BI DÎMEN

Rojnamevanên şoreşger ên Çapemeniya Azad

Rojnamevanên şoreşger bêguman xwe dispêrin xetekê. Kevneşopiya mîrateyekê temsîl dikin. Xeta Apê Mûsa, Gûrbetellî, Seyîd Evran hêza herî girîng a motîvasyonê ya rojnamevanên şoreşger e ku vê doza pîroz bimeşînin.

ÇAPEMENIYA AZAD

Gelo mirov dikare rojnamevane-î dengê rastiyê diparêze û radigihîne û şoreşgereke-î ji bo xwedîderketina li zarokên siberojê sond xwariye ji hev cuda binirxînin? Bi dîtina min her du jî bingeh û pisûlaya jiyanê ne. Armanc, xewn, xeyal, utopya û dilsoziya wan yek e. Rojnamevanên şoreşger hawarî û lêgerînerên heqîqetê ne. Yanî fikrên xwe ji afirandina rêyên nû re guncaw e. Rêyên nû yên ku sînorên xwe nînin...

Beriya her tiştî ya ku rojnamevanên şoreşger digihîn koka xwe xewn-xeyal e, utopya ye. Hêviya azadiyê xistiye tûrikê xwe û li ber jiyana madiyatê radibe. Gotin rûmet e û dibêje 'Ez ê nehêlim rûmet bê binpêkirin', bi vî rengî dibe hêvî ji her kesî re. Bi taybetî eger di nava şerekî giran de be hingî qeydkirina rûmeta mirovahiyê û berxwedanê dibe wezîfeya xwe.

Rojnamevanên şoreşger bêguman xwe dispêrin xetekê. Kevneşopiya mîrateyekê temsîl dikin. Xeta Apê Mûsa, Gûrbetellî, Seyîd Evran hêza herî girîng a motîvasyonê ya rojnamevanên şoreşger e ku vê doza pîroz bimeşînin.

Û niha di vê sedemê de gelek nûçegihanên şer hene ku bi ruhê vê xetê tevdigerin. Bi wêrekî, fedakarî û li pey heqîqetê dibezin, li dijî rabirdûya tarî bi serbilindî disekinin, li paşerojeke ronî digerin û dixwazin rûmeta mirovahiyê biparêzin. Ew şahidên zindî yên têkoşîna ronahî û tarîtiyê, heqîqet û zordariyê, başî û nebaşiyê, bedewî û qirêjiyê, azadî û koletiyê ne. Rastiya bûyeran bi şênberî radixin pêş çavan û dibin ronahî ji veguherîna civakî ree. Ew bi heqîqetê re bi lêgerîna li edaletê dibin yek û bi navê mirovahiyê dibin wêrekî. Ev wêrekî jî çalakiyeke nîşandana seknê ye. Zor û zehmetiyên di oxira ragihandina rastiyê de lê rast tên, wêrekiya wan hîn xurt dike. Ragihandina heqîqetê dibe parçeyek ji têkoşîna hevpar a gelan.

Nûçegihanên şer ên Çapemeniya azad li dijî hêzên dagirker barê giran ê parastina heqîqetê hildigirin. Parastina heqîqetê di nava êrîşên giran de dibe berpirsyariya wan, cewhera wan. Ji bo vê yekê vebêjin, ji bo çîrokên mirovan ên di nava şer de winda bûne radixin ber çavan û bigihînin girseyên gel, heqîqetê diparêzin. Karê wan di heman demê de dîrokeke ji bo nifşê nû. Di bin siya hilweşîna şer de çîrokên alîkarî û piştevaniyê yê berxwedêriya ruhê mirov radigihînin.

Nefesa germ a hêviyê û êşa her şerî qeyd dikin. Di nava rewşeke ji tarîtiyê de lêgerîna li berewiyê bala nûçegihanên şer ên Çapemeniya Azad dikişîne. Di nava rastiya bêhrem a şer de şahidiyê ji wê yekê re dike ku piştevanî, dilsozî û alîkarî çawa ruhê mirovan mezin dike. Dİ nava şer de bêedaletiay li gelan tê kirin radixin pêş çavan, ev yek ji wezîfeyên wan ên bingehîn e. Her gotineke xwe dibe nîşandana hêviyê; ev têkoşîna li pey bedewiyê rêya herî xurt a parastina nirxên mirovahiyê ye. Li goşeyên herî kûr ên tarîtiyê jî dibin ronahiya mirovahiyê û bedewiyê.

