Rojnivîskên gerîla - 3

Çekeke wê hebû ku hîç ji xwe dûr nedixist û qelem, berîkeke biçûk an jî rexteke wê hebû. Dema ku hinekî vala dima radihişte qelema xwe û ya di dilê xwe de li ser defterê dinivîsî..

Em beşek ji rojnivîskên gerîlayên şehîd bûne parve dikin. Hinekan qala dema naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kirine, hinekan dilsoziya xwe ya bi erdnîgariya xwe re nivîsîne, hinekan behsa dîtina Ocalan û dilsoziya bi têkoşîna azadiyê re kirine. Rojnivîsk ji wan re bûye hemsir. Pê zanin ku ew xwedî nasnameyeke mezin a kolektîf in, zanin ku ew siwarên hêviya gelê mezlûm ê 50 milyonî ne, baş zanin ku serketin û têkçûn wê di hişê civakê de rê li ber kîjan encamê vekin. Ne tenê zanin, her wiha fêhm dikin û cîhana xwe ya fêhmkirin û watedayinê mezin dikin. Hewl didin hêjayî welat, gel û partiyê bin.

PIR XWEŞIK BÛ, ESÎL BÛ

Em bi rojnivîska şehîd  Têkoşîn Dersim (Têkoşîn Tolhildan/Ruhal Akyildiz), ku Mahîr Yilmazkaya tomar kiriye, rêza xwe didomînin. Yek ji gerîlaya YJA-STARê Têkoşîn Dersim li Mazgirta Dersimê, sala 1980'yî jidayik bûye, 1'ê Tebaxa 2004'an li Zozanên Zilê ya Dersimê şehîd bûye.

Gundê wan Som bû, ku bi ser Periyê ve bû, Perî 40 km dûrî Dersimê bû. 6 km ji rêya Xarpêt-Dersimê dûr bû. Salên 80'yî nifûsa wê derdora 450'î bû. Şên bû. Bi şerê qirêj ê dewletê re hijmar jî kêm bû. Li malake kelpîçî diman. Traktoreke bavê wê hebû û bi wê debara xwe dikirin. Ber bi dawiya salên 80'yî traktora xwe firot. Bi van pereyan 1 km dûrî gund li nav bax-baxçe xaniyek çêkir. Têkoşîn li vî xanî mezin bû. Dibistana seretayî li gund qedand, a navîn li bi rengekî serkeftî li Periyê qedand. Gundê Periyê 10 km dûr bû. Sibehan zû radibû û hewl dida ku xwe bigihîne dibistanê. Ruhal (Têkoşîn) li Periyê li gel hevalê xwe dima. Mal ji xwe re girtibûn. Di nav hevalên xwe de ya hûrik ew bû lê dîsa jî xwedî gotin bû. Li dibistanê tevlêbûna komek hevalê wê (nêzî 30 kesî) ya li nav gerîla pir bandor lê kiribû. Wêneyên hin hevalên xwe tim li cem xwe digirt.

Sibehekê rabû ku leşkeran gund dorpêç kiriye. Dît ku bi rih û simbêlên yixtiyaran digirin û li wan dixin. Piştî ku Tevgera Azadiya Kurd 1992'yan li Dersimê çalak bû, zextên dewletê zêdetir bûn. Malbata wê çû navçeya Alîaga ya Izmîrê ku hezar û 400 km dûr bû. Piştî ku çûne Izmîrê lîse li Alîaga xwend.

Ruhal 1996'an, havînî hate gund. Hê 15 salî bû. Birayê wê Elî jî wê demê li gund bû. Elî dibêje: ''Fikra wê, fizîka wê qels bû lê li ber tava rojê ya dijwar qet min nebihîst ku gotî, ''pif'. Pir kêfxweş bû. Rojên min ên herî xweş ên jiyana min ew meha Tîrmehê bû. Dema ku li gund bû ji bo azmûnan çûbûm Xarpêtê. Şevekê heval hatine. Pir kelecanî bûye. Rahiştiye çeka heval Serger (Xalit Demîrkapi) û gotiye, 'pir sivik e, ez jî dikarim rahêjimê'.

