Rûniştina 'Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê' dest pê kir

Rûniştina 13'an a 'Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê' dest pê kir.

Rûniştina 13'an a doza ku di nava raya giştî de bi navê 'Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê" tê naskirin, ku 30'ê Cotmeha 2014'an dest pê kiribû li Semsûrê pêk tê. Rûniştinê li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê dest pê kir. Parêzer û malbatên windakiriyan beşdarî rûniştina îro bûn.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de 3 jê zarok 8 kes hatibûn revandin û windakirin. Malbatên windakiriyan, çawîşê pispor Bîlal Batir û fermandarên qereqolê jî di nav de giliyê 18 kesan kiribûn.

Doz par radestî 5. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû kirin. Dadgeha Bilind carek din doz li Semsûrê vegerand. Raporeke nû ku dikare bûyerê ronî bike ya di 2'ê Mijdara 1995'an de ji aliyê serçawişên bi navê Mahmut Yilmaz, Haydar Topçam û Ahmet Çîçek ve hatibû girtin li dosyayê hate bicihkirin. Di raporê de tê gotin, hestî li herêma depoya çekan hatine dîtin û behsa bûyerê tê kirin.

Di raporê de têkildarî dîtina hestiyên Nedîm Akyon (16) û Davut Altinkaynak (13) agahî hene. Parêzeran xwestin li ser vê lêkolîn bê kirin û gotin, cihê hestî hatine dîtin û kordîne hatiye dayîn heman cih in. 

Têkildarî rapora li dosyayê hate zêdekirin parêzerê malbatan Erdal Kûzû ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got: "Cînayetên di dosyayê de ji aliyê dewletê ango hêzên dewletê yên peywîrdar ve kiriye hatine kirin. Ev rapor jî bûyerê bi awayekî vekirî piştrast dike."