'Rihê berxwedêr ê Şehîd Mizgîn û Leyla Qasim wê bi ser bikeve'

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr di derbarê salvegera şahadeta Leyla Qasim û Şehîd Mizgîn got, “Divê jinên Başûr taybet jî jinên ciwan vê yekê baş bizanibe, hişmendiya ku Leyla Qasim wê demê li hemberî wê şer dikir û ya niha ji hev ne cuda ye.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr di derbarê salvegera şahadeta Leyla Qasim û Şehîd Mizgîn de ji ajansame re axivî. Dîcle Xabûr di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîd Leyla Qasim û Mizgîn de hevalên wek heval Mehmet Karasûngûr, Şehîdên Hewlêrê, pêşengên destpêkê Hakî Karer û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û bal kişand ser rihê wan ê berxwedêr û got: “ Leyla Qasim hevaleke jin, keçeke Kurd bû, xwendevan bû, zane bû. Leyla li hemberî hişmendiya pênc hezar salan, li hemberî bindestiya welat ji bo têkoşînê bike, tevlê xebatên rêxistina yekîtiya ciwanên Kurd dibe. Leyla Qasim hemû rê û rêbazên cuda, li hemberî dagirkeran çalakiyan dikin. Di çalakiyekê de ew û 4 hevalên xwe ji aliyê hêzên Sedam ve tên girtin. Wextê Leyla Qasim tê girtin, dijmin ji bo wê teslîm bigire gelek rêbazan bi kar tîne, lê Leyla Qasim teslîmiyetê qebûl nake. Ji ber ku teslîmiyetê qebûl nake wê û 4 hevalên wê îdam dikin. Leyla Qasim wek jineke Başûrê Kurdistanê di demeke wisa de ya ku kesî nikaribû zêde behsa Kurdistanê bikira, li hemberî dagirkeran ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê serî hilda, ji bo axa xwe têkoşiya.

LEYLA QASIM JI BO JINÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ MÎNAKA BERXWEDANÊ YE

Rastî jî Leyla Qasim ji bo jinên Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî jinên ciwan yên başûr mîraseke xurt hişt. Divê gelên Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî jinên Başûr divê vê rastiya Leyla Qasim bixwînin, vê dîrokê bixwînin. Wek Rêber APO dibêje ‘Gelê ku dîroka xwe nizanibe, wê li ber qirkirinê ve biçe.’ Divê jinên Başûr taybet jî jinên ciwan vê yekê baş bizanibe, hişmendiya ku Leyla Qasim wê demê li hemberî wê şer dikir û ya niha ji hev ne cuda ye. Ji bo vê jî ciwanên me yên Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî hevalên me yên jin divê dîroka xwe bixwînin û Leyla ji nû ve vejînin. Vejîna Leyla taybet wê ji bo Başûr bibe semboleke hemdem. Ji bo vê jî naskirina dîroka xwe û xwerêxistinkirin tê. Ji ber ku dîroka xwe nas nekirine xwe jî nas nekirine, îro li Başûrê Kurdistanê her roj dayîk û jinên ciwan tên kuştin, ber bi xwekuştinê ve diçin, ev jixweber pêk nayê. Ji bona vê jî tê xwestin ku divê jinên Başûr zêdetir dîroka xwe nas bikin, xwe rêxistin bikin. Li hemberê hişmendiya heyî, divê têkoşîna xwe bilintir bikin. Ger ku jin wisa tevbigerin wê bi ser bikevin.”

