Rûniştina doza rojnameger Canozer pêk hat

Li Amedê rûniştina doza rojnameger Berîtan Canozer pêk hat.

Di derbarê rojnameger Berîtan Canozer de bi îdîaya ku li ser tevna civakî propagandaya rêxistinê kiriye doz hatibû vekirin. Rûniştina doza Canozer li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Canozer û parêzer Resûl Temûr beşdarî dozê bûn.

Canozer wiha got; “Dema ku ev lêpirsîn hatî vekirin hesabên min ên tevna civakî ji derveyî bikaranînê bûn.”

Meqamê îdîayê bi îdîaya Canozer ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ xwest ceza li Canozer were birîn.

Rûniştina dozê taloqî 25’ê Adarê hate kirin.