Rûniştina 5 kesên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin careke din hate taloqkirin

Rûniştina doza 5 kesên ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, bi hinceta 'dadger ne amade ne' hate taloqkirin.

Li Dadgeha Duyemîn a Ceza ya Hewlêrê girtiyên Behînanê yên bi navê Amir Xalid Egîd, Firset Ehmed Seîd, Cemal Xelîl Mecîd, Silêman Musa Ehmed û Silêman Kemal Silêman wê îro bihatana dadgehkirin.

Lê dadgehê bi behaneya ku du dadger ne amade ne, runiştina dadgehê taloqî 21'ê Cotmehê kir.

Parêzerên girtiyan van behaneyên dadgehê bê bingeh bi nav dikin ku her carek dadgehkirina girtiyan pê tên taloq kirin. Parêzer diyar dikin ku desthilat dixwaze ceza li girtiyan bibire, lê ji bo bandora xwe li ser hilbijartinê neke, behaneyan derdixin û dadgehkirina wan taloq dikin.