Tebaxê em bi hev re çûne Izmîrê. Ji HADEP'ê dernediket. Diyar min carekê gote  min, ''Kurê min hinekî bi Ruhal re biaxive, hema bibêje nayê maê. Ew biya te dike''. Ez hinekî pê re axivîm. Deng ji xwe dernedixist. Tenê ev hevok got: ''Bi min de nexeyide, naxwe piştre tu yê pir xemgîn bibî..''

Ez pir li ser vê hevokê fikirîm. Piştî bi 4 rojan min fêhm kir. Ez çûbûm Çîgliyê cem meta xwe. Dema ku hatibûm malê ew çûbû. Li Dersimê çend hevalan dîtibûn û li mal geriyabûn. Gihabû wan çiyayên ku pir jê hez dikir û tim xeyala wan dikir.  Hê di 24 saliya xwe de dema li zanîngeê tişta ku min dixwest pêk bînim lê min cesaret nekirî, wê di temenekî pir ciwan de pêk anîbû. Qutbûna ji wê ji xemgîniyê cudatir e..Şeş salan min qet ew nedît. Min dengê wê nebihîst. Min tenê xeyala wê kir. Heta Tîrmeha 2004'an. Telefona min lêda. Hevjîna min got, 'Têkoşîn'. Ji kelecaniyê bi xweşikî min nikarîbû biaxivim jî. Dest û piyê min li hev geriyan. Dengê wê qet neguherîbû. Got, 'ez ê surprîzekê li te bikim'', ez ferihîm. Çima nizanim lê tirsek kete dilê min. Diya min jî li cem me bû, min nehişt ku pê derxîn lê min tirsa xweji hevjîna xwe re got. Gote min, ''ji ber bêrîkirinabi salan e''.

Piştî bi 15 rojan min ji Zelê li Munzurê dinerî.
Nehat, nekarî ku were.
Li gel fermandarê xwe şehîd bûbûn. Ez li bendê bûm ku çavê wê yê reşk bibînim, pora we bifirkînim lê li morga Pulumurê em li rasta hev hatin. Ez goç bûm, weke ku zanîbû wê bimire. Li morgê çavên wê girtî, weke ku bibeşişe dirêjkirî bû.
Pir xweşik bû, esîl bû.

Wek ku digot, ji bo ku ez nehatim 'xemgînim birawo'. Bûbû yek ji tave baranekê û bûbû lehî. Em ê pir bêriya wê bikin. Kêm jî be gihaştibû armanca xwe.
Di nameya xwe de gotibû, 'ez ê di ber jiyaneke birûmet e bimirim''. Û gihaştibû armanca xwe...

PIR HIJ JIYANÊ DIKIR

Di rûpela webê ya PKK'ê de hevaleke wê ya ku behsa Têkoşîn dikir, digot heta niha yeka weke wê ku pir hij jiyanê dikir, wate li her kêliya jiyanê bar dikir, nedîtiye. Dibêje bi fedekarî, kedkarî, bi tevlêbûna bêdawî û bê hesab hemû heval ber bi xwe ve dikişandin. Wiha didomîne: ''Li cihê ku ew lê bû bêhêvîtî, bêmaneta li bara jiyanê nebû. Her demê li dijî bêhêvitiyan tim hêviyek wê hebû. Carinan bi rêzikên xwe carinan bi hin newayên stranan ku digot; carinan bi beşîşîneke dostane û carinan bi parvekirina hezkirina  li nivîsên ku bê destûr nivîsî barkirî ya bi hevalan re, hêvî dida derdorê.

EW KEÇA AXÊ BÛ

Dema ku digot Dersim bi hezaran Dersim ji dilê wê dipekiya. Keça xaka xwe bû. Dilekî wiha bû ku ne komkujiyan, ne îskan û ne jî kêmkirinan dikarîbû wê hilweşîne, bitefîne, berevajî, her ku ji van mekanên sereke dûr diket, çirûskên wan li dilê wê dibûne alav û pêt.
Pir ji mirovan û hevrêyên xwe hez dikir. Dilnizm bû û ji her kesî hez dikir. Bêyî ku bipirse bê ka ji kû ye û kî ye, bi hezkirineke bêdaî li mirovan dinerî. Bi hemû gewher û gotina xwe hezkiriya xakê bû. Belkî jî ji ber vê hezkirina kûr û vê girêdanê wiha xîtabî her kesî dikir...
Lêgeroka azadiyê bû ku bi 'serkeftin'ê dest bi jiyanê dikir û tim bi hêviyên serkeftinê diqedand..Çekeke wê hebû ku qet ji xwe dûr nedixist, qelemeke wê û bêrîkeke biçûk an jî deftereke wê ya raxt hebû. Dema ku hinekî val dima radihişt qelema xwe û tişta di dilê xwe de lê dinivisî. Biaqil bû û zîrek bû. Bi hîsên kûr bû..

