Rûniştina doza Roboskîyiyan hate kirin

Malbatên ku cangoriyên qetlîama Roboskiyê bi bîr anîbûn, doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina vê dozê hate kirin.

Di bîranîna cangoriyên Roboskî ya sala 2015’an de ji ber 16 kesên ji malbatên Roboskî pankart vekirine “bi angaşta “propaganda rêxistinê kirine” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna bi fermana doza Roboskiyan li Dadgeha Cezayê Esliye ya Qilebanê hat dîtin. Tûfan Saydam, Semîre Encu, Sevcan Encu, Bêrîvan Encu, Cîhan Encu, Muhsîn Yakût, Hanim Encu, Aysel Encu, Heybet Encu û Selcan Encu beşdarî danişînê bûn.

Parêzer jî di danişînê de amade bûn. Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu yê birayê wî di komkujiyê de hatibû qetilkirin, wî jî doz şopand.

Piştî tespîta nasnemeyan yên derbarê wan de doz hatiye vekirin mafê axaftinê wergirtin. Şêniyên Roboskî angaştên derbarê xwe de red kirin û gotin ew ji bo xizm û zarokên xwe beşdarî bîranînê bûne.

‘TOLHILDANA JI KESÊN MIRÎ!’

Paşê parêzeran parastin kir û diyar kirin ku bi vê dosyeyê dixwazin ji miriyên gel tolê hildin. Parêzeran kaşkirina cenazeyê Haci Bîrlîk ê li pey maşîneya zirxî li Şirnexê hat kişandin bi bîr xistin û gotin: “Kaşkirina cenazeyek li pey panzêrê nabe sûc, lê gelo bîranîna miwekîlên me ji bo xizm û zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin dibe sûc?. Niha jî bîranîn dibin sûc û derdikevin pêşberî me.”

Parêzer got ew ê pişt re têkildarî dosyeyê parastinê bikin û xwestin miwekîlên wan werin beratkirin.

Dadgehê biryar da ku Cahîde Encu û Ayaz Encû yên beşdarî danişînê nebûne bi darê zorê wan bînin danişînê.

Danişîna ewil a doza 16 şêniyên Roboskî wê di 13’ê Çileya 2020’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê were dîtin.