Ronahî: 4'ê Nîsanê roja vejînê ya gelê Kurd e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî diyar kir, gelê Kurdistanê 4'ê Nîsanê weke rojbûna xwe dibîne û destnîşan kir ku hebûna gelê Kurd bi rastiya Rêbertî ve girêdayî ye.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî li ser 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Ronahî anî ziman ku gel û jinên Kurd rojbûna Ocalan weke rojbûna nû û roja xwe ya azadiyê dibînin û got, "Rojbûna Rêberê me di serî de li Rêberê me, li dayika Uweyş, jinên Kurd û gelê Kurd pîroz dikim."

Elîf Ronahî diyar kir ku ew bi rengekî ji rêzê rojbûna Rêberê xwe nanirxînin, wateyeke ji rêzê nadin û got, "Wateya ku em didin vê rojbûnê ew e ku gelê Kurd bi hebûn û nasnameya xwe hesiya."

'JI BER 2 SEDEMAN LI DIJÎ RÊBERÊ ME BI HÊRS IN'

Elîf Ronahî got, "Dewleta Tirk bi taybetî jî Erdogan û Bahçelî di rewşa heyî de bi bazirganiya xwe ya li ser siyaset û olê dimeşînin, êrişên gelekî giran dibin ser Rêberê me" û têkildarî sedemên van êrişan jî wiha axivî: "Aliyekî êrişan hêrsa wan a li dijî Rêberê me ye, aliyê din jî ew eku dixwazin pêşî li fikrê Rêberê me yê ji bo mirovahiyê afirandiye bigirin, negihêlin ku fikir û felsefeya wî bigihêje mirovahiyê. Nêzîkatiyeke welê heye ku dixwazin ji mirovan dûr bixînin û bêwate bikin. Lewma wî tecrîd dikin."

Elîf Ronahî got, "Her ku paradîgmaya ekolojîk, demokratîk, azadîparêziya zayendî li nava gelan belav bû, bandora xwe ya li ser mirovahiyê zêde bû, dijmin û hêzên hegemonîk ên navneteweyî tirsiyan, bi hêrs kir. Lewma wezîfeya ku hêzên hegemonîk dane dewleta Tirk ew e ku dengê Rêberê me bi temamî bibire. Dema ku dibînin nikarin vê bikin, hingî serî li rê û rêbazên provokatîf didin.

Ya ku dema dawî dikin, gotinên wan ên li dijî Rêberê me, axaftina bi telefonê yan jî neaxaftina bi telefonê, tirsa wan a mezin a ji Rêberê me ye."

'GELÊ KURD XWE JI NÛ VE AFIRAND'

Elîf Ronahî destnîşan kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nava tevahiya mirovahiyê, li nava jinan û civakên têkoşer şûna xwe dîtiye û got, "Lewma eger gelê Kurd 4'ê Nîsanê weke rojbûna xwe, roja vejîna xwe dibîne, ev yek tiştekî nepixandî nîne.

Bi rastî jî gelê Kurd bi rastiya Rêbertî xwe afirandiye. Ji ber vê yekê dema PKK tê gotin, em weke partiyek, tevgerek li dora Rêbertî dibînin. Rastî ev e. Tevgerek, tevgereke jinê, rastiyeke gel heye ku li dora Rêbertî, fikir û paradîgmaya Rêbertî bi cih tîne. Lewma divê tevahiya gelê Kurd bi vê zanibe: Dîroka me gelekî xurt e. Hêzeke me heye ku em xwe dispêrin koka xwe, dîroka xwe. Divê em bi ê hêza xwe, bawer bin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê me timî çalakiyan bikin. Pîrozkirina rojbûna Rêbertî, bi têkoşîneke bi têkoşîneke bênavber, bi fêhmkirina paradîgmaya Rêbertî û xurtkirina civakîbûna xwe ya rêxistinî dibe.

Ji bo jinên Kurd jî rojbûna Rêberê me gelekî cuda ye. Rêbertî azadiya jinê û azadiya civakê kir yek. (...) Eger îro ji bo Rêbertî bi sedan, bi hezaran jin û mêr bi rengekî fedayî têkoşiyan û canê xwe danîn holê, sedema vê ew e ku Rêbertî cewhera azadiyê ya di kesayetiya wan de afirand."

'EM GERÎLA; HETA DAWIYÊ EM Ê TÊBIKOŞIN'

Ronahî ragihand ku di vê demê de li gel firsendên dîrokî her wiha rîskên xwe jî hene û anî ziman, eger pêvajo gelekî baş bê xwendin wê teqez tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin. Ronahî diyar kir ku ji bo dawî li tecrîdê bê anîn divê li her qada jiyanê çalakî bên lidarxistin û got, "Bi navê tevgerê, gerîla, tevgera jinê em ê heta dawiyê têbikoşin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe çi bikeve ser milê me em ê bikin.

Lê belê tevî vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê her wiha jin hemû divê bi rengekî rêxistinî tevbigerin, têkoşîneke rêxistinî bimeşînin û timî çalakiyan bikin. Me careke din ev dît. Di 8'ê Adarê û Newrozê de gelê me nîşan da ku çawa xwedî li Rêberê xwe derdikeve.

Bi 4'ê Nîsanê re divê ev pêngav bê mezinkirin, xurtkirin, bi çalakiyên cihêreng têkoşîn bê meşandin. Eger em îro vê nekin dibe ku sibe em li rewşeke cuda rast bên û êdî tiştên em bikin jî nikaribin gelek encaman biguherîne. Lewma şikandina van pêkanîn û kiryaran hemûyan tenê bi têkoşînê dibe."

'DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE DIVÊ MIROV LI BER XWE BIDIN'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel û jinên Kurd aliyê herî hesas e û ev bang kir: "Di vê pêvajoyê de divê em pêngavê berfireh bikin, mezin bikin û tecrîda mutleq bi dawî bikin. Eger em karibin dawî li vê tecrîda mutleq bînin, hingî em ê teqez bi rêberê azad re Kurdên azad, mirovahiya azad biafirînin.

Vê pêvajoyê careke din nîşan da ku ev yek bi têkoşîneke ji rêzê nabe. Di asta herî bilind de di nava her şert û mercî de divê bi her awayî têkoşîn bê meşandin. Eger em vê bikin hingî em ê rojbûna Rêbertî bêhtir bi wate bikin, salên bê em ê karibin bi rêberê xwe re di nava şert û mercên azad de li welatê azad rojbûna rêberê xwe pîroz bikin. Ji bo serxistina vê jî divê paradîgmaya Rêbertî baş bê fêhmkirin û timî çalakî bên lidarxistin.

Em rojbûna Rêberê xwe careke din li tevahiya gelê Kurd, dostan, Rêberê xwe, jinên urd, hevrêyên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn, li zindaniyan û gelê xwe yê berxwedêr pîroz dikin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin."