BI DÎMEN

Bernameya Newroza Qendîlê hat eşkerekirin

Çalakiya Newrozê ya îsal wê li Qendîlê bi dirûşmeya “Ji Rêber Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” bê lidarxistin. Bernameya pîrozbahiyê jî hat eşkerekirin.

Tê payîn ku bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê li Qendîlê bê lidarxistin bibin.

Komîteya Amadekar a Newroza Qendîlê bernameya pîrozbahiya ku wê bi dirûşmeya "Ji Rêber Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bê lidarxistin, eşkere kir.


Li gorî komîteyê, çalakiyên Newroza îsal dê bi pêxistina agirê Newrozê êvara 20’ê Adarê dest pê bike. Her wiha di Newroza Qendîlê de ji ber ku hevdemî meha Remezanê ye ji bo kesên ku rojiyê digirin dê xwarina fitarê bê amadekirin.

Di pîrozbahiya ku wê 21’ê Adarê saet di 12’an de li gundê Endzê yê Çiyayê Qendîlê destpê bike, tê bendemayîn ku ji çar aliyên Kurdistanê beşdar bibin.

Komîteyê da zanîn ku di pîrozbahiyê de Mustafa Dedar, Firmêsk Hafîz, Casimî Saz, Mîdya Huseyîn, Koma Çiyayê Şengalê, Koma Wargê û Koma Roj wê derkevin ser dikê.
Her wiha hat diyarkirin ku Komîteya Amadekar a Newrozê dê ji beşdarên xwe re surprîzên taybet çêbike.

Hate parvekirin ku ji bo welatiyên ku dixwazin di 20’ê Adarê de ji hemû parêzgeh, navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê biçin Newroza Qendîlê otobus hatine amadekirin.