Sakîne Cansiz giyanê azadiyê yê van xakan e

Gotara Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasû ya li ser Sakîne Cansiz ku 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê ji hêla dewleta Tirk ve hatî qetilkirin…

Şehîdbûna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez wê bikeve sala 4’an. Em van şehîdên şoreşger ku bi alçaxî bi komployê hatin şehîdxistin bi hurmet û minet bi bîr tînin. Qetilkirina van şoreşgeran karakterê rast ê polîtîkaya dewleta Tirk a li Kurdistanê ye. Ev êrîş tam di demeke wiha de ku Rêber Apo banga bêçalakiyê kirî hatiye kirin. Bi kuştina qedroyên girîng ên PKK’ê tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd dane ber xwe. Çawa bi komploya li ser Rêber Apo hatibe xwestin ku Tevgera Azadiya tasfiye bikin, bi li derve hiştina rêveberiya PKK’ê jî hatiye xwestin ku Tevgera Azadiyê were tasfiyekirin. Kuştina Sakîne Cansiz û hevalên wê encama vê polîtîkayê ye û biryara komkujiyê rasterast ji hêla Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin.

Ev komkujî nîşan dide ku mêtingeriya qirker diferfite, li bara têkoşîna azdadiya gel nikare raweste. 1998’an dewleta Tirk li pêşberî Tevgera Azadiyê nekarî raweste. Ji bo vê jî ji NATO’yê hevkarî xwestiye. Komploya li ser  Rêber Apo bi vê çarçoweyê pêk hatiye. Niha jî dewleta Tirk di vê rewşê de ye. Ji bo vê jî dixwaze rêveberiya PKK’ê tasfiye bike. Ji bo vê jî du rêveberên MÎT’ê peywirdar kirine û xwestine ku komployê li rêveberiya PKK’ê bikin. Lê PKK ev komloger girtine û darbeya herî dîrokî li dewleta Tirk hatiye xistin.

Rêber Apo dema ku komplo pêk hatî, di  nirxandina xwe ya Imraliyê de got, ‘’Komployên dîrokî geşedanan ranawestînin, dide lezandin.’’ Jixwe ber bi sala 2013’a ve Tevgera Azadiyê pir geş bûye. Êrîşa li dijî Sakîne Cansiz û li hevalên wê bi armanca astengkirina vê geşedana mezin bû. Lê ji wê demê ve PKK her geş dibe. Di rewşa berdest de desthilatdariya AKP-MHP’ê ew çendî tevgavî bûne Tayyîp Erdogan gotiye hûn çi dikin bikin divê hûn çalakiyan li dijî rêveberiya PKK’ê bikin. Lê bi niyeta ku derbê li  me bixin her çendî hatibin jî wan derb xwar. Faşîzma AKP-MHP’ê niha her çendî polîtîkaya herî êrîşkar a dîroka Tirkiyê bikin jî di rewşa xwe ya herî qels de ye. Ew qasî neçar û bêhêz bûne ku êrîşê bi ser goristanan de dibin.

Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez azweriya Tevgera Azadiyê ya têkoşînê geştir kiriye. Ev komkujî mafdariya têkoşîna azadiyê geştir kiriye. Nirxên nû yên moralê li yên heyî zêde kiriye. Giyanê azadiyê yê Sara  û xisletê wê yê berxweder bûye giyanê Tevgera Azadiyê û berxwedaniya Tevgera Azadiyê weke yê Sara têkneçûyî kiriye. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi giyanekî wiha yê şoreşger hatiye danîn ku ne pêkan e vîna azadiyê ya vê tevgerê were şikandin. Kî dikare tevgera bi rihê Kemal Pîr, Egîd, Bêrîtan, Zîlan û Sarayan têk bibe?

Divê ev were zanîn; li cem PKK’ê şehîd têne wateya bihêzbûna têkneçûnê. Li cem têkoşîna azadiya Kurdistanê şehîd tê maneya bi dest ve anîna nirxan. Hevrêyên wan van şehîdan dikin sedema têkneçûnê. Delal Amed ku beriya bi demeke nêz şehîd bûyî Tevgera Azadiya Kurd xurtir kiriye. Ji ber ku fermandarên HPG’ê, şervan û milîtanên PKK’ê azweriya Delal Amed ji xwe re kirine armanca sereke. Şehîd karekterê PKK’ê xurt dikin, mezin dikin û PKK ne ku tenê dikin  Tevgera Azadiyê ya Kurd, dikin tevgera azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê.

Qetilkirina Cansiz, Şaylamez û Dodgan a bi alçaxî hêrsa vî gelî û Tevgera Azadiyê geştir dike. Ji bo PKK’ê û Tevger Azadiyê tola vê komkujiyê û azadkirina Kurdistanê bûye armanca sereke. Bêrîkirina şoreşgera mezin û abîdeya azadiyê Sakîne Cansiz (Sara) teqez wê pêk were. Li pêş vî giyanî wê ti hêzeke mêtinger nikaribe raweste.

