Rojnamevan Yildiz ê hate êşkencekirin hate gitin
Rojnamevan Hayatî Yildiz ê ku beriya 12 rojan li Amedê hatibû binçavkirin û di bin çavan de hate êşkencekirin, hate girtin.
Rojnamevan Hayatî Yildiz ê ku beriya 12 rojan li Amedê hatibû binçavkirin û di bin çavan de hate êşkencekirin, hate girtin.
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê ku bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê (BHA) de hate girtin Hayatî Yildiz ê ku roja 17’ê Sibatê ji aliyê polîsên tîma taybet ve li Amedê hate binçavkirin û di bin çavan de hate êşkencekirin hate girtin.
Yildiz piştî karûbarên li Midûryeta Emniyetê qediya, sewqî Edliyeya Amedê hate kirin. Dozger piştî îfadeya Yildiz girt û şûnde bi daxwaza girtinê sewqî Dadgah Ceza ya Sûlh a Nobedar kir. Yildiz piştî lêpirsîna dadger bi îdîaya “Endamê rêxistinê” û “Propagandakirina rêxistinê” hate girtin.