Hêza ku nûçegihanên şer li eniya şer dihêle, çi ye? Wijdan e, îrade ye, dibe ku dilxwazî be. Zanin ku rêyeke zehmet e û dibe ku vegera wê jî nebe, li gel vê zanebûnê jî dimeşin. Diherikin nava dilê Halîl Dag ku li çiyê li binê firîna çivîkan fîlmê heqîqetê çêkir.

Hezkirina Jiyan Amargî, ku bi kameray xwe digot 'Ez dixwazim kêliya pêkhatina şoreşê bikişînim' û dengê 'Kobra ket' ê Arhat Ba dibihîzin û bi hêviyeke mezin bi pêş ve diçin. Dibin dilê Nûjiyan Erhan ku bavê wê jê re digot 'Gula min', xwişk û birayên wê jî ji ber porên wê yên gulîjk digot 'Por gijikê'. Wêrekiya Alî Kanîroj digirin gel xwe ku ji bo bidestxistina kêliyek ji jiyana gerîla pê li deklanşora makîneya xwe ya wêneyan dikir. Bi kamera û pênûsa Rosîda Mêrdîn re bi agirê azadiyê yê di dilê xwe de dimeşe. Di nava şer de guh dide dengê Denîz Firat. Nûçegihanên şer bi hestên xwe, bedewiya xwe nîşan dide. Dibe ku ya ku jiyanê diafirîne û bi wate dike, ev bedewî ne.

Carna bi rojan di bin baranê de, di nava heriyê de dimeşin. Lê belê timî xwedî wê biryardarê ne ku bigihêjin armanca xwe. Kameraya xwe çeka xwe ye. Rojnamevan bi taybetî dema li eniyeke şer be, kamera xwe êdî dibe mîna gomlekekî ji agir. Kameraya xwe her tiştê xwe ye. Beriya xwe, kameraya xwe diparêze. Kamera asayê rojnamevanekê-î ye. Bêyî wê hişekî zindî, belgeyek nabe. Mîna Nazim Daştan.

Carna demeke dirêj derfetên xwe nabe ku porê xwe bişo. Li dayika xwe difikire, dikeve nava xewn û xeyalan û porê xwe berdide hembêza dayika xwe. Dayika wê porê wê maçî dike, bêhn dike. Weke ku Cîhan Bîlgîn got, bi ava ji gulê dişo. Piştre stêrkên li ser porên wê dibiriqin, her derê ronî dikin.

Bala xwe dide ser şervanekî ku bi birîna li ser rûyê xwe li nava mirovan digere. Dibêje bedewiya cîhanê ev e. Şopa birînê ya li ser rûyê xwe dibe ku rastiyeke nebaş a şer e. Lê belê ew li pey nîşandana wê birîna li ser rû ye. Wê detayê dikişîne. Ji wir çîrokekê diafirîne. Dibêje 'Li ser rûyê xwe bedewiya ruhî heye'. Piştre bîranînên xwe dibe çîrok. Dibêje 'Ev şopa birînê nîşaneya wê-î ya li şer e."

Nûçegihanên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahidiyê ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk re dikin, bi wêrekî û fedakariya kedkarên çapemeniya azad  dibin dengê şoreşger û parêzvanên mirovahiyê. Dema ku berxwedana şervanên YPJ û QSD'ê qeyd dikin, nûçeyên derewîn ên dewleta Tirk ronî dikin, di heman demê de rastiyê radixin pêş çavên gel. Çîrokên berxwedanê yên li nava rûyê bêrehm ê şer ji dil radigihînin.

Nûçegihanên şer ên ku her roj şerekî nû, çîrokeke nû ya berxwedanê dibînin, bi gotinên xwe dibin rêber ji têkoşîna hevar a mirovahiyê re. Ev dengên ku di tarîtiya şer de bilind dibe, weke mîmarên azadî û serketinê li dijî tundiya şer dibe geşkirina hêviyê.