Rojnamevanê girtî Turfent: Li girtîgehan îzolasyoneke giran heye

Rojnamevanê girtî Nedîm Turfent diyar kir bi hinceta şewbê li girtîgehan îzolasyoneke giran heye.

Rojnamevan Nedîm Turfent ê ku nûçegihanê DÎHA’yê bû ya ku bi KHK’ê hatibû girtin, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nameyek ji Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê re şand.

Turfent diyar kir ku 5 sal in girtî ye û got “Bi şewbê re îzolasyoneke giran hate destpêkirin. Me digot qey piştî derziya şewbê, wê rewş normaltir bibe lê hê jî aktîvîteyên sosyo-kulturele, kurs û sohbet tên astengkirin. Serdanên rû bi rû tune, mehê du caran bi du kesan mafê serdana girtî heye. Ji xeynî vê hemû dem li qawîşê bi du kesan derbas dibe. Em gelekî dûrî civakê ne.”

Turfent derbarê darizandina xwe de jî got “Hemû şahidan di dadgehê de diyar kirin ku îfadeya wan di bin êşkenceyê de hatiye stendin. Îfade pûç bûn, a niha di dosyeyê de bi tenê parvekirinên medyaya dîjîtal maye. Bi ser de wergêrê ku hatibû peydakirin, diyar kir ku ew baş bi Kurdî nizane. Bi awayekî fîzîkî carekê bi tenê be jî ez dernexistime ber dadger.”

Turfent diyar kir ku wî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye lê her duyan jî bi salan e, dosye nexistine rojeva xwe û got “Di heman demê de saziyên rojnamevaniyê û yên ji bo azadiya çapemeniyê dikaribûn roleke çalak bistînin. Dema li Stenbolê rojnamevanek tê girtin ev dibe rojeveke mezin lê rojnamevanekî li herêmê tê girtin ev tişt pêk nayê.”