'Ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê geştir dibe'

Gerîlayên HPG'ê Egîd Nûda û Arjîn Destan Bakur ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin, destnîşan kirin ku wê bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê dijmin li Zap, Avaşîn û Metînayê têk bibin.

Gerîlayên HPG'ê Egîd Nûda û Arjîn Destan Bakur têkildarî salvegera Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ji ANF'ê re axivîn.

Egîd Nûda: Îro salvegera 14’ê Tîrmehê berxwedana zindana Amedê ye. Di şexsên hevrê Mazlûm, Xeyrî, Ferhat, Kemal û Alî Çîçek de bi hezaran hevalên me ên ku şehîd ketine bi rêzdarî bi bîr tînin. Beriya ku pêvajoya berxwedanê destpê bike, li seranserî Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê darbeyeke leşkerî hate kirin. Wê darbeya leşkerî bandor li tevahiya Kurdistanê kir û bi taybetî bandor li tevgera me ya azadiyê kir. Di wê darbeyê de hevalên me yên pêşeng dîl ketin dest. Piştre li zindana Amedê berxwedaneke pir mezin hate kirin. Bi her cure êrîş û zextan xwestên îradeya hevalên me teslîm bigrin lê nekarîn bikin. Bi her awayî êşkence û zext hevalên me tî, birçî hiştin, bi şerê derûnî û yê taybet êrîş kirin, lê nekarîn îradeya hevalên me teslîm bigrin. Bi berxwedaniyeke bêhempa li hember Nemrûdên wê demê bûn fedayiyê Rêberê xwe û gelê xwe. 

Dema mirov roja me ya îro jî mêze dike li zindanên Tirkiyê  û taybet Bakûrê Kurdistanê berxwedaniyek pir mezin tê meşandin. Tecrîda li ser Rêber APO her girantir dibe. Li hember vê tecrîdê sekna Rêber APO berxwedaneke di asta herî jor de ye. Û ev berxwedana Rêber APO ji bo me dibe çavkaniya hêz û moralê. Mirov dema îro mêze dike bi taybetî li Bakur û zîndanên Tirkiyeyê êrîşekî pir giran li ser hevalên me yê girtî hene. Yê ku dixwazin bibin Esat Oktayên wê demê li berxwedana Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan û Ferhatan rast tên. Her çiqasî bixwazin êrîş bikin jî îradeya hevalên me bişkînin jî nikarin vê bikin. Ji ber ku rastî berxwedaneke pir mezin tên. Li vir piştgirîya gele me pir girîng e. Ew a dihêle ku berxwedan hîn zêdetir bilind bibe û geştir bibe. Niha jî mirov li roja me ya îro mêze bike, li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî bêhempa û berxwedaneke bêhempa heye.

Dewleta dagirker ji her milî ve êrîşî qadên gerîla dike. Her çiqasî êrîşên xwe dijwar bikin jî rastî berxwedan gerîlayan tên. Bi ewqasô êrîşên çekên kîmyewî, teqemeniyên pir mezin  bi ser hevalan de biçin jî çiqasî bixwaze îradeya hevalên me bişkîne, teslîm bigre jî lê li rastî berxwedaneke dîrokî, bêhempa tên. Wê berxwedane hişt ku xeyalên wan ê Osmanî di qirika wan de bimîne. Îro jî li Zap, Avaşîn û Metîna ruhê ku li ber xwe dide ruhê 14’ê Tîrmehê ye. Bi wesîla vê roja berxwedêr hevalên me yên ku li zindanan û di çeperên şer de li ber xwe didin, şer dikin û şehîd dikevin, em wan hemû hevalan bibîr tînin, bejna xwe li hemberî wana ditewînin.

Arjîn Destan Bakur: Em vê rojê bi bîr tînin. Ev roj ji bo me rojeke pir girîng e û rojeke ku em wate didine. Heke ev roj nebûya dibe ku niha em nebûna an jî em ewqasî mezin nebûna, ev rastiyeke. Ji ber ku di têkoşînê de an jî di fêmkirina Rêbertî de, di wê pêvajoyê de bi taybetî hevalan li gorî ku Rêbertî dixwest dikirin. Çalakiyek bi wî şêwazê bi rastî jî ne hêsan e. An jî ne rehet e. Mirov çalakiyek wisa bike ku herkes an jî her hevalek pê bandor bibe ne hêsan e. Ji ber ku di vê pêvajoyê de bi taybetî pêvajoyek pir zehmet bû û çalakiyek wisa kirin wisa rehet nîn bû. Hem êşkence li ser hevalê me yê kadro hem jî li ser mîlîs û gelê me hebû. Li hemberî vê îradeyeke pir xurt derket, navûdeng bû, ew a pir girîng bû. Bi vê çalakiyê ve gel ji nû ve şiyar bû. Di şert û zirûfên wê demê de di bin her cûre êşkenceyan de avek heya perçekî nan nîn bû. Dijmin êrîşek wisa hovane li ser hevalê me dikir ku ne dihiştin perçekî nan an jî avekê vexwen. Di zindana Amedê de heval bi ruhê Mazlûm û Çaran tevgeriyan.

Heya roja me îro jî bi ruhê Mazlûm, Çaran û Kemal Pîran tevdigerin. Em her tim di vê hewldanê de ne ku li ser rêya wan bimeşin û armanca wan pêk bînin. Di vê demê de dijmin dixwest PKK’ê tine bike. Hevalên me yên ku di zindanê de jî li ber xwe dan û di bi biryarek mezin bersiva pêwîst dane dijmin. Di nava wan şertên zehmet de bêyî hev bibînin an jî notek ji hev re bişînin hevdu hîs kirin. Notek an jî gotinek biçûk jî di bin zextên dijmin de bû. Ruhê wan hevala pir xurt bû. Ew ruhê wan dihişt ku li ser lingê xwe bisekinin. Di warê moral û coşê her wiha bi sekna xwe ya jiyanê de hevdu temam dikirin. Ne dihiştin ku kêmaniyek derbikeve. Ji bo ku dewleta Tirk negihîje encamê û ji bo paşeroja gelê Kurd hevalan bi ruhekî fedayî li ber xwe dan. Bi saya wan gelê Kurd hebûna xwe didomîne û roja me îro jî ew têkoşîn hîn mezintir dibe û hejmara kadro qat bi qat zêde dibe. Ji bo ku em Rêbe APO ji zindanê derbixin em têkoşîna xwe hîn mezintir dikin. Hedef û armanca her hevalekî me ew e ku em dijmin têk bibin û Rêberê xwe fîzîkî azad bikin. Ruhê 14’ê Tîrmehê îro li Zap, Avaşîn û Metîna geştir dibe.