Sala nû li Şengalê bi berxwedanê dest pê kir

Xelkê Şengalê ku zêdeyî meheke li pêşiya Asayîşa Êzidxanê kon vedaye û xwedî li asayîşa xwe derdikeve, bi berxwedanê dest bi sala 2021'ê kir.

Şêniyên Şengalê ku ji 9'ê Cotmehê dema ragihandin peymana navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û vir ve li ber xwe didin, bi heman biryardariyê dest bi sala 2021'ê kirin.

Çalakiya 'Konê Berxwedanê' ya li pêşiya Asayîşa Êzidxanê 31 roj li pey xwe hişt.

Çalakî bi dirûşma "Em hemû asayîş in" pêk tê û çalakger bi biryar in ku heta Asayîşa Êzidxanê bi rengekî fermî bê qebûlkirin, berxwedana xwe dewam bike.

Rojane ji gund, bajarok û navçeyên Şengalê gelek kes serdana Asayîşê dikin û bi çalakiyê xwedî lê derdikevin.