Salên 90’î Newroz

Newroz ku bûyî xwedî nasnameyeke polîtîk, cara pêşî bi rengekî girseyî sala 1991’ê hate pîrozkirin. Di serî de li Nisêbîn, Cizîr û Amedê, li Stenbol, Edene, Bismil, Kerboran, Pirsûs, Qulp û Hênê bi hezaran kes li gel qedexeyê jî çûne qada Newrozê.

Wateya esasî ya Newrozê ya ji bo dîroka Kurdan bi PKK’ê re rastiya xwe dît. Lîderê tevgerê ku her gava avêtî weke pêngavekê de dinirxand, ji roja pêşî ve girîngiyek da Newrozê. Ev jî di pratîka tevgerê de hate xuyakirin. Beramberiya Newrozê di nav PKK’ê de cara pêşî yek ji qedroyê pêşeng Mezlûm Dogan nîşan da. Qedroyên PKK’ê ku darbeya 12’ê Îlonê û kirinên wê yên herî dijwar li Amedê, qedroyên pêşeng ên PKK’ê jiyan, ji bo ku teslîmiyeta ku li wan dihate ferzkirin bişkînin ketin nav lêgerînan, bi esasî dixwestin nîşan bidin ku civak li dijî darbeye ne neçar e.

LI ZINDANA AMEDÊ AGIRÊ NEWROZÊ

Bi vê armancê pêşî Mezlûm Dogan li djî darbeyê yek ji çalakiya herî karîger dikir û 21’ê Adarê hildibijart. Mezlûm Dogan ku 21’ê Adara 1982’yan bi sê darikên niftikê çalaki kirî, ew sê darikên niftikê yên ku pêxistî diyar dikir ku wê bibe agirê Newrozê xwe bigihîne bi milyonan kes û ti caran neye tefandin. Vê çalakiyê her wiha wê rejîma darbeye li hundir bêhikim bikira û peyama ‘berxwedanê’ jî bida derve. Öcalan wê bigota ev ‘fermana berxwedanê’ ye. Dawiyê, meha Gulanê Ferhat Kurtayk, Necmî Öner, Mahmût Zenîn û Eşref Anyik bi sê darikên neftikê yên Mezlûm Dogan bedena xwe kirin xetîre. Heman salê bi pêşengiya yek ji qedroyê pêşeng ê PKK’ê Kemal Pîr û Hayrî Durmuş rojiya mirinê ya mezin dest pê kir û wiha agire Newrozê li hemû Kurdistanê belav bû.

XETÎREYA ZEKİYE

12’ê Îlonê ku weke ‘bangor’ekî di ser tevgera sosyalist a Tirkiyê re çûyî, ji vê bi rê diket ku Kurd careke dî wê nikarin rabin ser piyan lê salên 90’î ji bo Kurdan bû sala serhildanê ya ku bi agirê Newrozê rabûn. Zekiye Alkan ku wan deman agirê Mezlûm, ê ku pêşengiyavê kirî, ji xwe re mirat wergirtî, 1990’î, 21’ê Adarê, li berr sûrên Amedê bedena xwe kire xetîre.

AGIRÊ PÊŞÎ YÊ SERHILDANÊ

13’ê Adara 1990î, di merasîma cenazeye gerîlayan de, ku 21’ê Adarê li Stewrê ya Mêrdînê şehîd bûbûn, finda serhildanê hate pêxistin. Heta wê demê Newroz li hin deveran bi astên cuda dihate pîrozkirin, lê bi vê re hem dibû daxwaza nasnameyekê û hem jî li dijî zextan dibû hêrsa gel. Heman salê li Botanê Nisêbînê, Cizîrê, Silopya, Şirnexê ji 7 salî heta bi 70 salî gel dakete kolanan, dewletê jî tişta ku herî baş pê zanîbû, bi ‘komkujî û êrîşan’ bersiv da.

