî axaftinan gel bi dirûşme û stranan seatekê çalakiya rûniştinê li dar xist.