Rojnivîskên gerîla - 5

Ji bo vegotina erdnîgariya Dersimê, gotin kêm dimînin. Mîna ku hemû gotinên bên gotin li pêşberî vê bedewiyê fedî dikin û xwe vedişêrin.

Em beşek ji rojnivîskên gerîlayên şehîd bûne parve dikin. Hinekan qala dema naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kirine, hinekan dilsoziya xwe ya bi erdnîgariya xwe re nivîsîne, hinekan behsa dîtina Ocalan û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re kirine. Rojnivîsk ji wan re bûye hemsir. Pê zanin ku ew xwedî nasnameyeke mezin a kolektîf in, zanin ku ew siwarên hêviya gelê mezlûm ê 50 milyonî ne, baş zanin ku serketin û têkçûn wê di hişê civakê de rê li ber kîjan encamê vekin. Ne tenê zanin, her wiha fêhm dikin û cîhana xwe ya fêhmkirin û watedayinê mezin dikin. Hewl didin hêjayî welat, gel û partiyê bin.

Em bi parvekirina rojnivîska Şehîd Şervan Mûrat (Şervan Nergîz) rêze nivîsa ku Mahîr Yilmazkaya amade kiriye didomînin.

GOTINAN JI ŞERMÊ XWE VEŞARTINE

Şervan Mûrat sala 1989'an li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Sala 2004'an tevlî nava refên gerîla bû. 18'ê Tebaxa 2006'an li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû. Ji Xinerê heta Dersimê, ji Dersimê heta Qendîlê, Zagrosê, Xakurkê û Behdînanê li gelek herêmên Kurdistanê gerîlatî kir. Şervan Mûrat balê dikişîne ser girîngiya her herêmê, lê cihekî taybet ji Dersimê re vediqetîne. Di rojnivîska xwe de qala sedema vê dike: "Ji ber ku birêxistinbûna gerîla li Dersimê derba herî mezin e ku li dijmin ketiye. Hevalên ji gelek herêman li Dersimê gerîlatiyê dikin. Vê yekê polîtîkaya dijmin a li ser gel pûç kiriye. Dilê Dersimê niha li Botanê, yê Botanê jî li Dersimê lê dide. Dilê Amedê li Dersimê lê dide, ava Mûnzûrê diherike nava Çemê Firatê û digihêje Dîcleyê. Dersimê êdî berê xwe daye Kurdistanê.

Ji vê jî wêdetir erdnîgariya Dersimê ewqasî xweş û bedew e ku ji bo vegotina wê gotin nîne. Mîna ku hemû gotinên bên gotin li pêşberî vê bedewiyê fedî dikin û xwe vedişêrin. Her bihostek ji axa wê bûye diyarê gerîla ya jî berxwedêrên azadiyê. Gelek mirovên bedew ji vir derbas bûn. Mirov nizanin bê qala kîjanî bike. Ev der diyarê Têkoşînan e, yê Kemalan, Azîzan, Zîlanan e...

SERÊ GELÊ DERSIMÊ BILIND E

Li vê xakê gelek caran serî hate hildan. Mirovên Dersimê tiştên bi serê wan ve hatî zû bi zû ji bîr nakin. Lewma li dijî hemû êrîşên sîstemê mîna Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfeyan li ber xwe didin. Serê gelê Dersimê bilind e. Ruhê xwe yê berxwedêr winda nekiriye. Îro jî bêhan raperînê, pêjna hêrsê ji çiyayên wê tê. Ev çiyayên bi hêrs û serhildêr emanetî me ne. Heta ku azadî pêk neyê, ciwanên Kurd wê dest ji van çiyayan bernedin."

BERSIVA RAST A JI BO PIRSAN

Şervan Nergîz diyar dike ku Ocalan di nameya xwe de rexneyên kûr û watedar dike; ew jî di çarçoveya van rexneyan de li xwe dipirse û van pirsan dipirse: "Rêber Apo ji min çi dixwaze? Li bendê ye ku ez çi bikim? Li pêşberî vê yekê ez li kîjan asta xetê me û çi dikim? Cihê ku lê me, xeta ku tevlîbûme li pêşberî sekna Rêber Apo xwedî wateyeke çawa ye? Min çiqasî xwe tevlî vê xeta pîroz kiriye? Çiqasî bi rastiya xetê hesiyame?"

Şervan Mûrat hewl dide bersivê ji van pirsan re bibîne, rastiya xwe nas bike û kêmasiyên xwe yên pratîkî ji holê rake. Wiha dewam dike: "Bi naskirin, fêhmkirin û têgihiştina Rêber Apo re dikarim ya rast pêk bînim. Ji ber ku mirov çiqasî fêhm kiribe ewqasî dikare bi cih bîne.

VEKIRINA GIRÊKA KOR

Di mijara nêzîkatiya li xeta azadiya jinê de, mejiyê min di bin bandora giran a civaka serdest-desthilatdarparêz afiriye. Ji ber ku PKK û Rêber Apo vê pirsgirêkê weke girêka kor dibînin û di heman demê de weke têkoşîna sereke dinirxînin, ev qalibên li nava mejiyê min jî dişikên û roj bi roj kesayetiya min hîn bi wate dibe. Her ku pirsgirêkê weke girêka kor a dîrokî-civakî dibînim û rastiya sîstemê ya di bin vê yekê de fêhm dikim, hîn bêhtir xwe nas dikim.

Yek ji hewldan û karên bingehîn ên Rêbertî jî ew e ku bi perwerde û analîzên xwe hewl dide vê girêka kor di mejiyê kadro de veke. Rêbertî ku jin li navenda wateyê ya PKK'ê bi cih kir, diyar kir ku nêzîkatiya şaş û çewt a li vê yekê tê wateya nêzîkatiya şaş a li her tiştî. Naxwe nêzîkatiya me ya li jinê, nêzîkatiya me ya li jiyanê û azadiyê ye..."

Sibe: Rojnivîska Şehîd Hêvî Şanoger (Gafûr Dogan)...