Rûniştina rojnamevenan taloq bû

Rûniştina doza 5 jê rojnamevan 8 kesên ku ji protestoya qeyûm tên darizandin, ji bo mutalayê hat taloqkirin.

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm danîbû ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê. Di 20’ê tebaxa 2019’an de li Mêrdînê danîna qeyûm hat protestokirin. Polîsan êrîş biribû ser çalakiyê û 5 jê rojnamevan, 8 kes tên darizandin. Rûniştina duyan a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê hat lidarxistin.

Rojnamevan Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Rojda Aydin, Nurcan Yalçin û Halîme Parlak û her wiha Mehmet Ete, Hamza Ete û Selîm Şimdî di çalakiyê de hatibûn destgîrkirin  piştî 7 rojan hatibûn berdan. Her pênc rojnamevan û her sê welatiyên din bi îdiaya “muxalefeta qanûna jimara 2911’an kirine” tên darizandin. Rojnamevan Ahmet Kanbal û welatî Selîm Şimdî li rûniştinê amade bûn. Diyar bû ku dozgerek nû ji bo demekê tayînî dosyeyê hatiye kirin.

Li danişînê Şimdî dîmenên têkilî êrîşa polîsan pêşkêşî dadgehê kir.

Rojnamevan Kanbal jî parastina xwe ya danişîna berê dubare kir. Parêzeran diyar kir ku dosye ji darizandina rojnamevanan pêk tê û xwestin miwekîlên wan werin beraetkirin.

Dadgehê ji bo ku dozgerê nû hatiye tayînkirin mutalaya xwe amade bike dem veqetand. Dadger rûniştin taloqî 20’ê cotmehê kir.