'Salvegera PKK’ê ya 41’emîn hêviyê dide gelan'

Bi boneya salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê, Endama Fermandariya Akademiyên Apolonê Amara Gulistan ji Stêrk Tv’yê re axivî.

Di sala 1978’an de ji bo tolgirtina şehadeta şoreşgerê pêşeng Heqî Karer, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan damezirandina PKK’ê ragihand. Ji wê dîrokê heya niha, ev 41 sal in Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi Rêberiya Abdullah Ocalan li ber xwe dide û têdikoşe. Bi boneya 41’emîn salvgera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê), endama Fermandariya Akademiyên Apolon Amara Gulîstan ji Stêrk Tv’yê re axivî.

Endama fermandariya Akademiyên Apolon Amara Gulîstan di destpêka axaftina xwe de, 27’ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got; “Di serî de cejna vejînê li Rêber Apo pîroz dikim. Bi taybet jî îro gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistanê li hemû cîhanê vê rojê bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin. Cejna vejînê li wan jî pîroz dikim. Beramberî hemû şehîdên me ku bûne rihê vê rojê, bûne bingeha vê rojê wan bi rêzdarî bi bîr tînim.

Ji bo wateya 27’ê Mijdarê helbet bi pirseke mirov nikare bibersivîne. Lê 27’ê Mijdarê tolhildana jiyana 5 hezar salan e ya ku ji rihê xwe hatiye dûrxistin. Heya 27’ê Mijdara 1978’an di jiyanê de tiştên ku kêm hebûn, tiştên ku hatibûn bê wate kirin, hebûneke di xwezayê de nînbû ku karibe hênaseyeke kûr û azad bigire. Bi zayîna azad re bi îlankirina PKK’ê re ji bo hemû hebûnan; ji bo civak, jin, zarokan bû hêviya jiyanê. Dema ku 27’ê Mijdarê tê gotin yekem tiştê ku tê bîra min, hîsiyat, watedayîn e. Bi watedayînek mezin mêzekirina her tiştî ye. Di heman demê de ew hêviya ku hatî tinekirin, ji nû ve şînbûna hêviyê di hemû dilan de û herikandina jiyanek watedar e.

‘PÊŞENGÊN GELAN’

Nasname û kesayeta hevalê Heqî, rêhevaltiya hevalê Heqî bi Rêber Apo re girîng e. Hevalê Heqî Karer ne nasnameyek ji rêzê bû. Serdema ku beşdarbûna hevalê Heqî serdemeke ne ji rêzê bû. Ya yekemîn mirov dikare bi vî awayî bîne ziman. Di milê din de nêzîkatiya Rêber Apo beramberî rêhevaltî, beramberî şehîdan cuda ye. Li gel Serokatî bersivdayînek pir mezin beramberî şehîdan weke sekin û helwestek derdikeve pêş. Rastiya wê pêvajoyê çawa bû, tiştên ku wê serdemê tên jiyîn heman demê bersiva pirsa we ye jî. Serdema ku hevalê Heqî hate şehîdxistin doza Kurdan tê nîqaşkirin. Doza Kurdan ku bi sedan salan di nîqaşê de ye, doza Kurdan jê re tê gotin ku dozeke ji agir e û kesek cesaret nake ku navê Kurd û Kurdistanê bîne ser ziman. Ku tiştek nehatiye hiştin, girêdayî Kurd û Kurdistanê. Pirsgirêk ne tenê Kurd û Kurdistan e. Di hemû cîhanê de atmosfera şoreşê heye. Pirsgirêkên civak tên nîqaşkirin, pirsgirêkên gelan tên nîqaşkirin, pirsgirêkên jinan tên nîqaşkirin û pirsgirêkên xweza û jiyanê tên nîqaşkirin. Di nav wan de jî ev nîqaşên ku tên meşandin bandora xwe li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî kiriye. Li Tirkiyeyê berê jî tevgerên şoreşger bi pêşengtiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya hebû. Ev rihek e. Heman demê li gorî cewher û heqîqeta Kurd û Kurdistanê jî lêgerînek derketiye. Wê demê bi navê Apoyîyan hêdî hêdî tevgerek bi pêşengtiya Rêber Apo derdikeve pêş heye. Di wê demê de gotina ku derdiket pêş çi bû? Pêşengên gelan ne rêxistinên, ne hizbên ku bi dewlet re têkildar in. Na. Ciwan, pêşeng û qehremanên ku azadiyê dixwazin, azadiya gelê xwe dixwazin di nav lêgerînek mezin de ne.