NEWROZA 1991’Ê

Newroz ku bûyî xwedî nasnameyeke polîtîk, cara pêşî bi girseyî 1991’ê hate pîrozkirin. Di serî de li Nisêbînê, li Cizîrê, Amed, Stenbol, Edene, Bismîl, Kerboran ,Pirsûs, Qulp, Hênê li gel qedexeyan jî gel herikî qadan. Wê rojê ku esnafan dirabayên xwe danîn, dibistan jî boykot kirin. 10 hezar kes piştî ku goristana gerîlayên  ku li taxa Qijlê jiyana xwe ji dest dane, dest bi meşe kirin, dewletê li gel reşand û di encama vê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Li gelek bajaran êrîşên wiha çêbûn. Heta dereng li gelek deveran êrîş bi ser agirê Newrozê de çêbûn û 31 sivîlî jiyana xwe ji dest da.

NEWROZA 1992’YAN

Serokwezîrê wê demê Süleyman Demirel  beriya Newroza 1992’yan, li gel ku gotibû kesê ku dixwaze Newrozê pîroz bike dikare bi azadî pîroz bike jî serlêdana Newrozê ya li Cizîrê û Nisêbînê bi hinceta Rewşa Awarte nehate qebûlkirin. Li gel qedexeyan jî bi hezaran kesî qad bi rengê kesk, sor û zer xemilandin û govend girtin. Li gelek bajaran agirê Newrozê hate pêxistin, xwendekaran jî li dibistanan agirê Newrozê pêxistin û tevlî protestoyan bûn.

94 SIVÎL HATIN KUŞTIN

Li Kercosê ya Êlihê gel xwest ku şeva 20’ê Adarê Newrozê pîroz bike, leşkeran li gel reşand û 2 sivîl hatin kuştin. Li Cizîrê, Nisêbînê û Amedê tîmên taybet êrîş anîn ser gel. 94 kes, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn ji hêla hêzên Tirk ve hatin kuştin. Rayedarên dewletê her çendî gotina ‘ên mirî PKK’yî bûn’ bibêje jî di nav wan de Hatîce Katar a  5 salî, Mehdî Günden ê 9 salî, Ramazan Bayer ê 70 salî û Nebahat Kakuç a 65 salî hebûn û vê nekarî ku rastiyê veşêrin. Tîmên taybet êrîş bi ser nûçegihanan de jî birin ku hatibûn herêmê da ku Newrozê bişopînin. Di encama vê de nûçegihanê rojnameya Sabahê Îzzet Kezer jiyana xwe ji dest da.

Piştî pîrozbahiya ku bi rojan dom kirî 12 hezar leşker  û 500 polîsî yek bi yek li malên Cizîrê geriyan û bi sedan kes hatin binçavkirin.

NEWROZA 1993’YAN

Newroza 1993’yan  kete ber serdeme ku PKK’ê banga ‘agirbest’ê kiribû, ji bo vê jî, li gorî salên dî pîrozbahiyên Newrozê hinekî aram bihurîn. Li gelek herêman li gel ku hatibû qedexekirin jî li tax û kuçeyan Newroz bi pêşengiya HEP’ê hate pîrozkirin. Di serî de li Amedê li gelek bajaran gel daket meydanan.

NEWROZA 1994’AN

Beriya Newroza 1994’an li gelek bajaran bi ser malan de girtin, gelek kes girtin û bajarên Kurd hatin dorpêçkirin. PKK’ê jî pîrozbahiyên berê bi bîr xist, li dijî provakasyonan bang kir ku ‘Newrozê li malên xwe pîroz bikin’’. Gelek kesan guh da bangê, di serî Amed, Cizîr li gelek bajara bi pêşengiya jin û ciwanan gel Newrozê dakete qadan. Li Amed Bağlar, Şehîtlik û Melîkahmet dikan heta nîvro, ya 21’ê Adarê girtî man. Ketin û derketina bajêr xistibûn ablûkayê.

NEWROZA 1995’AN

Li bajarên Kurdistanê ciwanan li gel qedexeyan jî li kuçe û kolanan agirê xwe pêxistin û govend girêdan. Bi pêşengiya HDP’ê 21’ê Adarê li Mêrsîn, Stenbol, Enqerê bi civînên bi destûrê çêbûn. Li Stenbolê, Parka Fatîqê komeke 500 kesî xwest ku çalakiyan bike, polîsan êrî anî û 23 kes binçav kirin û girtin.

