Dewleta Tirk gundên Pişderê bombebaran kir

Hate hînbûn ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Pişderê barandin.

Hate hînbûn ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser Binarê Qendîl û Pişderê firînên keşfê pêk anîne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundên li ser sînorê Pîrane Reş, Zêwke û Çiyayê Casûsan ên Pişderê bombe kirin.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistiye, îro di saetên êvarê de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser Binarê Qendîl û Pişderê firînên nizim pêk anîne. Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker gundên li ser sînorê Pîrane Reş, Zêwke û Çiyayê Casûsan ên Pişderê bi dijwarî bomberdûman kiriye.