Sakîne Cansiz giyanê azadiyê yê van xakan e. Ev giyanê azadiyê hêza xwe ji dîrokê û nirxên civakî distîne. Êdî li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn hemû hêza dîrokê dimeşe. Sekna  li pêş vê hêzê ne pêkan e. Qajewaja Tayyîp Erdogan, ferfitîna paşverûtiya van xakan li bara vê hêzê ye. Ji ber ku li pêşberî xwe, meşa dîrokî ya di şexsê Tevgera Azadiyê de, di Sarayan berbiçav bûyî dibîne. Ev meş, meşa wan têkoşeran e ku li tevahiya dîrokê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dane.

Şaşiyeke mezin e ku mirov têkoşîna azadiyê ya PKK’ê bişibîne tevgerên rizgariya netewî ya li deverên dî yên dinyayê. PKK ne bi îro tenê re sînordar e. PKK meşa azadî û demokrasiyê ye ku duh, îro û siberojê vedibêje. Meşa hemû nirxên bedew ê mirovahiyê ye. Hêza xwe û têkneçûna xwe ji vê distîne.

Sakîne Cansiz karekterê giştî yê li kûrahiya van xakan e, ku di hewa wê de heye, di ava wê de û di keda jinê de, karekterê giştî yê têkoşîna heq, dadmendî, wekhevî, wijdan, azadî û demokrasiyê ye. Sara karakter û giyanê azad ê bi hezaran salan e. Nirxên heqî, dadmendî, wekhevî, demokrasî yên jinê, hemû nirxên civakî bi Sara re rabûne ser piyan.

Ji bo vê jî bi rengê şoreşgereke ji xwe bawer, ji ti êrîşê re serê xwe netewandî jiyaye. Heta ku şehîd bûyî jî ji vê meşa xwe ya serbilindî bi qasî serê derziyê jî nehatiye xwarê. Dema ku mirov li pirsa çima Tevgera Azadiya Kurd û PKK li bara êrîşan qet naşike binere, divê mirov li karekter û helwesta Sara binere.

Karakterê Sara, kesayatiya wê weke pevcivîneke dîrokê derketiye holê. Sara bûyineke dîrokî ye. Sedema ku ji Kurdistanê û Dersimê derketiye holê jî ew e ku di şexsê jinê de giyan û têkoşîna azadî û demokrasiyê li van xakan enerjiya xwe temsîla xwe dîtiye. Sara derketina holê ya dîroka Rojhilata Navîn, Kurdistan û Dersimê ye ku di şexsê jinê de diyar bûye. Ew ne tenê kesek e.Berbiçavbûna azadî, demokrasî û nirxên civakî ya xisletê Sara de ye. Taybetmendiyeke van xakan e ku ev nirx di şexsê jinekê de xwe diyar dikin. Gewherê vê cografyayê bi giyanê jinê ye. Ji ber ku civakîbûna pêşî û mirovahî cara pêşî li van xakan hatiye afirandin. Bêguman e ku ev civakîtî, nirxên di bin vê civakîbûnê de bi destê jinê, bi rihê wê hatiye afirandin. Ji bo vê jî dema ku tê gotin ev kesayat û karekter di şexsê Sara de berbiçav bûye divê ev rastî werin dîtin.

Komploya li dijî Rêber Apo, komloya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdang Dogan û Leyla Şaylamez, komploya ku tê xwestin li dijî rêveberên PKK’ê were kirin şerê li dijî dîrokê ye; şerê li dijî herka dîrokê ye. Ên ku li dijî herka dîrokê şer kirin çawa ku di ti sedsalê de bi ser neketine ji niha û pê de jî wê bi ser nekevin. Niha di şexsê desthilatdariya AKP’ê de Tirkiye statûkoya Rojhilata Navîn û paşverûtiya ji hêla dîrokî ve pevciviyayî temsîl dike. Ji bo vê jî ji hêla dîrokî ve li dijî PKK’ê ya ku nirxên azadî û demokrasiyê diparêze, parêzvaniya vê paşverûtî û statûkoyê dike.

Ev şer ne tenê ya rojane ye, şerê sereke yê dîrokî di van du hêzan de berbiçav dibe. Di sedsala 21’ê di vî şerî de teqez e ku PKK ya ku temsîla azadî, demokrasî, civakîbûna bi hezaran salan dike wê bi ser bikeve. Ango hêza azadî, demokrasî û civakîbûna dîrokî ya ku di şexsê Sara û Delalan de berbiçav bûyî wê bi ser bikeve.

Sakîn Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez nemirin, baza azadiyê  Delal ku temsîla giyana wan azadiyê ye nemirin. Ew pîroziyên me yên nemir in. Pîroziyên me teqez wê bi ser bikevin, êzdayên neqenciyê ku li dijî pîroziyê li ber xwe didin wê têk biçin.