Rûniştina doza têkildarî kuştina Kemal Kurkut dest pê kir

Di doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut de ku li pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, rûniştina darizandina polîsê kujer Y.Ş. bi tedbîrên tund ên polîsan dest pê kir.

Di Newroza 2017'an de ya li Amedê, xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut dema ku derbasî qada pîrozbahiyê dibû ji pişt ve ji aliyê polîsê dewleta Tirk Y.Ş. ve hate qetil kirin.

Rûniştina 12'emîn a dozê ku ji sûcê 'kuştina gengaz a bi zanebûn' li polîsê kujer Y.Ş. hate vekirin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

Bersûc û parêzerên wî tevlî rûniştinê nebû. Parêzerên malbata Kurkut Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin, Serdar Çelebî, Sîdar Avşar, Mehmet Oner û Mûhlîs Ogûrgul tevlî bûn.

Bi hinceta şewbê parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy û rojnamevan jî di nav de 18 kes weke temaşevan li salonê hatin bicihkirin.

Dozgerî dixwaze ji 3 heta 9 salan cezayê girtîgehê li bersûc bê birîn.

Rûniştina dozê bi parastina parêzerên malbata Kurkut dewam dike.