Sara Kaya dîsa rehîn hiştin

Hevşaredara berê ya Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya ku dest li ser peywira wê hatibû danîn û piştre ew rehîn kiribûn, dîsa bernedan û biryar li ser dan ku 'girtî bimîne'.

Danişîna cara 15'an a Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya çêbû. Kaya 13'ê Çile ya 2017'an hatibû girtin. Danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê çêbû. Kaya ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Tarsûsê bi rêya telekonferansê tevlî dadgehê bû.

Dadgehê xwest ku Kaya girtî bimîne.

'EZ XWE SÛCDAR NABÎNIM'

Parêzerê Kaya Kamûran Tanhan bi çarçoweya biryarên DMME'yê û PMME'yê xwest ku Kaya were berdan.

Kaya li dadgehê axivî û got, ''Ez xwe sûcdar nabînim.''

Dadgehê biryar da ku Kaya girtî bimîne.

Danişîn taloqî 6'ê Adarê bû.