Pir ji hevrêyên xwe hez dikir. Bihêz bû, hêz dida ser hev û par ve dikir. Dergaheke eşqê bû ku bi çavê dilê xwe li jiyanê dinerî. Jin, mêr, zarok, yixtiyar her kesî hijê dikir. Diçû kîjan gundî, bi kê re slava wê çêdibû bandor li wan dikir. Ji bo vê jî, piştî ku şehîd bûbû li ser zimanê Dersimiyan, çi ciwan, çi yixtiyaran bûbû efsaneyeke eşqê. Bi pora xwe ya dirêj ew dişibandin Çavikên Şikestî yên Munzurê, wiha zirav û nazik..

DI ŞER DE JÎ TIM LI PÊŞ BÛ

Kesayatiya xwe bi têkoşîna xwe ya mîna serhildêrî û berxwedêriya çiyayên Dersimê zexm kiribû. Li gel şênbûna xwe, xwedî karakterekî gihayî û aram bû. Şênbûna wê wêrektiya wê zêde dikir. Fermandareke jin a şeran a pir wêrek bû. Weke her tiştî, di şer de jî pir li pêş bû. Jixwe dema şehîd bûbû bi van xisletê xwe li Dersimê bûbû efsane.

DEMA ŞEHÎD KETÎ

Hêja ye ku mirov berxwedana wê ya 2'yê Tebaxa 2004'an li Zozanên Zîl a Munzurê par ve bike, ku bi vê berxwedanê navê bi rengekî ku qet neyê ji bîrkirin li dîrokê nivîsî. Hem bepirs bû û hem jî fermandariya yekîneyekê dikir. Bi şev derdora wan hatibû girtin û kemîn li ber wan hatibû vedan. Bi rojbaşa sibehê re dijmin bi bombeyan êrîş biribû ser wan lê dîsa jî bi xwînsarî di cih de bersiva da û kiribû ku dijmin gavekê bi paş de biçe. Pêşî yekîneya xwe du û du li bin latan bi cih kir û piştre jî kiribû yekîneya wê ji xeleka dijmin derkeve. Ji ber du şervanên wê yên dawî nû bûn, ji ber ku behitîbûn li bin latan mabûn, lê ew li wir nehiştibûn, heta bi guleya dawî şer kiribû. Dema ku cebilxaneya wê nemabû, bi têgihiştina rêxistinî û bihistyariyê hemû şîfre û dokumanên rêxistinî şewitand û tine kir, bi derba bombeyê ya dijmin şehîd bûbû. Berpirsa qadê Têkoşîn, fermandarê herêmê Seyîd Riza û fermandarê tîmê Koçer şehîd bûbûn du şervanên ciwan ên li bin lat mabû, xilas bûbûn.

DIXWEST KU DÎSA VEGERE

Hevaleke wê ya ji YJA-STARê ku 97'an li Dersimê di konferanseke jinan de ew nas kirî, dema ji ber şehîdbûna wê di rûpela webê ya HPG'ê de behsa wê dikir, dibêje, dema ku nû çav bi wê ketiye, potansiyela we ya pêşketinê dîtiye û gihaye wê bîr û baweriyê ku dikare bibe şoreşgereke bi berpirsyariya mezin rabe. Bi domdarî dibêje, bi geşbûna xwe wê ew şaş nekiriye û pê de diçe, ''Payiza 98'an em bi koma ku wê biçûna qada Rêbertiyê ji Dersimê em ê veqetiyana. Wê demê me moralek çêkiribû. Di vê moralê e yek ji wan hevalan bû ya ku herî pir stran gotî. Dengê wê yê zîz pir bandor li mirov dikir. Beriya ku em veqetin gotibû, ''bi germahiya dilê jinê bi hêviya ku careke dî li Dersimê em hev bibînin''. Me hemûyan nikaribû vê hêviya wê bi cih bînin. Lê piştî 98'an û pêvajoya vekişînê, ji nav wan hevalên jin ku ji Dersimê hatibûn, ev daxwaza me hemûyan, Heval Têkoşîn pêk anî. Ez bawer dikim dema ku ji Dersimê veqetiyan soz dabû ku dîsa vegere. Di nav hemû hevalên jin de tekane hevala ku ev soz pêk anî û pê ve girêdayî ma heval Têkoşîn bû.''

