Sancar: Desthilatdarî, bi gotina ‘qeder e’ nikare xwe ji berpirsyariyê xelas bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku li Semsûrê serdana mexdûrên erdhejê kir, got: "Berpirsê sereke û kiryarê vê rûxandinê desthilat e. Desthilatdarî, bi gotina ‘qeder e’ nikare xwe ji berpirsyariyê xelas bike."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûthat Sabcar, piştî Mereşê çû Semsûrê û li vir serdana mexdûrên erdhejê kir. Sancar, li Semsûrê ewilî serdana Navenda Koordînasyonê ya Krîzê kir û der barê xebatan de agahî wergirtin. Sancar paşê çû serdana mexdûrên erdhejê kir. Mexdûrên erdhejê, tiştên hatine serê wan ji Sancar re gotin. Welatiyekî ji Snacar re got: "Gava em we dibînin em xwe pir baş hîs dikin. Ji roja ewil ve em xwe bi xwe ne. Kes me nabîne. Em xwe bi xwe ne. Em têra xwe dikin." Sancar jî got: "Ne hewce ye kes me bibîne, em ê bi xwe bikin."

Sancar ku çû konên ku dilxwazan ew danîne, ji Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran agahî wergirtin. Tûran da zanîn ku 17 TIR konên ku ji Herêma Kurdistana Federe hatine şandin hê jî li mexdûrên erdhejê nehatine belavkirin û li kampusa zanîngehê tên sekinandin û got: "Makîneyên kar hene, lê gelek jê nehatin bikaranîn. Kon û makîne wiha hatine sekinandin. Ne ew belav dikin ne jî didin me ku em wan belav bikin."

Sancar paşê hevdîtin bi malbatên li konan re kir û li vir sohbet bi zarokan re kir. Sancar li vir axivî û got ku rûxandineke pir mezin heye, pêdiviyên mirovan nayên peydakirin û pirsgirêk nayên çareserkirin. Sancar destnîşan kir ku piştevanî jiyana mirovan rizgar kiriye û got: "Li Semsûrê pirsgirêka sereke kon in. Ji me re gotin, pêdivî gelek bi konan heye. Gelek mirovên me bê xanî mane. Hema bibêje tevahiya bajêr hatiye asteke ku mirov nikare lê bimîne. Hejmara avahiyên hilweşiyane wekî 2 hezaran hat diyarkirin. Lê gava em avahiyên xesardîtî jî daxilî vê hejmarê bikin, hema bibêje tevahiya bajrê dihewîne."

Sancar destnîşan kir ku roja 9'an a erdhejê ye lê hê jî av û ceryan nehatiye berdan û got ku fikara wan ew e ku nexweşîn zêde bibin. Sancar bal kişand ser piştevaniyê jî û got: "Ji bo cebirandina birînan tu gaveke cidî ya dewlet û hikûmetê tune ye. Gel bi piştevaniyê pêdiviyên xwe peyde dike. Birînên xwe bi piştevaniyê dicebirîne. Divê mirov di siyasetê û awayê rêveberiya desthilatê de li mezinbûna vê karesatê bigere. Polîtîkayeke îmarê ya li ser esasên rantê û nelirêtiyê heye û bi salan e em dibêjin ku dê efûya îmarê rê li ber rûxandinine çawa veke. Di dema desthilata AKP'ê de 9 heb efûyên îmarê hatin derxistin. 3 milyon avahî ji van efûyan sûd girt. Ev tên wateya ku zemîneke qanûnî ji cinayetê re amade kirine."

‘DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN'

Sancar destnîşan kir ku peywira her kesî ye ku hesab ji berpirsan bipirse û got: "Ev tê wateye rêvekirina li ber karesatê. Karesat ne erdhej bi xwe ye. Berpirsê sereke û kiryarê vê rûxandinê desthilat e. Felaket di siyasetê de ye. Lewma nikarin xwe bi gotinên wekî qederê xelas bikin."

Sancar destnîşan kir ku teqez divê hesab ji berpirsan bê pirsîn.