Di dilê Enqereyê de têkoşîna Rêber Apo heye. Wek ciwan, pêşenga gelê Tirkiyê jî hevalê Heqî Karer heye. Naskirina hevalê Heqî Karer ê bi Rêber Apo re û piştî demekê kurt naskirinê re rêhevaltiya hevalê Heqî bi Rêbertî re bi esasî têkiliyek di navbera gelê Tirk û Kurd li ser bingehek azad û demokratîk avakirina wê ye. Di vê aliyê de têkiliya ku tê avakirin ne têkiliya di navbera du mirovan de tenê tê avakirin, têkiliya ku di navbera du civakan de tê avakirinê ye. Hevaltiyeke ku di navbera du gelan de tê avakirin. Bi esasî berê jî hin gavên di dîrokê de hatine avêtin hene, lê ev gavên ku hatine avêtin, îtîfaqên ku di navbera Tirk û Kurdan de hatine pêş xistin, bi encam nebûne. Lê belê him di lêgerînên hevalê Heqî de, him di lêgerînên Rêber Apo de ev heye; rizgariyek hebe, azadiyek hebe, demokrasiyek hebe, evana li ser îtîfaqa navbera gelên Kurd û Tirk dê çêbibe. Di erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê de û di erdnîgariya Rojhilata Navîn de sîstemek demokratîk pêş bikeve, hişmendiyek demokratîk pêş bikeve û jiyanek watedar pêş bikeve, bi vana wê îtîfaqek stratejîk mimkun bibe û ev îtîfaq bi encam bibe. Ev bi xwe re di erdnîgariya Rojhilata Navîn de şerên ku 5 hezar tê meşandin, bi dawîkirina wan jî dê bîne. Tenê bi dawîkirina şer na, bi esasî him dozan Kurdan ku bi salan çareseriya xwe digere, him gelê Tirkiyeyê ku bi salan pêşengê xwe digere pênaseya xwe ya rast digere û him jî Rojhilata Navîn ku her roj xwîn diherike çareseriya xwe digere; bi esasî ji hemûyan re bibe bersivek. Di heman demê de bibe nimûneyek jiyanek, sîstemek, hişmendiyek nû. Di vê aliyê de girîngiya vê têkiliyê heye. Heman demê rolek esasî ya hevalê Heqî Karer li vir heye. Di rih, têkilî, rêhevaltiya koma destpêkê hevalê Heqî, hevalê Kemal û hevalên din pîvanên ku tên avakirin, rihê PKK’ê ku gav bi gav tê honandin. Di vî aliyê de hevaltiya ku derdikeve pêş jiyanek çawa, têkiliyek, hevaltiyek, têkoşînek, berxwedanek çawa bê kirin re dibe bersivek. Di vî milî de girîngiyek heye.

AZADÎ BI HÊSANÎ BI PÊŞ NAKEVE

Di feraseta PKK’ê de her tişt bi hêsanî çêbibe nîne. Azadî rehet bi pêş bikeve, berxwedanî wê rehet bi pêş bikeve zor û zehmetî ango bedel, şehadet, girtin wê nebin nîne. Di roja yekemîn de jî ne Rêber Apo ne jî pêşengên me ji gelê Kurd û hemû gelan re di yek gotina xwe de ev nêzîkatî derneketiye pêş. Heta avabûna PKK’ê jî di nav zor û zehmetiyan de çêbûye. Derfeteke biçûk jî nehatiye hiştin ku berxwedaniyek pêş bikeve. Roja yekemîn heya roja îro PKK’ê tevgerek, îrade û nasnameyek di nav zor û zehmetiyan de derketiye, xwe ava kiriye û her gav xwe mezin kiriye. Îro êrîşên pir dijwar hene. Di avabûna PKK’ê de çawa ku Kurd têne înkarkirin, navê Kurd û Kurdistan tê redkirin. Mirovek bibêje, “Kurd” an jî gotineke Kurdî bi şaşitî devê yek kesî derkeve bersiva wê, zindan e, kûştin e, koçber kirin û dagirkirin e; îro heman tişt careke din tê jiyîn. Tiştê îro herî berbiçav Rojava ye. Ji aliyê dewleta faşîst îro li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ve tê dagirkirin. Heman demê hêzên komploger bi hevdû re heman siyasetê li ser Kurdan dimeşînin. Hedef tinekirina Kurdan e. Hedef tinekirina bi hevdû re jiyîna gelan e. Helbet rojên tarî jî çêdibin, rojên dijwar jî çêdibin û êrîşên pir hov jî çêdibin. Lê encama berxwedan û têkoşînên mezin ronahî û azadî teqez bi ser dikeve.

Di 1,2’ê Mijdarê de li 5 parzemînên cîhanê bi sed hezaran mirov daketin qadan. Daketina qadan îfadeya tiştekî ye. Çiqas dewletên her tişt aîdî xwe dibînin û her tiştî mafê xwe dibînin vê heqîqetê nikarin tine bihesibînin. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo bûye malê hemû cîhanê; jin, zarok, gel, ziman û çandan. Ev daketina qadan, xwedî derketina vê felsefeyê vê heqîqetê îfade dike. Çiqas zext dibe bila bibe felsefeya Rêber Apo nikarin tine bikin. Di civaka Kurd de di milê rihê netewî avakirinê de bûye gaveke hîn xurtir. Bi taybet îro lêgerînên di vî milî de li çar parçeyên Kurdistanê hîn xurtir bûye. Di civaka Kurd de bandoreke esasî mirov dibîne.”