Kurdên li dijî hewldana Erebkirina Kerkûkê derketin hatin binçavkirin

Kurdên ku li dijî bicihkirina malbatên Ereb ên li malên Taxa Newroz a Kerkûkê hatin bicihkirin derketin, hatin binçavkirin.

Hêzên artêşa Iraqê bi çekan malên 7 malbatên Kurd ên li Taxa Newroz a Kerkûkê vala kirin û hewl dan 7 malbatên Ereb li van malan bi cih bikin Gelek Kurdên bertek nîşanî dagirkerinê dan hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku parlamenterên Kurd ên Kerkûkê têkildarî mijarê bi wezîrên Karên Hundir û  Dadê yên Iraqê re hevdîtin pêk anîne û hewl dane artêşa Iraqê ji Taxa Newrozê vekişînin. Lê leşker dê li taxê bimînin û dagirkeriyê bidomînin.

Xaniyên Taxa Newrozê ku bi tevahî ji Kurdan pêk tê, li Wezareta Darayî ya Iraqê hatine tomarkirin. Wezaretê xebatên xwe yên ji bo Erebkirina taxê didomîne.