JI DERSIMÊ DEMA DERBASÎ SERHEDÊ DIBÛN

Ji rojnivîska şehîd Têkoşîn Dersim em ê hin beşên derbarê rêwîtiya di navbeyna Dersimê û Başûr de par ve bikin: ''Ji dema ku em ji Dersimê bi rê ketine gelek wext derbas bû. Dersim êdî li dûr ma. Êdî dimîne ku em hemû tiştên ku hatine jiyîn, hemû hevrêtiyan li dilê xwe yê delodîn bi cih bikin û weke ku veşêrin wan bi bîr bînin..

TIRSA LI GELIYÊ ZÎLANÊ

Em îro ji Geliyê Zîlan derbas dibin. Ji wê geliya komkujiyê. Em bi piyên xwas ji çemê Zîlanê derbas bibin ku bi sedan cesed avêtinê. Bi bêsebriyekê ez ê biçim wir. Dema ku mirov girên biind ên dûvêlingên  Aladagê derbas dike, geliyê Zîlanê xuya dikir. Ji bilincihan dema ku min lê dinerî, li bara esîlbûn û heybeta wê, dema ku dîroka wê jî fikirîm, mûyên laşê min çikizî bûn. Hema helbesta Mûsa Anter hate bîra min ku navê çemê xwîn diherîkî dihijmart. Zîlan, Munzur, 33 Gule û Newala Qesaban..Derfeta naskirina Zîlan hîseke ku nayê vegotin li dilê min çandibû.

RÊYA ME DIRÊJ E, DORA TENDÛREKÊ YE

Piştî ku me çemê Zîlanê derbas kir û derbasî aliyê dî bûn, bi rengekî ji hal ketî bi berbangê re em gihaştin aliyê dî. Heval Kînem û Medya di cih de di xew re çûn. Min û heval Dorşîn me biryar da ku çayekê li êgir kin. Me herduyan tenê taştê kir, ji ber ku heval Kînem û Medya gotibûn ku em wan şiyar nekin. Jixwe piştre ew jî şiyar bûn. Rêya me ya îro dirêj e, em ê biçine Tendurekê ji bo vê jî divê em baş bêhna xwe bistînin.

Dema ku dilopên baranê li rûyê min ketin şiyar bûm. Wê demê hevala Kînem ku çay çêdikir, bang kir ku em xwarinê bixwin û me xwarin xwar. Dinya tarî bûbû. Dema ku got, heke baran bidome em ê zûtir bi rê bikevin û di cih de me xwe da ser hev û em bi rê ketin. Em sed metroyekî çûbûn baran sekinî. Em li cihê xwe sekinîn. Beriya ku ji saeta meşê re saetek bimîne em bi rê ketin.

JI BO GERMBÛNÊ MEŞA BILEZ

Her ku em dimeşiyan cihên bilind nêztir dibûn û hîseke wiha çêdibû weke ku em xwediyê rûzemînê bin, bi vê re hîseke AZADIYê hemû şaneyên min dipêça. Helbet hilkişîna bi cihên bilind ve ne hêsan e.  Bi tempoyeke helkehelkî û giranbûyî dema ku me cihên bilind li pey xwe dihişt êdî kesî nikaribû me bigire. Va rêya ku kuryeyên me behsa wê dikir, piştî hilkîşîna bi saetan xuya kir. Spîtiyên ku bi şev dibiriqin bala me dikişînin. Hê berfa zivistanê neheliyaye li van deran. Êdî hûn sermaya wê bifikirin. Jixwe jiber sermayê em pir bilez dimeşin, ji bilî vê xwe germkirin ne pêkan e.

TENDUREK XUYA DIKE

Piştî ku em demeke dî meşiyan Tendurekê xuya kir. Kuryeyê me dibêje rêya 3 saetan maye. Dema ku em nêzî quntarên Tendurekê dibin, bêhnek li derdorê belav dibe. Piştre, dema ku em ji çêm derbas dibin em fêhm dikin ku bêhn ji kukurtê tê. Beriya ku dinya bibe ronkahî bi satekê bi halekî westiyayî û ji hal ketî dengin ji pêş me ve hatin. Dema ku me çar reşik jî dîtin, me fêhm kir ku hêza qada Serhedê ne. Pir kêfa me hatibû.

