Rûniştina Roboskiyan hate taloqkirin

Rûniştina biryardanê ya doza li 16 kesên ku ji ber bîranîna xizmên xwe yên li Roboskî hatin qetilkirin tên darizandin, hate taloqkirin.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, di bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk de 34 kes hatibûn qetilkirin. Malbat û xizmên qurbaniyan jî di nav de 16 gundî bi hinceta ku xizmên xwe bi bîr anîne ketin ber dozê. Rûniştina dozê jî li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê dewam kir. Rûniştina biryardanê ya doza bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' bêyî kesên têne darizandin pêk hat. Parêzer tevlî rûniştinê bûn.

Heyeta dadgehê bi hinceta ku divê 'Ewraqên kêm' bêne temamkirin, rûniştin ji bo 24'ê Çileya 2022'an taloq kir.