'Sala 2020'an wê bibe sala azadiya Ocalan'

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari anî ziman ku di sala 2020’an de wê li gel gelan, eniya şereşgerî xurt bikin û tecrîdê bişkînin û ev sal bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di sala 2019’an de li Kurdistanê gelek bûyerên girîng pêk hatin. Li her parçeyeke Kurdistanê mijarên cuda derketin pêş. Li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî polîtîkayên şer ên tifaqa faşîst ya AKP-MHP û li dijî êrîşan berxwedana bê hempa ya Kurdan derket holê. Li Bakur grevên birçîbûnê,  li Rojava êrîşên li hemberî sivîlan, li Başûr jî têkoşîna gel a li dijî desthilatê û li Rojhilat jî xwepêşandanên girseyî mohra xwe li salê xistin. Lê bi awayekî hevpar yekitiya neteweyî bû mijara her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdan sala 2019’an bi têkoşîn û berxwedanê derbas kir.

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisoğûllarî, bûyerên girîng yên di sala 2019’an de li Kurdistanê qewimîn e nirxand.

Farisogûllari anî ziman ku sala 2019’an bi berxwedan gelên Kurdistanê derbas bû û got: “Bi ruhê serkeftinê em ketin sala 2020’an. Di sala 2019’an de êrîşên gelek diwar li dijî gelên Kurdistanê, siyaseta Kurd û saziyên Kurdan pêk hat. Dema mirov êrîşên di sala 2019’an de binirxîne divê mirov balê bikêşîne li ser şerê taybet yê li dijî gelan hatiye destpêkirin. Planên şer yên çonk danînê di sala 2014’an de di civîna MGK’ê de hate girtin. Li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê hatin meşandin. Bi taybet jî li Bakur û Rojava li dijî Kurdan şereke nemert û dijwar hate destpêkirin.” 

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Farisogûllari destnîşan kir ku di sala 2019’an de li Bakurê Kurdistanê grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan mohra xwe li salê xist û wiha dom kir: “Li dijî tecrîda li ser Rêberê Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan grev hat destpêkirin. Di 1’ê adarê de jî ev grev li hemû girtîgehan belav bû. Piştî demek çalakî gihaşt asta herî jor û 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kir. Li Hewlêr, Strasburg, Galler, Mexmûr û Torontoyê jî bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Her wiha 7 girtiyan jî li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Ev çalakiya dîrokî gihşt armanca xwe û piştî peyama Rêber Ocalan ya 22’yê gulanê grev û rojiyên mirinê hatin bidawîkirin. Ji bo vê yekê ev serdem di têkoşîna me de xwedî cihekî girîng e. Çend caran jî bi piştî salan parêzaran bi Birêz Ocalan re hevdîtin kirin.”

PERGALA JIYANA ALTERNATÎF

Farisogûllari anî ziman ku bûyerên li Kurdistanê hemû girêdayî tecrîda li ser Ocalan e û got, “Tecrîd ne tenê li hemberî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, di heman demê de tecrîd li ser gelan tê meşandin. Li Bakur kesên li dijî tecrîd û polîtîkayên şer ên tifaqa AKP-MHP’ê derketin rastî êrîşên hovane yên dewletê hatin. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe li Rojava polîtîkayên şer bi pêş xist û di 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de êrîşa dagirkirinê destpê kir. Dema ku mirov li dema êrîşê dinêre dibîne ku komploya navdewletê ya li dijî Kurdan berdewam dike. Hemû welatên serdes yên cihanê cihê xwe di vê koployê de girtin. Hêzên serdest hebûna gelê Kurd ji xwe re hedef nîşan de ye û di encama van polîtîkayan de gelê Kurd bi êrîş, komkujî, koçberî û xizaniyê re rû bi rû man. Dixwazin pergala jiyana alternatîf ji holê rakin. Deweltên emperyal dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin. Li dijî Kurdan herdemê hêzên komploger di dewrê de ne û di sala 2019’an de jî ev yek qirkirina li dijî gelan derket holê.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E’

