Rûniştina rojnamevanên girtî dest pê kir
Rûniştina doza li dijî 5 rojnamevanan ku 4 ji wan girtî ye li Wanê dest pê kir.
Rûniştina doza li dijî 5 rojnamevanan ku 4 ji wan girtî ye li Wanê dest pê kir.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût ji ber ku destgîrkirina du sivîlan li navçeya Şaxê ya Wanê û avêtina wan ji helîkopterê kirin nûçe, tên darizandin. Çar ji wan rojnamevanan girtî ne, Zeynep Dûrgût jî bi rengekî negirtî tê darizandin.
Rûniştina dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê dest pê kir û rojnamevan bi Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî dibin. Parêzer jî li rûniştinê amade bûn.
Ji bo şopandina rûniştina dozê nûnerên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Platforma Rojnamevanên Jinê ya Mezopotamyayê, Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê, Komeleya Xebatkarên Hiqûq û Medyayê, gelek rojnamevan û xizmên rojnamevanên girtî li ber edliyeyê li hev civiyan.
Lê belê heyeta dadgehê bi bahaneya tedbîrên dijî şewbê, tenê destûr da 4 rojnamevanan ku dozê bişopînin. Nûnerên rêxistinên pîşeyî û malbatê wan jî tevlî rûniştinê nekir. Rojnamevanên ku xistin salonê, telefonên wan girtin.