Rûspiyên civakê: Divê tecrîd were rakirin

Rûspiyên civakê û komên baweriyê yên demokratîk diyar kirin ku divê tecrîd were rakirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina berxwedana grevên birçîbûnê rûspiyên civakê û komên baweriyê yên demokratîk hatin ba hev.

Rûspiyên civakê li avahiya HDP’ê ya li Amedê hatin ba hev û xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Parlementerê Amedê yê HDP’ê Mûsa Farisogûllari, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û çalakgerên TJA’yê tevlî civînê bûn.

FARÎSOGÛLLARI: DIVÊ DEMILDEST EM TÊKEVIN NAV HEWLDANAN

Parlementerê Amedê yê HDP’ê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan divê her kes têkevin nav hewldanan û got ku “6 meh in greva birçîbûnê heye. 7 hezar hevalên me di greva birçîbûnê de ne. 8 hevalên me ji bo şikandina vê bêdengiyê xwe feda kirin. Divê em xwe rexne bikin. Divê me rêhevalên xwe biparasta. Êdî ne dema bêdengiyê ye.”

Piştre ji bo rakirina tecrîdê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em diyar dikin ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, daxwazên me ne û em  ê li her qadê bi berxwedêrên greva birçîbûnê re bin. Em bang li hemû saziyên demokratîk û beşên civakê dikin ku bila bi grevên birçîbûnê re bin.

Em bang li hemû saziyên civakî û hiqûqî yên navneteweyî dikin ku ji bo rakirina tecrîdê bila têkevin nav hewldanan. Em bang li dewletê û saziyên wê yên pêwendîdar dikin ku bila peywirên xwe bi cih bînin û vê kêşeyê bi awayekî lezgîn çareser bikin.”