Sancar li dijî bûdçeya şer bûdçeya aştiyê pêşniyar kir

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar li Mêrdînê li ''Rûniştina Bûdçeyê'' axivî û bang kir li dijî bûdçeya şer a AKP-MHP'ê bûdçeya aştiyê were danîn.

Li Mêrdînê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otêlekê ''Rûniştina Bûdçeyê'' organîze kir. 

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar, Berdevka HDP'ê Ebûr Gunay, Alîkarê Hevserokê Giştî Garo Payln, wekîl, ekonomîst Mustafa Sonmez, Hevseroka Egîtîm Senê Necla Kurul, Akademisyena Aştiyê Sevîlay Çelîk jî di nav de gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li ''Rûniştina Bûdçeyê'' hazir bûn.

Mîthat Sancar li civînê axivî, diyar kir ew ji bo bûdçeya gel çêbikin bi rê ketine û got, ''Desthilat bûdçeya şer li ber me datîne. Dema ku mirov li kana ku ji bo şer hatiye terxankirin dinere, mirov dikare bibîne bi kanên vî welatî mirov dikare rojên xweş û rehet bijî.''

Sancar diyar kir bi polîtîkayên şer pergaleke ku kanên welêt bide' qesrê, alîgiran' tê avakirin û got,, ''Êşa vê jî gelên Tirkiyê û herî pir gelên vê herêmê dijîn. Ji ber vê, li şûna şer em li ser aştiyê biaxivin. Ne bûdeçeya şer em bûdçeya aştiyê ava bikni. Bila bibe hedefeke me ya ku jêneger.''

Sancar her wiha got, ''Em dixwazin bi hemû derdorên civakî re muzkere bikin, diyalogê deynin. Em dixwazin qada siyaeta demokratîk berfireh bibe'' û diyar kir aştî encex li ser zemîna siyaseta demokratîk dikare were avakirin û mayinde bibe.