Sadak: Ya ku li Îranê rû daye daxwaza demokratîkbûnê ye

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Selîm Sadak diyar kir ku rejîma Îranê bi polîtîkaya birçîbûnê dixwaze gelê herêmê terbiye bike û got: “Ev ne tenê serhildanên xîzanî û birçîbûnê. Ev daxwaza demokratîkbûna Îranê ye.”

Li Îranê hefteyek e gel li dijî rejîmê rabûye ser piyan û li kolanan çalakiyan pêk tîne. Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selîm Sadak serhildana gelên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

‘DENGÊ GEL BI ZILMÊ NAYÊ BIRIN’

Sadak diyar kir ku li cihekî azadî, mafên mirovan tine be û welatek civakê bi pergala rêveberiya reformîst û mûxafazakaran biçewisîne û rêve bibe, helbet wê ev serhildan li li cihekî xwe bide der û li tevahiya welêt belav bibe. Sadak anî ziman ku 40 sal in Îran hemû mafên jiyanê yên civakê binpê dike û wiha axivî: “Li ti deverên dinyayê ti kes nikare gel bi zilm û çewisandinê bêdeng bike. Dema ku hemû rêyên jiyanê bê birîn wê li cihekê biteqe û şoreşa gelan dest pê bike. Ti welat nikare bi zilmê civakê bêdeng bike. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bêdengiya salan xwe daye der û gel dixwaze vê pergalê bi mafê xwe yê herî rewa serhildanan biguherîne.”

‘SERHILDAN DAXWAZEKÎ DEMOKRATÎK E’

Sadak destnîşan kir ku serhildana gel daxwazek herî demokratîk e û wiha pê de çû: “Kesên alîgirê demokrasiyê û azadiyê be divê cihê xwe di vê serhildanê de bigre. Divê rejîma Îranê bi zilm û zordariyê neçe ser gel û guh bide daxwazên gel. Rejîm bi guleyan û zorê divê neçe li ser gel. Divê Îran hincet welatên Ewropa, Amerîka û Îsraîl negere û bi ser gel de neçe. Demek ji demekê zûtir divê daxwazên gel werin erê kirin û guh jê re bê dayîn.”

‘BI KOMUJIYÊ DIXWAZIN DENGÊ GEL BIBIRIN’
 
Sadak bilêv kir ku hişmendiya rejîma Îranê ne tenê li dijî Kurdan e û li dijî tevahiya gelê Îranê bi heman polîtîkayan dixwazin civakê birçîbûn, zayendî, bê polîtîka û bi dînparêziyê terbiye bike. Sadak di dawiya axaftina xwe de got: “Rejîm bi zext û zordariyê, bi polîtîkayên komkujiyê dixwaze dengê gel bibire û civakê bêdeng bike. Ev jî ne pêkane û ti dîkdatoran heta roja me ya îro ne kariye dengê gelan bi komkujiyê bibire.”