MEBYA-DER: Têkoşîna li dijî tecrîdê têrê nake

MEBYA-DER bi malbatan re civiya û diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê têrê nake û wiha gotin, "Armanca me şikandina tecrîdê ye."

MEBYA-DER

Şaxa Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Kesên Xwe di Dergûşa Şaristiyanê de Winda Kirine (MEBYA-DER) a Mêrdîn li navçeya Qoserê di çarçoveya nirxandina pêvajoyê û xwejinûve rêxistinkirinê de li eywanek dawetê bi endamên xwe re civiya. Malbatên zarokên wan jiyana xwe dest dane, malbatên girtiyan beşdarî civînê bûn û pankartên balê dikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Civînê bi bijartina dîwanê dest pê kir û ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. 
Hevserokên MEBYA-DER’a Mêrdînê Gurbet Tekîn û Salîh Kuday di civînê de axivîn. 
Hevseroka MEBYA-DER'ê Gurbet Tekîn diyar kir ku weke malbat bi guhdarkirina rexne û pêşniyaran ji bo rêxistinbûna xwe mezin bikin hatin gel hev. Tekîn anî ziman ku şer li hemû Kurdistanê didome û got di şer de yên herî zêde mexdûr dibin dayik in. Tekîn destnîşan kir ku bi saya nirxên ku afirandine heta îro hatine. Tekîn bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û got ku têkoşîna li dijî tecrîdê têrê nake. Tekîn der barê hevdîtina wan a bi Wezareta Dadê re agahî parve kir û diyar kir ku tevî hevdîtinan jî êriş û tecrîd li girtîgehan didome. Tekîn da zanîn ku li dijî çand û zimanê Kurdî êrîş tên kirin û ev hemû jî ji ber tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk tên û wiha axivî: “Bi tecrîdê dixwazin Ocalan ji me bidin bîrkirin. Lê em tu carî ji bîr nakin. Di civînên me de, di malên xwe de dema ku em weke du kes tên cem hev, divê gotin û rojeva me tecrîd be. Divê beriya her tiştî em rêxistinbûn û yekitiya xwe misoger bikin.”
 
‘ARMANCA ME ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE’ 
 
Hevserok Salih Kuday axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Kurdan berdewam dikin û got ku Kurd ne Kurdên berê ne. Kuday da zanîn ku şerê li Kurdistanê ne tenê bi Rojhilata Navîn ve sînordarkirî ye û wiha got: “Ji bilî têkoşînê tu çareya me nemaye. Birêz Ocalan dibêje, me li ku tiştek winda kiribe divê em li wir lê bigerin û ji wir dest pê bikin. Ji ber vê yekê em ê ji wir dest pê bikin. Ji ber vê yekê em ê pêşî li tecrîdê bigirin û bidin rakirin. Heta ku em tecrîdê nedin rakirin, dê zimanê me jî qedexe bikin. Dema em tecrîdê bidin rakirin wê yekitiya me jî pêk were. Heta wê yekitiya Rojhilata Navîn jî misoger bibe.”
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.