Rûniştina doza li dijî Guven dest pê kir

Doza ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji 18 'sûc'ên cuda lê tê darizandin, li Amedê dest pê kir.

Dozgeriya dewleta Tirk ji ber daxuyaniyên têkildarî dagirkirina Efrînê û karên wê yên li nava KCD'ê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji 18 'sûc'ên cuda sûcdar dike. Rûniştina dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Guven beşdarî rûniştinê nebû. Parêzer Serdar Çelebî û Cemîl Tûrhalli Balsak tevlî bûn.

Dozgeriyê bi îdîaya "avakirin û birêvebirina rêxistinê", "endametiya rêxistinê", "sorkirina gel a ji bo civîn, xwepêşandan û meşên li dijî qanûnê", "beşdariya li meşên li dijî qanûnan" xwest ku Guven bê cezakirin.

Rûniştina dozê bi parastina parêzeran dewam dike.