KEVIRÊN TÛJ ÊN KU DIJMINÊN PÊLAVAN IN

Piştî ku me slav da hevalan ji bo ku em biçin cihê xwe yê dawî me da pey wan. Dema ku em gihaştibûn bejahiyê dinya ronî bûbû. Li vê derê ji layên navdar ên Tendurekê re bejahî tê gotin. Kevirên sivik ên volqanîk dema teqîna volqanan çêbûne. Beriya niha hevalan behsa vir kiribûn. Ji ber sedema ku kevirên vir tûj in hevalên vir heftiyê carekê pêlavan diguherînin. Bi rastî jî ji niha de derb li pêlavên me ketibûn.

DÎSA RASTHATINA LI BERFÎN

Bi bandora westandinê serê kêliyekê me ji hevalan dipirsî bê ka hê pir maye yan na. Wan jî em bê bersiv nedihiştin. Ya dî jî, ji koma derbas bûyî, ji ber nexweşiya heval Berfîn bi mecbûrî li vir dimînin.  Ez rewşa wê jî ji hevalan dipirsim. 1999'an dema pêvajoya vekişandinê em bi hev re bûn. Di rê de hinekî zehmetî kişandibû. Lê li gel her tiştî jî xurt bû. Niha em bi wê re heman pratîkê dikin û bi maneyekê, rêwîtiya Başûr ku me temam nekiribû bi wê re temam dikin, ev hîseke watedar û xweş e. Bi van fikran dema ku em dimeşiyan, ez dibînim ku li benda me ye.

LI SERHEDÊ JIYAN BI ROJÊ DEST PÊ DIKE

Bi dilgermî me hev hembêz kir. Bi halê xwe yê westiyayî hem me civat digerand û li hêla dî jî me haziriya taştê diki. Li van deran dar û av kêm peyda dibe. Li her deverê dar nîn in û ji dûr mirov tîne. Av jî ji kortên nav keviran ku jê re sarinc tê gotin, tê peyda kirin. Tehma avê pir xweş e û weke qeşayê ye lê taybetmendiyeke wê heye dema ku sabûn tevlê dibe di cih de hişk dibe. Bandoreke kîmyewî di cih de ziwa dike. Û gotina, 'li Serhedê jiyan bi rojê dest pê dike' pir diyarker e. Ber bi cihên bilind be, cihê ku jê re Çemê Dojehê tê gotin ti ferqa havîn û zivistanê tine.

YA GIRÎNG GULEYA PÊŞÎ YE

Li van deran dijminê mezin cerdevan in. Tevgera dijmin jî li gorî agahiyê çêdibe. Erazî wiha ye, dema ku niqte têne tespîtkirin bi dizîka ve têne nêzîk, lê ji bo şer devereke bêhempa ye. Heval dibêjin li van deran ku di guleya pêşî de tiştek nebe, piştre pirsgirêk tine. Axrê, piştî ku li ser çend mijaran agahiyê em distînin diyar dibe ku çend rojan em ê li van deran bin. Divê em li benda wan hevalan bin ku wê werin cem me. Her wiha kuryeyên me ne ku wê me ji sînor derbas bikin. Em ê jî li vir hinekî bêha xwe bistînin.

Berêvarkî zêdetir sar bû. Ji ber ku lihêfên me hebûn şeva pêşî me 5 kesan xwe di ber hev re kir û razan. Nobedarên sibehê gotine min nobedarê pêşî tu yî. Dema ku çûme nobetê ev hevalê Bager li nobetê bû. Dema ku gote min, tu nû hatiye, xwest ku ez biçim û ez jî vegeriyam mangayê. Piştî bi saetekê ji bo ku bş hevalê Bager re nobetê biguherim ez dîsa çûm. Heval xwest ku ez pir baldar bim. Dema ku bi dûrbînê min dinerî, min dît ku nêzî 1deh siwarên hespan li pey hev dibezin.

