Dewleta Îranê li Pîranşarê kolberek qetil kir

Li Pîranşarê di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de kolberek jiyana xwe ji dest da.

KOLBER

Dewleta Îranê li ser sînorê Pîranşarê gule bi ser kolberan de barandin. Di encama gulebaranê de Mihemed Gence jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mihemed Gence yê ku di bin berfê de mabû, piştî lêgerîna 48 saetan hat dîtin.

Li aliyê din 4 kolberên ku li herêma Sewlawa û Hengeceliyê ji zinaran ketin ji aliyê rejîma Îranê ve hatin êşkencekirin.

Li gorî daneyên sala 2023’an ên Kolbernewsê, di encama gulebarana hêzên dewletê, teqîna mayînan û qezayan de 299 kolber jiyana xwe ji dest dane.