Rojnivîskên gerîla - 4

Ket, rabû, cemidî lê qet dest jê neqeriya. Îradeya xwe, hêza xwe yekemcar di vê rêwîtiyê de dît. Xwe di vê rêwîtiyê de careke din nas kir.

Em beşek ji rojnivîskên gerîlayên şehîd bûne parve dikin. Hinekan qala dema naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kirine, hinekan dilsoziya xwe ya bi erdnîgariya xwe re nivîsîne, hinekan behsa dîtina Ocalan û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re kirine. Rojnivîsk ji wan re bûye hemsir. Pê zanin ku ew xwedî nasnameyeke mezin a kolektîf in, zanin ku ew siwarên hêviya gelê mezlûm ê 50 milyonî ne, baş zanin ku serketin û têkçûn wê di hişê civakê de rê li ber kîjan encamê vekin. Ne tenê zanin, her wiha fêhm dikin û cîhana xwe ya fêhmkirin û watedayinê mezin dikin. Hewl didin hêjayî welat, gel û partiyê bin.
Bi rojnivîska Şehîd Pelîn Koçer (Lalîhan Koyûn) em rêze nivîsa ku Mahîr Yilmazkaya amade kiriye, didomînin.

PIŞTÎ ZAP Û GARÊ, ERZÎROM

Pelîn Koçer (Lalîhan Koyûn) ku sala 1984'an li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji dayik bû, 10'ê Tîrmeha 2012'an li herêma Simso ya Çewlikê di şer de tevî 4 hevalên xwe şehîd bû. Bavê wê Sabrî Koyûn li merasîma cenaze axivî û got, "Keça min da ser şopa Rêbertî û tevlî vê têkoşînê bû. Ev yek ji bo me serbilindiya herî mezin e."

Pelîn Koçer li nava malbateke welatparêz bi nirxên çandî yên Kurd mezin bû. Li ber polîtîkayên qirker û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk rabû û bi sekna xwe ya li nava têkoşîna azadiyê bû milîtaneke jin a mînak. Jîr û jêhatî bû. Li herêmên Zap û Garê ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe şareza kir, bû xwedî tecrûbe û piştre berê xwe da herêma Erzîromê. Pelîn Koçer bi israr û biryardariya xwe ya ji bo azadiyê her tim li pêş bû. Li herêma Erzîromê jî bi vê sekna xwe tevgeriya.

HER KU MEŞIYA HÎNÎ MEŞÊ BÛ

Meşa Pelîn Koçer a ji Qendîlê ber bi Erzîromê ve, mînaka dilsozî û hezkirina gerîla ya ji bo erdnîgariya xwe radixe pêş çavan. Em bala xwe bidin ser rojnivîska wê: "Meşa ji Qendîlê ber bi Erzîromê ve gelekî zehmet bû, lê bi gelek serpêhatiyan dagirtî bû. Bi bîranînên xweş û şîrîn, em ber bi rojê ve meşiyan. Meşa me dirêj û zehmet bû.
Di rêwîtiya me de şiverê tine bû. Ji ber ku cihê em jê derbas bûn bi giranî kendal û teht bûn, li şûna meşê me timî xwe çeng dikir. Li gelek cihan jî bi şûtikên xwe me xwe ji tehtan berdidan jêrê. Gelek dever jî bi rîsk bûn, lê ne xema me bû û em her meşiyan. Di dema rêwîtiyê de gelek caran ez ketim erdê û rabûm ser xwe. Her ku ez diketim erdê hevalên min dikeniyan û digotin, 'Xem nîne heval, her ku tu bimeşe tu yê hînî meşê bibe'. Tevî ku ji vê gotinê hêrs dibûm jî, bi halê xwe jî dikeniyam.

MIN HÊZA XWE DÎT

Ketim, rabûm, cemidîm lê min qet dest jê neqeriyam. Yekemcar di vê rêwîtiyê de min îrade û hêza xwe li hemberî zor û zehmetiyan dît. Eger derneketibûma serê çiyê min ê ti carî nizanîbûya ku ev hêz û îradeya min heye. Mixabin mirov di nava sîstemê de haya xwe ji hêza xwe nîne. Ev gelekî girîng e. Dikarim bêjim ku di vê rêwîtiyê de min xwe careke din nas kir."

LI QUNTARA ÇIYAYÊ SULBUSÊ

Li pêşberî çiyayên Erzîromê, li nêzî Çiyayê Perî ku tîrêjên rojê jê şewq didin, pişta xwe daye çiyayên Bandozê û Baxirê, rûyê xwe jî daye Sulbusê û dikene. Li quntara çiyayê Sulbusê ku evîna Starê ye dest bi nivîsandina bîranînên xwe yên destpêkê dike: "Min li vê derê baştir fêhm kir ku sedsal di kêliyan de veşartî ne. Gelek mirovên ku serê wan mîna çiyayê Şerafettîn bilind e û çavên wan mîna êgir e, li Erzîromê efsane nivîsandin...

