'Ruhê Hakî Karer li çar aliyên Kurdistanê ye'

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li akademiya Hakî Karer perwerdeyê dibînin, di salvegera 41. a şehadeta wî de ew bi bîr anîn û gotin, ew hewl didin wî hîn bêhtir fêhm bikin û xwedî li mîrateya şoreşgerî derkevin.

Yek ji kadroyên destpêkê yên têkoşîna azadiyê Hakî Karer ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wî digot "ruhê min ê veşartî ye", 18'ê Gulana 1977'an li Dîlokê şehîd bû. Bi hezaran PKK'yî yên li çiyayên Kurdistanê, ji bo geşkirina ruhê wî li Akademiya Hakî Karer perwerdeyê dibînin. Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li akademiyê perwerdeyê dibînin, di salvegera 41. a şehadeta wî de qala xeta Hakî Karer kirin.

EW NIKARIN BI RUHÊ HAKÎ KARER

Kahraman Kaşûra diyar kir ku piştî tevlî nava refên gerîla bû, ew li cihên cuda ma û got, "Sala 2014'an piştî ku komkujiyê rû da, weke gerîlayên HPG'ê em çûn Şengalê. Dema li Şengalê bûm, min ew ruhê hevrêtiyê yê Rêbertî û Hakî Karer li çiyayên Şengalê dît. Keç û xortên ji nasname û baweriyên cuda, ji bo rizgarkirina Êzîdxanê li nava refên HPG'ê bûn."

Kaşûra destnîşan kir ku ew bi vî ruhî li dijî êrîşên faşîzmê yên kevneşopiya dewleta Tirk şer dikin û got, "Ji ber vê yekê, tevî ku bi teknîkeke giran êrîşî me dikin jî nikarin encamekê bi dest bixin. Ji ber ku ya li hemberî wan şer dike, ruhê Hakî Karer e."

EM WEKE HEVRÊYÊN WÎ LI KERKÛKÊ BÛN

Şîmal Dilsoz bal kişand ser komkujiyên ku li gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelên Kurdistanê tên kirin û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî vî mejiyê komkujiyê dest bi têkoşîna hevgirtî ya gelan kir. Dilsoz diyar kir ku ev rastî di hevrêtiya bi Hakî Karer re tê dîtin û got, "Hevrê Hakî Tirk e. Lê belê dixwaze xeyalên xwe yên azadiyê bi Kurdan re bi cih bîne. Aliyekî ruhê wî bi Rêber Apo re ye."

Dilsoz bi bîr xist ku li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê wan li Kerkûkê gel parastin û wiha dewam kir: "Dema ku min di çeperê de rengîniya hevalan dît, min digot 'Teqez hevrê Hakî me dibîne. Rengê PKK'ê Hakî ye'. Kerkûk bajarekî qedîm ê jiyana bi hevre ya gelan e.Weke hevrêyên Hakî û Rêber Apo, ji bo parastinê em jî li wir bûn."

BÎRANÎNA HAKÎ LI KOBANÊ YE

Bêrîtan Bêrîvan da xuyakirin ku ew li ser şopa hevrê Hakî ne, ku beriya 40 salan gavên destpêkê yên têkoşînê avêt. Bêrîvan got, "Ez ji Kobanê me. Dema ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûm, Kobanê di destê rejîma Baasê d ebû. Di çeperan de min ji radyoyê bihîst ku azad bû. Sîstema biratiya gelan a niha li Kobanê û tevahiya Rojava heye, şêweyekî bersiva ji bo bîranîna hevrê Hakî ye. Afirandina jiyana bi gelên Ereb re ku bi salan dîwar di navbera me de hatibû lêkirin, bi saya fedakarî û keda hevrê Hakî bû. Em jî bi vê bîr û baweriyê xwedî li keda hevrê Hakî derdikevin."