Li gel hemû zextan jî piştî ku dewletê nekarî pêşî li Newrozê bigire politikaya xwe ya Newrozê guhart. Bi navê ‘cejna Newrozê’ civînên resmî hatin kirin. Ji Azerbaycan, Qirgisiztan, Tirkmenîstanên şande hatin vexwendin ji bo civînan.

NEWROZA 1996’AN

Ji bo ku pêşî pîrozbahiyên Newrozê, ku bûbû xwedî nasnameyeke siyasî desthilatdariya wê demê ji rekteroiyên zanîngehan re giştînameyên ‘xwe ji Nevrûzê re hazir bikin’ şandi. Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel û Serokwezîr Mesût Yilmaz tevlî pîrozbahiyan bûn. Serekerkanê Artêşa Tirk İsmail Hakkı Karadayı jî ji yekîneyên leşkeri re peyam şand û’Nevrûz’a artêşa Tirk pîroz kir. Bi giştînameyekê 17-24’ê Adarê weke ‘Heftiya Nevrûz’ê hate ragihandin.

Li Kurdistanê kesek tevlî pîrozbahiyên ‘Nevrûz’3e nebû. Gel li tax û kuçeyan agirê xwe pêxist û govend girêda. Her çendî polîsan êrîş bire ser pîrozbahiyan jî heta êvarî pîrozbahiyan dom kir. Li gel astengkiyan jî li Amed, Meletî, Mêrsîn, Êlih, Edene, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Balikesîr û gelek bajarên dî bi hezaran kes derketin kolann. Bi sedan kes hatin binçavkirin û gelek kes birîndar bûn.

Yek ji navenda pîrozbahiyan jî zanîngeh bûn. Xwendekarên zanîngeha Stenbolê, Çukurovayê û Egeyê qadên kampûsê kirine qadên Newrozê. Xwendekaran li kampûsan agir vêxistin û gotin, ‘Bijî Newroz’.

NEWROZA 1997’AN

Di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê saziyên dewletê banga pîrozbahiyê kir û bername çêkirin. Tenê burokrasiya dewletê tevlî van pîrozbahiyan bû. Newroza bi pêşengiya HADEP’ê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî çêbû. Li Amedê, ku destûr neebû li salonên girtî jî Newroz were pîrozkirin agirê Newrozê li Batikent û Bağlarê agirê Newrozê hate pêxistin, govend hate girêdan. Li Batikentê jinan bi rengê kesk, sor û zer qad xemilandin, polîsan êrîş birin ser gel.

Li Stenbolê, Meyda Abîde-Î Hürriyetê bi deh hezaran kes bi pêşengiya HADEP’ê Newroz pîroz kirin.

NEWROZA 1998’AN

Li Stenbolê bi bernameya hevpar a HADEP, ODP, SÎP û EMEP’ê li Zeytînburnu Kazliçeşmeyê Newroz hate pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de bi dirûşma hate gotin, ‘Newroz a me ye, wê ya me be’. Beriya Newrozê bi operasyonan gelek kes hatin binçavkirin.

Di serî de Amed li gelek bajaran polîsan êrîş anî. 20 kes birîndar bûn. Li Stenbolê beriya Newrozê bi ser rêxitina navçeyê ya HADEP’ê de, rojnameya Gündemê û gelek saziyên weşanê de girtin. Gelek kes hatin binçavkirin.

NEWROZA 1999’AN

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dîl hate girtin, Newroza 1999’an li hemû bajarên Kurdistanê hemû çalakî û bername hatin qedexekirin. Li gelek bajaran esnafan dirabeyên xwe girtin. Pîrozbahiyên Newrozê, li gel ku komployê jî hate pîrozkirin û bi deh hezaran kes derketin qadan. Bi deh hezaran kes ên ku li dora agirê Newrozê civiyan bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bersiv dan.

Li gelek bajaran polîsan êrîş bire ser pîrozbahiyan. Li gorî daneyên ÎHD2ê 8 hezar û 174 kes hatin binçavkirin.