Farisogûllari destnîşan kir ku li Rohilata Navîn şer di navbera hêzên modernîteya kaptalîst û modernîteya demokratîk de pêk tên û ev tişt got: “Ji bo gelên herêmê tenê bername û modela têkoşîna gelên Kurdistanê heye. Gelê Kurd dixwaze li Rojhilata Navîn pergalek nû bi afirîne û ji bo vê yekê jî li dijî pergala demokratîk êrîş pêk tên. Ji ber ku li herêmê tu hewldan û çareserkirina pirsgirêkan tuneye. Gelek balkêşe ku dema xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dagirkirin jî hinek welatan bi şermok dagirkirin şermezar kir. Lê belê em baş dizanin ku li pişt perdê ev hêz hene. NATO bi awayek fermî li dijî Kurdan şer nake,  lê belê bi amayek fermî ev peywîr daye Tirkiyeyê û çeteyên li gel wan. Li dijî van êrîşan jî berxwedana gelê Kurd gelek girîng û giran biha bû. Li ser vê bingehê li seranserî cihanê her kes derket qadan û ev berxwedana neteweyî pîroz kir û cihê xwe li ba gel girtin.”

‘TIRKIYE DIXWAZE LI LÎBYAYÊ ŞER DERXÎNE’

Farisogûllari anî ziman ku Tirkiye dixwaze li Lîbyayê jî şer û pevçûnan derxîne û ji bo vê yekê zêdetî 500 çete şandine herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pêşengtiya Tirkiyê de ji bo çeteyan deriyek nû tê vekirin. Dixwazin aloziya li Sûriyeyê, ji Başûrê Efrîqa bigre heta Afganîstan û Rojhilata Navîn şer li herêman belav bike. Ji ber ku pergala kaptalîst di nava krîzek mezin de ye û ji bo vê jî dixwaze şer li her derê belav bike. Di demê pêş de wê Lîbya bibe cihê hinek pevçûnan û aloziyek mezin wê bê jiyan kirin. ”

YEKTIYA NETEWEYÎ

Farisoğûllarî bal kişan li ser yekitiya neteweyî û ev tişt got: “Di sala 2019’an de bi awayekî hevpar yekitiya neteweyî bû mijara her çar parçeyên Kurdistanê. Gelê Kurd li qadan yekitiya xwe ava kiriye. Em divê mijdarê de rexnedayîna xwe didin gelê xwe. Em ê divê sala 2020’an de bi ruhê berxwedanê yekitiya xwe ava bikin û di vî warî de gavên şînber biavêjin. Gelê Kurd ji siyasetmedarên xwe encamê dixwaze û divê siyaset ji vê daxwaza dîrokî re bibe bersiv. Em ê yekitiya xwe ava bikin û bi hevre li dijî mîtîngeriyê têkoşîna xwe xurt bikin.”

AZADIYA OCALAN

Farisogûllari bilêv kir ku gelên Kurdistanê sala 2020’an bi şer, dagirkirin û berxwedanek mezin pêşwazî kir û wiha got: “Sala 2020’an wê ji bo gelê Kurd û gelê cîhanê bibe sala serkeftinê. Heta tecrîda li hemberî Rêber Ocalan neyê şikandin li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê siyaseta aram pêk nayê. Wê xeta têkoşîna me li ser bingehê şikadina tecrîdê û azadiya Rêber Ocalan bê meşandin. Heta Rêber Ocalan azad nebe, civak azad nabe. Em ê di sala 2020’an têkoşîna xwe ya li gel gelan xurt bikin, tecrîdê bişkîne û nexşerêyek ji bo azadiya Rêber Ocalan bidin nîşandan. Em ê li gel gelê şoreşger ê Tirk, Ereb û Faris eniyek hevpar ava bikin û têkoşînê bilind bikin. Pêkanîna vanan jî peywîra partiya me û KCD’ê ya sereke ye. ”