Min di dilê xwe de got qey li van deran pir hesp hene. Dema ku min nobet ji heval Medya re hişt, min hesp nîşanî wê jî dan û çûme mangayê. Hevalan cîhaza mezin vedikirin. Ji bo guhdarîkirinê çûme cem wan. Wê kêliyê dema ku min got dema nobedê nêzî 10 siwariyên hespan bi filan deverê de çûn, hevalan gotin ew cerdevan in, piştî ku cidî nêzîktêdayineke cidî derkete holê, min ferq kir ku bi derengî min ji hevalan re gotiye. Piştî ku min li asaftina heval Cuma a li cîhazê guhdarî kir, têra xwe bi moral bûm û çûme mangayê. Heval Dorşîn û Berfîn xwarin çêdikirin. Berêvarkî me got em ê 'koz'ê çêbikin, lê ji bo ku cihê me ne guncan bû, me dev jê qeriya.

Wek ku dîsa em bi hev re razin. Berêvarkî dema ku nobedar dijmin ferq kir heval ji bo keşfê li derdorê belav bûn. Texmîn hatin kirin, hate gotin dibe ku çavdêrî be, an operasyon. Ez û heval Berfîr ji bo ku li me pir sar bû em çûne heval Bager û Savaş ku xwarin çêdikirin. Armanca me ew bû ku em li ber agirê nan xwe germ bikin lê me nan jî germ dikir. Piştre ez ji dûxanê aciz bûm û çûme mangayê. Êvarî min ê çay çêbikire lê hevalê Botan got êgir vênexe, ji agirê mangayajêr sûd werbigire. Min jî çaydank dagirt û çûme xwarê. Heval Medya û Dorşîn jixwe li wir bûn. Piştî ku me xwarin xwar û çay vexwar, em çûne mangaya xwe em ketin pozîsyona xewê hema wê kêliyê heval Saval bi malzemeyên li dest hat.

EM HEMÛ KETIBÛN KEMÎNÊ

Piştî ku heval got, ''Heval li ser rewşeke pêkan van malzemeyan têxe çentê xwe'' min jî got temam û rahiştiyê. Sibehê hê dinya ronî nebûyî em hatin şiyarkirin. Hevalê Sîdar diqilqilî. Piştî ku got di cîhazê de dijmin dîmenê du kesan standiye, me pê der xist ku em ferq kirine. Piştî ku got divê em zû xwe bi ser hev de bînin, bilez me çanteyên xwe hazir kirin û dest bi manewrayê kir. Heval Sîdar hê jî diqilqilî.

Dema ku ji nav latan bi yek rêzên em dimeşiyan, ku têra xwe em ji niqteyê dûr ketibûn, piştî ku heval Aram ji hevalan xwest ku bi paş ve vegeriyan, bêyî talîmata hevalên li pêş hebe û tam bi vegera hevalan re gule teqiyan. Em hemû ketibûn kemînê. Di cih de bi bersivdana hevalan û bilez bi vekişînê  me xwe parast û me pê derxist ku şer bi cerdevanan re ye. Saet 7'ê sibehê ye û ev ji bo me dezavantajeke mezin e. Baş e ku berevajî wê bû ku me dipa. Cerdevan tim agahiyên şaş didin leşkeran. Di cîhazê de digotin, birîndarên me hene û yek ji me kuştine jî.

BÊ QEZA EM JÊ FILITÎN

Dema ku wan hewl dida ku hev bidin bawerkirin em ji zû de em dûr ketibûn. Bi naşîtî û tirsa cerdevanan em filîtîbûn. Bi vekişînê me xwe xilas kiribû. Di rewşeke wiha de ku hem bi dûrbîn û hem bi cîhazê me kontrola dijmin dikir, bi tişta ku cara pêşî lê rast hatim şaş mam. Efserê dijmin bi israr ji leşkerên xwe re digot nekevin rîskê û ew bi paş ve dikişand. Helbet, ji hêlekê ve bi mantiq nêz dibû. Ne îşê heneka ya ku mirov bikeve nav latên bi reşa komûrê yên Tendurekê.