BEDEW E MÎNA XEWN Û XEYALAN

Ez dixwazim qala xwezayê jî bikim. Ji ber ku gerîla û xweza yek in. Çiyayê Bagirbaba biharê bi kulîlkan dixemile. Serê çiyê timî bi berf e. Çiyayê Bagirê mîna zanayekî rûspî ciwantiya xwe ya zindî li quntarên xwe vedişêre. Berfa ku germa havînê dihele dibe av ji çemê Kizilsû re. Wê kêliyê divê mirov vî çemî bibînin. Mîna ku xwe li demê radikişîne. Dema ku mirov ji vê derê lê dinerin, Kizilsû gelekî bedew dixuye. Eger qala Yayladere nekim, ev ê bibe neheqî. Bi erdê xwe yê bi av û berhemdar bi hezaran zindiyan xwedî dike. Mirov dema li vê erdnîgarê dinerin, dibêjî ewqasî bedew e ku mîna ne rast be. Mîna ku xewn û xeyal e, mîna ku bihuşt e...

LI GEL DEK Û DOLABÊN TARÎ

Efsaneya naskirî ya vê derê eşqa Sulbus û Çiyayê Star e. Li gorî efsaneyê, eşqeke mezin di navbera Sulbus û Star de heye. Lê belê Tarî dikeve navbera wan û nahêle bigihêjin hev. Dema ku mirov ji aliyê hember ve lê binere, her sê çiya mîna çiyayekî bi tenê xuya dikin. Li gel dek û dolabên Tarî jî eşqa Sulbus û Star dibe efsane...

MABEDA MIROVÊN DILÊ WAN MÎNA ÇIYA YE

Gelo hûn pê zanin; çiya mabeda mirovên dilê wan mîna çiya ye. Her gerîla wêneyê çiyayekî di dilê xwe de dineqişîne. Xwe di nava vî wêneyî de dibîne û bi rengekî azad dixemilîne. Bêguman dema wêne xêz dike, nîşaneyên sereke yên bi kar tîne, berhemên dayika xwezayê ye. Binevş, nêrgiz, gul, kulîlk, kêzik, pinpinîk, av, roj û heyv. Ez jî li Erzîromê çiyayan li dilê xwe dineqişînim. Hemû çiyayên li vê derê şahidê vê ne.

BAYÊ ÇIYÊ

Di dilê her gerîlayeke/î bi kêf û xweşî dikene, hêviyên ji bo paşerojeke bedew hene. Di nava me de zehmetî nikare hêviyê biqedîne, berevajî vê yekê zehmetî hêviyê xurtir dike. Hêvî kelecanê dide mirovan, kelecan jî zindî dike. Zindîbûn sira jiyana azad e. Çawa ku zindiyên li nava xwezayê biharê dikişînin nava hucreyên xwe û bi vî rengî dijîn, em jî bayê çiyê dikişînin nava xwe û dijîn. Xwezî her demsal bi tehma biharê bûya. Lê wê çaxê jî em ê ji bedewiyên demsalên din bêpar bimana. Ya herî girîng jî li Kurdistanê hin kêlî bi tehma çar demsalan e.

Li van çiyayan min kêliyên kêfxweş ên bi êşê qediya dît, min êşa bi kêfxweşiyê qediya jî dît. Em hemû pênaseyan ji hev dixînin. Pênaseya kêfxweşiyê jî diguherînin. Yanî em wateyên nû didin her tiştên ku em dijîn. Eşkere ye tişta ku jê re diyalektîk tê gotin ev e. Tevî her tiştî ez li çiyayê xwe me, li mabeda xwe me ku li gel zor û zehmetiyan jî cîhana min a manewî diparêze û xurt dike.
Li çiyayên Erzîromê gelek hevrêyên min şehîd bûn. Di her bayî de, li her çiya û hewalê, li her dar û keviran, li gelemperiya Erzîromê bêhna hevrêyên min tê. Dema ku ji vir derbas dibim, bîranînên me yên bi hev re dîsa dikevin bîra min. Gelo bi kîjan gotinan mirov dikare qala lehengiya Şervan, nêrîna asî ya Celengîr, xeyalên dilnizm ên nîvcomayî yên Hozan, kenê Rêzan bike? Kêlî û dema herî bedew a emr bû ku mirov bi wan lehengan re meşiyan, nanê tisî parve kir û li heman çeperê şer kir.

MIN KÊMASIYÊN XWE JÎ DÎT

Mayina li van çiyayan bû sedem ku bi demê re hin aliyên xwe sererast bikim. Dem, şert û mercan hin aliyên min ji nû ve sererast kirin. Bûn sedem ku hin kêmasiyên xwe bibînim. Dîrok dadgerê min e. Dema ku min erk û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê xwe bi cih anî, ez ê hingî nemir bim. Eger bi cih nînim, hingî bêm lenetkirin û di nava rûpelên tarî yên dîrokê de winda bibim. Hemû hewldanên min ji bo wê yekê ne ku hêjayî gelê xwe bibim û di vê rêyê de nemir bibim."

Sibe: Rojnivîska Şehîd Şervan Mûrat...