'Sala 2017 wê bibe sala azadiya Rêberê me'

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin, hêzên emperyalîst bi komploya 15'ê Sibatê re nekarîn armancên xwe bi ser bixînin û gotin, "2017 wê bibe sala bidawîbûna dewleta AKP'ê ya faşîst û sala azadiya Rêberê me."

Gerîlaya YJA Starê Canda Çiya anî ziman, bi komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hewl hat dayîn tevgera azadiyê bê tesfiyekirin û gelê Kurd were qirkirin. Çiya got, "Îro ji bo me rojeke reş e" û destnîşan kir, ku bi sekna Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna gel û tevgera azadiyê, pêşî li planên tesfiyeyê hatiye girtin.

Çiya anî ziman, di sala 18'an de ew dixwazin komployê bi temamî ji holê rakin, Rêberê xwe azad bikin û got, "15'ê Sibatê wê weke têkoşîna azadiyê ya mezin a Rêbertî, milîtanan û gelê Kurd di hiş û bîra mirovan de cih bigire. Ne weke rojeke reş, wê weke rojên berxwedanê bên bîranîn. Ji bo vê jî pêwîstî bi berxwedaneke mezin heye. Weke canfedayên Rêber Apo em ê ti carî ji vê berxwedanê venegerin û her bi pêş ve biçin."

'GELÊ ME JI 7 HETA 70 SALÎ LI BER XWE DA'

Gerîlayê HPG'ê Mazlûm Zerdeşt da zanîn, mîmarên komploya navneteweyî hêzên emperyalîst, bi destwerdana li Rojhilata Navîn re xwestin dest deynin ser dewlemendiyên ser û binê erdê. Zerdeşt diyar kir, di serî de NATO gelek hêzan ji bo tesfiyekirina PKK'ê di salên 90'î de destekek tam dan dewleta Tirk û gelek êrîş kirin. Lê belê tevgera me hê bi xurtî ji nava van êrîşan derket."

Zerdeşt ragihand, ji bo PKK bê tinekirin, êrîş li Rêbertî hat kirin û bal kişand ser gelek sûîqestên li dijî Ocalan hatin kirin. Zerdeşt da xuyakirin, ku ev êrîş heta komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi vî rengî dewam kir û got, "Di destpêkê de mijara îdamê li dijî Rêberê me xistin rojevê. Bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û bi têkoşîna gelê me pêşî li vê yekê hat girtin. Weke ku tê zanîn, rêveberekî payebilind ê DYA li xwe mikur hatibû ku ew ne li benda berxwedaneke bi vî rengî bûn. Bi dîlgirtina Rêbertî re ji 7 heta 70 salî her kesî li ber xwe da."

Zerdeşt da xuyakirin, ku dewleta Erdogan di nava vê dema bihurî de hin hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û got, "Rêberê me jî di van hevdîtinan de ji bo çareseriya siyasî ay prisgirêka Kurd firsend da dewleta Tirk û bi diyarkirina nexşerêyan, berê pêvajoyê da aştiyê. Tevî vê yekê tevgera me agirbest îlan kir."

Zerdeşt destnîşan kir, ev pêvajoya ku hêviyeke mezin da hemû gelên li Tirkiyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve ji holê hat rakirin û got, "Dewleta Tirk di 24'ê Tîrmeha 2015'an de bi êrîşên hewayî yên li dijî tevgear me re şer ji nû ve giran kir. Êrîşên tinekirinê li dijî gelê me û tevgera me hatin kirin. Lê belê bi berxwedana xwerêveberiyê ya li bajaran û bi berxwedana li çiyê ya tevgera me, dewleta Tirk hat têkbirin."

Zerdeşt diayr kir, sala 2017'an wê bibe sala geşkirin û bi ser xistina berxwedanê û got, "Wê bibe sala azadiya Rêberê me û gelê me. Dewleta Erdogan dibêje ew ê di sala 2017'an de PKK'ê biqedîne. Em jî dibêjin, sala 2017'an wê bibe bidawîbûna dewleta AKP'ê ya faşîst. Ji bo me wê bibe saleke serketî."

'DIVÊ JIN Û CIWAN PÊŞENGIYÊ JI VÊ ŞOREŞÊ RE BIKIN'

Gerîlaya YJA Starê Şîlan Kobanê destnîşan kir, ku ew azadiya Rêberê xwe weke azadiya hemû jinên Kurd dibîne û got, "Rêberê me gelekî ku di nava beton de hat asêkirin, ji nû ve afirand. Û di nava vî gelî de hebûna jinan derxist holê. Weke fedayiyên vî gelî, ji bo azadiya Rêberê me û gelê me, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê têbikoşin. Jin wê bibin pêşengê vê. Ji ber ku Rêbertî dibêje, 'Pêşengên şoreşê jin û ciwan in'. Divê em pêşengiya ku Rêbertî daye me xurtir bikin û têkoşînê mezintir bikin. Ji bov ê jî lazim e em xwe hê bi xurtî ji pêvajoya dema pêş re amade bikin. Ji ber ku îsal wê bibe sala azadiya Rêbertî."

'KOMPLO HÊZA NÊRÎNÊN RÊBERTÎ NÎŞAN DIDE'

Gerîlayê HPG'ê Xoşyar Zagros got, "Rêber Apo şervanê rastiyê yê sedsala 20'an û 21'ê ye."

Zagros da xuyakirin, nêrînên Rêberê Gelê Kurd bû hesreta azadiyê û çavkaniya hêviyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û got, "Pêşî li planên netewe dewlet ên li Rojhilata Navîn û hêzên kapîstalîst-emperyalîst girt. Hêzên ku ji daxwaza azadiyê ya li Kurdistanê geş dibû ditirsiyan, di 15'ê Sibata 1999'an de komploya navneteweyî pêk anîn. Ev komplo ji komployên din ên li dijî lîderên Kurdan cudatir bû. Ji bo vê bi dehan welatan cihê xwe di nava komployê de girtin. Tirk di vê komployê de tenê piyon bûn. Ji xwe di dîroka cîhanê de tê dîtin, ku dema hêza wan têra qelskirina hêzekê nake, serî li komployan didin. Lewma ev komplo hêza nêrînên Rêberê me nîaşn dide."

Zagros diyar kir, bi têkoşîna Rêberê Gelê Kurd, gelê Kurd û tevgera azadiyê re pêşî li komployê hatiye girtin û got, "Sala 2017'an wê bibe sala berxwedan û têkoşîneke xurt. Wê bibe sala azadiya Rêberê me û gelê me. Wê bibe sala serketina şoreşa Kurdistanê."