Axirê ev roja ku dawiya rê xuya dikir jî wê ji bo me bibe bîranînek. Piştî ku tarî ket, hinekî bêhna me fireh bû. Piştî hevdîtina bi cîhaz a bi hevalê Îsa re, ku wê ji Çiyayê Agirî bihata lê ji ber operasyonê negihayî cem me, hevalê Kawa hevalek dî jî da rex xwe û çûn ku wî bînin. Piştî ku dinya tarî bû em bi hev re tevgeriyan û bi wan re axivîn. Piştre me xwe da cihekî asê. Di keşfa sibehê de derdor aram bû. Dijmin vekişiyabû. Di cih de me çayên xwe hazir kirin û bi nanê xwe yên kêm yê dawî me taştêya xwe kir û bêhna xwe stand.

XETEKE TÊRA XWE ASÊ YE

Vê navbeynê em hîn didin ku kuryeyên me wê heval Kawa û Botan bin, di du şevan de sînor bikaribin derbas bibin, lê ev ê têra xwe zehmet be û fedekarî hewce be. Fikra hemû hevalan ew bû ku, tişta hewce ew ê bikin bes hema di zûtirîn demê de em sînor derbas bikin. Komek heval çûne depoyê. Ji ber ku sibe em ê bi rê biketana erzaên me hazir dikirin. Hevalê Kawa got çawa ku em gihane cih em ê biçin daran, dive du hevalên jin jî werin, bi pêşengiya heval Kawa, ez û heval Dorşîn jî di nav de em 6 kes çûne daran.

Piştî ku em saetekê meşiyan, dema ku em gihane dehma cem daran me xwe kire sê kom. Bi zor û zehmetî her yek me dema ku me dar hazir kirin û dane ser milên xwe, em gihane cem hev û û ber bi niqteyê ve em çûn. Bûbû reşik lê dîsa jî bi ronkahiya heyvê di ser latan re em bi rehetî dimeşin lê dîsa jî têra xwe zor li me bû. Ji hêlekê ve jî ji ber ku em ê bi rê bikevin, ji ber tirsa ku em devereke xwe neşkînin bi baldarî gavên xwe davêjin. Dema ku em gihaştin niqteya xwe hevalê Kawa dengê gur derdixist û wiha dixwest tam cihê niqtê diyar bike lê ti bersiva îşaretê nedihat. Aaxirê, me meşa xwe domand.

Piştî bi demekê me heval Savaş dît. Ji bo ku me bibe hatibû. Dema ku em gihaştibûn cem hevalan seaet bûbû 10. Peywireke xweş bû. Ji bo sibe têra xwe darên me çêbûbûn. Helbet, vê navbeynê pêlavên me hinekî dî kevin bûn. Lê dîsa jî wê bikaribûna me bigihînin piştî sînor.

DEMA BIRÊKETINÊ DIHAT

Sibehê dema ku em nû rabûn me agir vêxist. Ji mêj ve bû ku me agir vênedixist. Piştî taştê min xwe dabû aliyekî û min nivîsek dinivîsî. Piştî ku hevalê Aram hat û got, saet 3'yan em ê bi rê bikevin, saeta ku em ê bi rê bikevin min ji hevalên jin re got û min got bila bêhna xwe bidin. Lê kesek ji me ranaze. Hevalên aşpêj nan çêdikirin. Heval Cotkar jî ji bo ku em bi nan re bixwin helaw çêdikir.

XATIRXWESTINA JI TENDÛREKÊ Û SERHEDÊ

Belê, ev roja me ya dawî ye li Tendûrekê. Piştî ku hevalê Sîdar bi koma me re li ser rêya du şevan civîn kir, me bi hev re wêne girt. Ji bo ku bi hevalan re kamera hebû, gelek dîmen hatin girtin. Piştî ku hevalê Çetîn got, ''hevalên ku wê biçin bila çayên xwe yên dawiyê vexwin', me çaya xwe li ser piyan vexwar. Êdî dema xatirxwestinê hatibû. Bi dorê piştî ku me ji hevalan xatir xwest, bi pêşengiya heval Kawa û Botan em dûr ketin.
Carekê dema ku ez ji pişt  xwe ve vegeriyam, min dî ku hevalê Sîdar bi kameraya xwe me digire û heta ku em ji ber çavan winda jî bûn em girtin. Li Tendûrekê me rojên watedar derbas kir û hevalên di nav hêza Serhedê de bi rastî jî bi nêzîkatiyên xwe yên dilgerm û hezkirin her dem wê bi me re bin. Li xwe guhdar bin hevrêno!. SERKEFTIN!''

Sibe: Ji rojnivîska Pelîn Koçer..