Rustem Dilşad: Berê me li serketinê ye

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku kampanya wan a bi navê "Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin", pêngaveke ku berê xwe li serketinê ye.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Rustem Dilşad kampanya "Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin" nirxand.

Rustem Dilşad anî ziman ku pêngava 'Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin" bi ruhê şoreşa yekbûyî, bi kelecan, coş, îdîa û biryardariya wê pêngaveke ku berê xwe li serketinê ye. Rustem Dilşad got, "Beriya vê gelek pêngav hatibûn destpêkirin û wan pêngavan ji bo serketinên girîng derfet dabûn me. Li gel bidestxistina serketinên girîng, pêngava me ya serketinê jî amade kir. Taybetmendiya bingehîn a pêngava me ya 'em ê faşîzmê hilweşînin serketinê bi dest bixin' ew e ku berê xwe teqez li serketinê ye."

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Rustem Dilşad bi dewamî got, "Weke HBDH-KBDH ji bilî serketina misoger, ew dibêjin êdî cihê serketinên biçûk nîne. Ji ber ku em ji vê pêngava xwe re dibêjin, ku pêngava serketinê ye; ji ber ku pêvajoya em tê de ne serketinê ji me dixwaze. Weke ku tê zanîn îro li ser gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê faşîzm tê ferzkirin."

Rustem Dilşad destnîşan kir ku hêza pêşeng a pêngava wan, hêza rêvebirina pêngavê ciwan in û got, "Ji bo vê jî girîng e xeta rast a çalakiyê bê destnîşankirin. Di vê mijarê de xeta têokşîna yekbûyî ya şoreşger ku bi HBDH-KBDH'ê gihîşt asteke girîng a rêxistiniyê, hêja ye, di asteke girîng de ye."

Rustem Dilşad got, "Niha li qadan, taxan, kolanan, dibistanan, zanîngehan û hwd. li her derê girseyên ciwanan hene ku li benda pêşengên xwe ne û got, "Divê rêxistinên ciwanan bersivê bidin van girseyan. Bi vî rengî bibe wê hingî helwesteke hevpar a xurt li dijî faşîzmê pêk were. Kîn, hêrsa li dijî faşîzmê wê ber bi tolhildana şoreşgerî ve bê herikandin û veguhere çalakiyan. Kîna ku veguherî çalakiyê wê encama tolhildana şoreşger bi xwe re biafirîne. Bi kurtasî çalakiya ku encamê diyar dike, hevkarî ye. Kombûna bi çalakiyê ye."

Di dawiya axaftina xwe de Rustem Dilşad got, "Dawiya dawî Gelek hincetên hêzên muxalîf û şoreşger hene ku li dijî faşîzmê têbikoşin. Hinceta me ya herî mezin jî ew e ku desthilatdariya heyî rejîmeke faşîst e. Heta ku faşîzm hebe pêwîste berxwedana ciwanan jî hebe."

Rustem Dilşad destnîşan kir ku divê ciwan ji bîr nekin ku her tim alternatîf hene û got, "Eger êriş hebe berxwedan jî heye. Bi vê wesîleyê em bang li karkeran, kedkaran, jinan, muxalîfan û tevgerên ciwanan hemûyan dikin ku berxwedanê mezin bikin, çeperan zêde bikin, pêngava me ya 'Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixin' ku bi navê HBDH-KBHD dane destpêkirin, bi serketinê tacîdar bikin."