BERSIVA LI XETA XIYANETÊ

Ahmet Amed ragihan ku jiyana Hakî Karer ji wan re hiştiye, jiyaneke bi rûmet e û di şexsê Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

Amed bi bîr xist, ku piştî şehadeta Hakî Karer, Rêberê Gelê Kurd biryara partîbûnê da û bi vî rengî bersiv da şehadeta Karer. Amed got, Piştî îlana PKK'ê ya 27'ê Mijdara 1978'an, ev 40 sal in ruhê hevrê Hakî tê geşkirin û bi berxwedanê bersiv ji xeta nokeran re tê dayin.

Ahmet Amed diyar kir ku piştî wan perwerdeya xwe qedandin, wê têkoşîna hevrê Hakî li çeperên şer bidomînin.

TOLHILDANA JI NOKERAN

Sara Lorîn bi bîr xist ku Hakî Karer digot, "Ti tişt ji serxwebûn û azadiyê hêjatir nîne" û destnîşan kir ku ew bi rûmet û serbilind in ji ber ku li ser şopa wî dimeşin.

Lorîn anî ziman ku partîbûna bi şehadeta Hakî Karer re dest pê kir, di heman demê de hilanîna tolê ji xayin û nokeran e û wiha dewam kir: "Weke gerîlayên HPG'ê, ji bo tolê ji her şêwe zilma tê kirin hilînin, em her roj xwe xurtir dikin. Di vê dewreya perwerdeyê de jî em giraniyê didin ser hilanîna tolê. Erk û wezîfeyên me hene. Kevneşopiyeke qirkirinê heye ku di dema xwe de divê em bersivê bidin. Bi ruhê hevrê Hakî em têkoşîna xwe xurt dikin."

18'Ê GULANÊ FERMANA JI BO TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ YE

Jin Dersim, Hakî Karer û ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anî û got, "Em di demeke welê de ne ku dewleta Tirk bêhn li gelan çikandiye. Di vê demê de têkoşîna yekbûyî nebe nabe. Operasyonên leşkerî û siyasî, hilbijartina di 24'ê Hezîranê de bê kirin, di şexsê hevrê Hakî û hevrê Îbrahîm de têkoşîneke hevpar il ser gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî ferz dike."

MIN LI QAMIŞLOYÊ BANDORA WÎ DÎT

Jin Dersim destnîşan kir ku weke ciwaneke Kurd a li Qamişloyê mezin bû, wê bandora şopdarên hevrê Hakî li Qamişloyê dît û got, "Di nava jiyana ku bi felsefeya Rêber Apo ji aliyê gelên Suryanî, Kurd, Tirkmen, Ermenî, Xiristiyan, Misilman û Ereban ve hate avakirin, şopa hevrê Hakî tê dîtin." Dersim destnîşan kir ku wê xwedî li mîrateya Hakî Karer derkevin.

EM Ê BIGIHÎNIN ÇIYAYÊN SERBILIND ÊN ORDÛYÊ

Dijwar Zagros diyar kir ku ew ji Êzîdxanê, ji çiyayên Şengalê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû û got, "Dema ku gerîlayên HPG'ê li dijî fermana 74'an ji bo parastina me û axa me hat, berxwedana wan bandor li min kir. Mîna diyariyekê, felsefeya Rêber Apo ji me re anîn. Min jî xwest li ser vê felsefeyê kûr bibim û xwe zane bikim. Dema min li rêbaza jiyanê ya Rêber Apo pirsî, di nava bersiva hevalan de navê hevrê Hakî Karer derbas dibû. Min fêhm kir ku hevrêtiya kûr a Rêber Apo bi hevrê Hakî re kiriye, xwedî bandoreke mezin e. Dema min bihîst ku ew Tirk e, hîn bûm ku li pişt berxwedana bi hev re ya hevrêyên Tirk, Kurd, Fars û Ereb, mîrateya hevrê Hakî heye."

Zagros da xuyaikrin ku Hakî Karer navê mezinbûna bi kedê ye û got, wê bi xurtî xwedî li bîranîna Hakî Karer derkevin ji bo jiyana bi hev re ji çiyayên Şengalê bigihînin çiyayên serbilind ên Ordûyê.