ŞEHÎD MIZGÎN BERDEWAMIYA LEYLAYAN E

Dîcle Xabûr Şehîd Mizgîn jî wek berdewamiya Leylayan pênase kir û di derbarê kesayeta wê de got: “11’ê Gulanê jî salvegera 23’emîn a Şehîd Mizgîn e. Ew jî berdewamiyan Leyla ye. Bi hezaran keçên Kurd ji bo nekevin destê dijmin, teslîmiyet qebûl nekirin, xwe ji zinaran avêtin, mirina xwe ji bo xwe tercih kirin. Heval Mizgîn jî vê dîrokê tê. Di nav PKK’ê de bi hezaran jin tevlê bûn, ji ber ku Kurdistan bindest bû, azadî nîn bû. Ji bo azadiyê gelek jinên Kurd tevlî Tevgera Azadiyê bûn. Heval Mizgîn jî yek ji wan hevalan bû. Heval Mizgîn di rêxistinê de, di destpêkê de di xebatên avakirina Tevgera Jin de girt. Di heman demê de di nav xebatên çand û hunerê de cih girt. Di heman demê de fermandareke şer bû. Fermandara Eyaleta Mêrdînê bû. Heçko di kesayetiya hevala Mizgîn de, pêşxistina di aliyekî de nîn bû. Heval Mizgîn xwe ji her aliyî de bi pêş dixist. Heval Mizgîn jî dema çûyîna xwe ya ber şehadetê, wê jî teslîmiyet qebûl nekir. Li hemberî tunekirin û dagirkeriyê serî hilda. Heval Mizgîn jî qirkirin qebûl nekir.”

JIN WÊ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ TÊK BIBIN

Xabûr, bal kişand ser rastiya dijminê gelê Kurd û bang li hemû berxwedêrên azadiyê, bi taybetî jî bangî jinan kir û got: “ Roja ku em niha jê derbas dibin, faşîzma di asta herî jor de ye, tu tiştên pêşiya xwe nas nake. Taybet faşîzma di Kurdistanê de derketiye asta herî jor. Ev sê sal in, em tu agahî ji Rêber Apo nagirin. Ev jî asta faşîzma Erdogan nîşan dide. Çawa Leyla Qasim li hemberî dîktatoriya Sedam li ber xwe da û serî netewand, teslîmkarî qebûl nekir, ev rihê qebûlnekirina teslîmiyetê jî hê berdewam dike. Ya ku Tevgera azadiyê li ser pêyan dihêle ev rih e. Gotineke me ya pêşiyan heye dibêjin; ‘Av disekine dijmin nasekine’ ji bo vê jî divê em îro ji bo azadiya axa xwe, welatê xwe bi rihê Leyla Qasiman, Mizgînan, Heqiyan, Karasûngûran ve tevbigerin. Çi gel dibe çi jî mîlîtanên vê tevgerê dibe, divê li gorî rihê van hevalan em 24 saetan têbikoşîn û bixebitin, dijminên xwe nas bikin û têkoşîna xwe wisa bidomînin ev tişt wê me bibe serkeftinê. Ji ber ku dîrok û mîraseke me ya ewqas xurt heye. Ger ku em dîroka xwe baş nas bikin bi vê naskirinê ve em ê xwebûna xwe bi pêş bixin û em ê pêngavên herî xurt biavêjin. Taybet jî em wek hevalê jin divê ji vê demê re pêşengtiyeke xurtirîn bikin û dawî li dîlgirtina Rêberê xwe bînin. Em wek jin li gorî slogana xwe ya ‘Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ li gorî slogana xwe tevbigerin û em ê 24 saetan bênavber têbikoşin. Em ê li hemberî qirkirina ku dijmin li ser me ferz dike têbikoşin, em wek mîlîtanên tevgera azadiyê, wek hevalê jin em ê pêşengiya vê bikin û dijminê xwe têk bibin û bin bixin. Ji ber ku di rastiyê de jî dijminê me ne xurt e. Tenê em bikaribin xwe rêxistin bikin û têkoşîna xwe bilintir bikin, wekî heval Mazlûm jî dibêje berxwedan wê bi xwe re serkeftinê bîne. Ji bo vê jî di vê pêvajoyê de wek hevalê jin divê sekna me xurt be, divê em yekîtî û rêxistina xwe xurttir bikin. Em ê bi rêxistinbûna xwe vê qirkirina ku Erdogan li ser me ferz dike, em ê pûç derxînin. Dubare em wek hevalê jin di pêvajoyeke ewqas hesas û nazik de em ê bi hêza xwe ya rêxistinî, van polîtîkayên qirkirinê pûç derxînin. Serkeftin ya me ye, ji ber ku azadî her tim ya gelan e. Em ê alaya şehîdên xwe, alaya têkoşînê her tim bilind bikin û faşîzmê têk bibin.”